Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Om
Kurdipedia Archivists
 Sök
 Skicka
 Verktyg
 Språk
 Mitt konto
 Sök efter
 
  
 
 Sök
 Skicka
 Verktyg
 Språk
 Mitt konto
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Bibliotek
 
Skicka
   Avancerad sökning
Kontakt
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Mer...
 Mer...
 
 
 
 Font Size


 
Om
Random objekt !
Användarvillkor
Kurdipedia Archivists
Din feedback
Användarsamlingar
Kurdipedia-ordbok new
Händelseförlopp
 Aktiviteter - Kurdipedia
Hjälp
 Mer
 kurdiska namn
 
Statistik
Artiklar
  594,143
Bilder
  125,630
Böcker
  22,260
Relaterade filer
  130,834
Video
  2,201
Språk
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
320,177
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,032
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,947
عربي - Arabic 
45,432
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
27,935
فارسی - Farsi 
16,786
English - English 
8,578
Türkçe - Turkish 
3,872
Deutsch - German 
2,045
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
364
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
96
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
63
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
中国的 - Chinese 
22
עברית - Hebrew 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grupp
Svenska
Biografi 
19
Platser 
10
Partier och Organisationer 
2
Publikationer 
3
Bibliotek 
30
Artiklar 
12
Martyrs 
3
Dokument 
2
Kvinnors problem 
3
Filförrådet
MP3 
2,254
PDF 
35,003
MP4 
4,264
IMG 
239,149
∑   Totalt 
280,670
Innehållssökning
Dêre Sorê Piçûkê
Grupp: Artiklar
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking objektet
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Dåligt
Dålig
Lägg till i mina samlingar
Skriv din kommentar om den här artikeln !
objekt History
Metadata
RSS
Sök i Google efter bilder med anknytning till det valda objektet !
Sök i Google för valda objekt!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Rohat Alakom
Rohat Alakom
Keçeke dêre sor li #Kurdistana Başûr# (National Geographic, nr 3/1975)
Min di twîteke xwe ya roja 14/8 2020 an de bala xwendevan û şopînerên xwe kişande ser mijara peyva dêre û kilama Dêre Sorê Piçûkê ku cara yekem ji aliyê hunermenda kurd Zadîna Şekir de hatiye gotin. Kilam di nav kurdan de bûye yek ji wan kilamên here hezkirî. Peyva dêre li Serhedê bo kincên jina (fîstan, kiras, entarî) tê bi kar anîn. Lê belê qezayeke mezin hatiye serê peyva dêre û navê kilama Dêre Sorê Piçûkê. Kesên wateya peyva dêre nizanbûne, peyva dêre bi peyva dêr (kilîse) tevlihev kirine. Bi şaşî “Dêra sorê…” (Kilîsa sor) gotine û nivîsîne. Gelek kesan jî navê kilama Dêre Sorê Piçûkê bi navê bajarê Deyrisor re tevlihev kirine. Vê yekê bi salan ajotiye. Dema mirov bi rêya înternetê îfadeya “Dêra Sorê” gogla dike, wek nimûne mirov wergerên tirkî yên komîk dibîne: “…Dêra sorê piçûkê/dest bi hinne û neynûkê (Kırmızı kilise küçüktür/ el tırnaklar kınalıdır). Mirov tavilê fam dike ku li vir anormalîk heye. Çi têkiliyên kilîsê bi dest û hinê re heye! Ev peyva dêre bi gotinên din yên kilamê jî nayên, bi hev nakin. Hinekan wek navê bajarê Deyrisor, hinekan jî peyva dêre wek dêr (kilîse) fam kirine. Beşeke xeletî û şaşiyan bi rêya înternetê berdewam dikin. Fexriye Adsayê ev yeka wek “bêmenebûnek” hesibandiye. Nivîskar Jan Dost jî hatiye ser wê baweriyê ku tu têkiliya peyva dêre bi van mijaran tune ye: “…Bi gumana min encama ku mamoste gihayê rast e. Dêre ne ji dêra fillan e, lê wek ku xuyabû, cûreyek cil e”. Lê belê bi hezaran kesan jî qet tiştek ji wateyên kilamê fam nekirine, tenê bûne heyranê dengê Zadîna Şekir û mûzîka kilama wê, her guhdar kirine, jê têr nebûne.
Zadîna Şekir, hunermenda ku kilama Dêre Sorê Piçûkê gotiye
Min ev mijara hê di sala 2009an de di xebateke xwe de anîbû rojevê. Dema min di pirtûka xwe ya Kurdên Qersê de lîsteke peyvên zêde nenas weşandibû, vê peyva dêre jî di lîstê de cîh girtibû. Kilama “Dêre sorê piçûkê/Par qîz bû îsal bûkê…“ ku peyva dêre tê de derbas dibe bi salan e li her derê Kurdistanê tê guhdar kirin. Cara pêşîn hunermenda kurdên Yekitiya Sovyetê, Zadîna Şekir bi dengê xwe yê xweş ev kilama govendê gotiye. Spîkerê Radyoya Rewanê Keremê Seyad, di sala 1971an li ser hunermendiya Zadîna Şekir nivîseke gelek hewaskar weşandiye. Li wir ew dîyar dike ku kilama wê ya bi navê Dêre Sorê Piçûkê yek ji wan kilamên wê bûne ku li gelek komarên Sovyetê û welatên biyanî hatiye guhdarkirin. Navê kilamê Dêre Sorê Piçûkê hin caran bi forma Dêresorê Piçûkê tê nivîsîn. Ji ber di çavkaniyên pêşîn de forma Dêre Sorê Piçûkê cîh girtiye, me jî hema wisa hîşt, di vê nivîsê de neguhart.
Peyva dêre tenê di vê kilamê de derbas nabe, di perçeyên din yên zargotina kurdî de jî em rastî peyva dêre tên: “Min Qersê dikan vekir/bazara dêrê te kir/ Min ji bîr kir pirtik nekir…” Şaxeke heman kilamê jî wiha ye: “Min bazara dêrê te kir/Min şabûna namil ne kir”. Mûzîka vê kilama govendê gelek rîtmîk e. Di kilamên kurdî yên din de jî besnê kincên jinan tê kirin. Di kilama Wer Helîmê de, wek mînak em rastî îfadeya “Kiras sorê li şaneşînê” tên, li şuna dêre vê carê peyva kiras hatiye bikaranîn. Hin deverên Kurdistanê li şuna dêre peyva kiras tê bi kar anîn. Ev kilama jî li Kurdistanê wek kilameke gelek hezkirî û populer hatiye nasîn: “Zozanên Mala Mihemed Elî Begê hêşîn bûne, Helîmê ji min û te re…” (Bi dengê hunermend Sefqan Orkêş ji Kurdistana Rojava).
Yek ji wan folklornasên kurd Cemîla Celîl di pirtûkeke xwe ya kilamên kurdî de ligel notayan cîh daye tekstê şaxeke kilama Dêre Sorê Piçûkê. Li jora notayan xuya dibe ku orjînala navê kilamê bi salan e çawa tê nivîsîn: “Dêre Sorê Piçûkê” ye. Di bin navê kurdî de jî wergera rûsî ya navê kilamê cîh girtiye: “Keça piçûk bi kincê sor”. Ev yeka jî nîşan dide ku peyva dêre hê ji salên 1960an de bi wateya kincê jinan hatiye bikaranîn:
Dêre sorê piçûkê
Hine li dest û neynûkê
Par qîz bû îsal bûkê
Dêre sorê mezine
Hinê li deste bi bazine
Par bûk bû, îsal jine
Tekstê vê şaxa kilamê dirêj e. Li vir mirov dibîne ku kilam li ser keçeke bi navê Nofê hatiye gotin û ew ji Qamoşlikê ye:
Qamoşlikê bi bîye
Kirasê Nofê nivîsîye
Heçî Nofê nas neke
Dosta lawkê terzî ye.
Kilama Dêre Sorê Piçûkê bi notan (Cemîla Celîl, 1964)
Nivîskar Jan Dost dema di derbarê peyva dêre de dîtinên xwe pêşkêş kiriye, li wir dibêje ku: “…Dêre ne ji dêra fillan e, lê wek ku xuya bû, cûreyek cil e. Dikare êdî derbasî ferhengan bibe”. Piştî van rêzên Jan Dost bi rastî min jî meraq kir û çend ferhengan mêze kir bona ka bizanibim ev peyva di ferhengên kurdî de çiqas û çawa cîh girtiye. Peyva dêre di hemû ferhengên kurdî cîh negre jî, lê bala çend zimanzanan wek Çerkez Bakaev, Qanadê Kurdo û Zana Farqînî kişandiye. Mirov dikare bêje ku ev nîv-sedsal e ku peyv dêre ketiye tûrikê zimanê kurdî. Baş tê bîra min, berî pêncî salan li Qaxizmanê dikaneke me ya manîfaturayê hebû. Gelek cure pirtu û qumaş li wir dihatin firotan. Yek ji wan jî çît bû, pirtukî gulgulî û rengîn bû. Bi mêtro dihate firotan. Ji ber zêde biha nîn bû, gundiyan gelek caran çît û basme distendin bona jin ji xwe re pê dêran bidirûn.
Ne tenê di nav kurdên Sovyetê de, peyva dêre li piraniya Serhedê heta bajarê Makûyê li ser axa Îranê jî tê bi kar anîn. Dêre di nav kurdên Azerbeycanê de jî peyveke nas e: “Dere-dêre: #Kürd# qadınına mexsus paldır” (Kincê taybetmendî jina kurd). Dema peyva dêre di nav hevokekê de tê tewandin, bêgûman forma wê diguhire. Wek mînak “Wî dêrî gelek bala min kişand”, “Dêrê herî xweşik ew dêrê zerîn e”. Ev guhartinan ji beşek xwendevan û kesên din re dikare ecêb bê, ji ber vê jî ew hin caran van formên gramatîkî wek peyveke nû dihesibînin û dikevin şikê!
Mirov îro tam nizane koka peyva dêre ji kîderê tê. Nivîskar û rojnamevanê kurd Arif Zêrevan di tvîteke xwe de di derbarê vê yekê de wiha dibêje: ”Di kurdî bêjeya dirêl heye ko navê qumaşekî ye ko berê bi destan dihate çêkirin û ji bo cilûbergên, nemaze ji bo ko kirasê (gomlek) zeleman dihat bi kar anîn. Gelo ev dêre-ya ko Rohat Alakom behsê dike her ne ew qumaş be”. Mirov nikare bêje ev dîtin bi tevahî ji dûrî aqilan e. Lê belê du peyvên ku di zimanê swêdî de hene bala min bêtir kişande ser xwe, herdu jî tên wateya kinc: “dress, drägt”. Wek tê zanîn ev zimana jî wek kurdî zimanekî îndo-ewrûpî ye. Ne tenê ev peyv, gelek peyvên hevbeş yên din jî di van herdu zimanan de hene.
Kincên (cil, çek, libas…) jinan û mêran angorî herêmên Kurdistanê gelek cudatiyan nîşan didin. Ne tenê cudatî, carina dibin sedemê şaşfamkirinê jî. Wek mînak peyva kiras li hin deverên din yên Kurdistanê him li şuna dêre (fîstan) û him jî şuna mîntan (gomlek) tê bi kar anîn. Li Serhedê kiras, ew cila ku mirov di bina kincan de li xwe dike re dibêjin. Mirov dema raketinê bi kiras û derpê radizê. Li dêvla gomlekê tirkî li Serhedê peyva mîntan tê bi kar anîn. Ev peyva bi wateya nîv-beden (nim+ten) ji farisî hatiye ketiye zimanê kurdên Serhedê. Di zimanê devkî de guhiriye, paşê bûye mîntan. Lê belê li hin deveran, kurd li şuna mîntan peyva kiras jî bi kar tînin. Wisa xuya dibe peyva kiras li van deverên cihê dikare bê gelek wateyan. Bi kurtî kincologiya kurd hewcedarî lêkolînê berfireh e.
Jêrenot Ji aliyê Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê de du kilam hatine qeydkirin. Di kilama yekem de ku Zadîna Şekir distrê, mixabin mûzîka du kilaman li vir tevlihev bûye. Tekstê dîjîtal yê şaxa duwem ku ji aliyê Karapêtê Xaço tê gotin jî bi navê şaş wek “Dêra Sorê” hatiye nivîsîn. Binêre: Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê.[1]
Rohat Alakom

Denna post har skrivits in (Kurmancî) språk, klicka på ikonen för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 1,972 gånger
Skriv din kommentar om den här artikeln !
HashTag
Källor
[1] | کوردیی ناوەڕاست | kovarabir.com
Länkade objekt: 4
Grupp: Artiklar
Artiklarna språk: Kurmancî
Publication date: 21-08-2020 (6 År)
Dokumenttyp: Språk
Provins: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Produkt Kvalitet: 99%
99%
Tillagt av ( Sara KamelaS.K. ) på 05-11-2022
Den här artikeln har granskats och släppts av ( Aras HisoA.H.) på 05-11-2022
Denna post nyligen uppdaterats med ( Aras HisoA.H. ) om : 31-12-2024
URL
Denna post enligt Kurdipedia s Standarder inte slutförts ännu !
Denna post har tittat 1,972 gånger
QR Code
  Nytt objekt
  Random objekt ! 
  Det är för kvinnor 
  
Mer

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.33
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sida generation tid : 1.094 sekund(er)!