Bibliotek Bibliotek
Sök

Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!


Search Options





Avancerad sökning      Tangentbord


Sök
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Verktyg
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mitt konto
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
Sök Skicka Verktyg Språk Mitt konto
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Random objekt !
 Användarvillkor
 Kurdipedia Archivists
 Din feedback
 Användarsamlingar
 Händelseförlopp
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjälp
Nytt objekt
Platser
Erzurum
17-09-2024
شادی ئاکۆیی
Platser
Piranshahr
08-09-2024
شادی ئاکۆیی
Biografi
Darin Zanyar
07-09-2024
شادی ئاکۆیی
Biografi
Ciwan Haco
06-09-2024
شادی ئاکۆیی
Biografi
Ahmet Kaya
05-09-2024
شادی ئاکۆیی
Biografi
Ayşe Şan
04-09-2024
شادی ئاکۆیی
Biografi
Ibn Khallikan
20-08-2024
شادی ئاکۆیی
Biografi
Nezami
12-08-2024
شادی ئاکۆیی
Biografi
Melayê Cizîrî
11-08-2024
شادی ئاکۆیی
Platser
Naqadeh
10-08-2024
شادی ئاکۆیی
Statistik
Artiklar
  537,590
Bilder
  109,811
Böcker
  20,254
Relaterade filer
  103,964
Video
  1,535
Språk
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
305,764
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
89,947
هەورامی - Kurdish Hawrami 
65,998
عربي - Arabic 
30,673
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
18,081
فارسی - Farsi 
9,731
English - English 
7,554
Türkçe - Turkish 
3,667
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Deutsch - German 
1,686
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
348
Nederlands - Dutch 
130
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Español - Spanish 
55
Polski - Polish 
55
Հայերեն - Armenian 
52
Italiano - Italian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
6
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grupp
Svenska
Bibliotek 
30
Biografi 
14
Artiklar 
12
Platser 
5
Publikationer 
3
Kvinnors problem 
3
Martyrs 
2
Dokument 
2
Partier och Organisationer 
1
Filförrådet
MP3 
324
PDF 
31,323
MP4 
2,531
IMG 
201,063
∑   Totalt 
235,241
Innehållssökning
Biografi
Ahmet Kaya
Biografi
Ciwan Haco
Biografi
Darin Zanyar
Platser
Piranshahr
Martyrs
Mahsa Amini
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (161): Gundên “Qenterê û Hucemala” yên dagîrkirî, vekirina gundekî hniştecîkirinê
Grupp: Dokument | Artiklarna språk: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking objektet
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Dåligt
Dålig
Lägg till i mina samlingar
Skriv din kommentar om den här artikeln !
objekt History
Metadata
RSS
Sök i Google efter bilder med anknytning till det valda objektet !
Sök i Google för valda objekt!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (161): Gundên “Qenterê û Hucemala” yên dagîrkir...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (161): Gundên “Qenterê û Hucemala” yên dagîrkir...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (161): Gundên “Qenterê û Hucemala” yên dagîrkirî, vekirina gundekî hniştecîkirinê, revandin û girtin, pevçûn di nav milîseyan de û şewatên daristanan.

Bi ser geregoşî û serberdayetiya serwerkirî ya li Herêma Efrînê ya dagîrkirî, û berdewamiya kiryarên qirêj û gendeliya giştî de, pilana guhertina demografî ya ku Turkiyê serpereştiya wê dike bi rêkûpêk dimeşe, û li vê dawiyê vekirina Gundê “Kiwêt Elrehme” yê niştecîkirinê yê nimûneyî hate ragîhandin, û kar di avakirina Gundê “Besme” yê li Başûrê Gundê “Şadêrê” – Şêrewa û hin din de berdewam e.
Ev jî hin binpêkirin û tewanên bûne ne:
= G. “Qenterê”:
Bi Navça Mabeta ve girêdayî ye û /500/M ji navenda wê dûr e, ji /200/mal pêkhatî ye, û dora hezar nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, di dema dijayetiya Turkiyê de tev penaber bûn, tenê jê /40malbat=200nişte/ vegerîn, û dora /150malbat=800nişte/ji anîndeyan -piranî ji Xota û Restenê- têde hatin niştecîkirin.
“Sê malên roxandî li G .”Qenterê”- N.Mabeta.”
Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” ya ku biryargehên wê yên leşkerî li Bajaroka Mabeta hene gund desteser dikin, û Artêşa Turkiyê jî vêla hemwelatî “Hesen Hemo” ji xwe re kiribû biryargeheke leşkerî, lê ji demekê ve vala kir.
Bi topebaranê û di encama teqîna bombeyên zemînî de, şeş mal ên van hemwelatiyan “Şêxo Îbo Şaşo, Menan Arêf, Mihemed Hisên Heyder, Ehmed Hecîko, Mihemed Kêfo, Mihemed Osê” bi tevayî hatin roxandin, û malên “Eyûb Heyder, Mihemed Umer Elî” jî bi piçekî.
Milîseyan piraniya heyînên malan berî ku hin xelk vegerin dizîn, ji xwarinvexwarinê de bigir ta firaxên baqirî û qizêzî, alav, cerên gazê, amûrên taqeta”energiya” royê û tiştên din, û herweha beşek ji keblên toreyên elektirîkê û telîfona zemînî yên giştî, giropa zayenda elektirîkê (ampêr) a hemwelatî “Mihemed Umer Elî” dizîn, û makînên (teksiya Kiya Riyo ya “Elî Mihemed Mûrad”, teksiya Sabe ya “Mistefa Yûsêf”, teksiya “Nîzar Mihemed Yûsêf”) – piştî ku li dema penaberiya dawiyê li Bajarê Efrînê li şûn xwe hîştin – hatin dizîn.
Û milîseyan dest danîne ser piraniya malmewalên koçberan, jê “Mihemed Hesen, Emîn Calo, zaroyên Îbiş, /3000/ darên zeytûnê yên dilovanber Emîd Menan Elî”, û /10-15%/ vêrgî li ser berhema werzên hemwelatiyên mane ferz dikin, bi ser wê de jî dizîna berhema werzên zeytûna, tirî, simaqê û yên bilî wan, hîn zêdetir jî çêrandina bêwijdan ji aliyê şivanên palpiştkirî ji çekdaran ve, û herweha jî qutkirina hovane ji /60/ darên zêtûnê yên dilovanber “Menan Elî”.
Û di encama bombebarana gund de, li 24.2.2018an “Ibrahîm Reşîd Reşo/5/sal” şehîd ket, û birayê wî “Hisên Reşîd Reşo/9/sal” û bav jî birîndar bûn, piştî ku malbat ji Gundê “Çolaqa” – N.Cindirêsê penaberî “Qenterê” bû.
“Pakrewan Ibrahîm Reşîd Reşo”
Û ji xelkê gund ev şehîd bûn:
– “Nîzar Mihemed Yûsêf/39/sal”, li 20.3.2018an, di encama teqîna bimbeyeke zemînî di maleke gund de.
– “Mihemed Yûsêf Yûsêf/69/sal”, li 2.4.2018an, di encama teqîna bombeyeke zemînî de li ser riyeke gund.
– “Mes’ûd Menan Umer/35/sal”, li 9.4.2018an, di encama teqîna bombeyeke zemînî de, li pêş mala cîranekî li gund.
-Herdu zarokên bira “Siyamend Şêx Ne’isan kurê Ehmed/8/sal, Hesen Şêx Ne’isan kurê Ehmed/11/sal”, li 28.4.2018an, di encama teqîna bombeyeke zemînî li hewşa maleke koçberkirî li gund.
– “Arêf Hisên Cilo/62/sal”, li 29.6.2018an, di encama teqîna bombeyeke zemînî de, li nêzîk malê li gund.
Pakrewan “Nîzar Mihemed Yûsêf, Mihemed Yûsêf Yûsêf, Mes’ûd Menan Umer, Siyamed Şêx Ne’isan kurê Ehmed, Hesen Şêx Ne’isan kurê Ehmed, Arêf Hisên Cilo”.
Û xelkê gund ên mane rastî cûrbecûr binpêkirinan hatin, jê revandin û girtinên bêsûcane di dermafê piraniyan de, vêre jî kêmrûmetkirin, işkencekirin û peresitandin – hin jê jî bêtirî carekê – û ta niha “Ronak Îbiş kurê Mihemed Fetah/28/sal” di Hepsa “Çobanbegê – Elra’î” de zorane veşartî ye, û ji 31.4 2018an ve, çarenûsa wî wendayî ye; Û li 28.8.2018an, giropeke çekdar e serçavgirtî êriş mala parêzer “Dawod Umer” – cîgirê serokê encûmena xwecihî li bajarokê Mabeta di wê demê de – kir, mekin li wî û hevjîna wî “Emîne” û xwîşka wî “Sultanê” xist, û bi ser de bo nexweşxaneyeke Efrînê ji bo dermankirinê hate guhestin.
“Veşartiya zorane “Ronak Îbiş kurê Mihemed Fetah” – G. “Qenterê” – N.Mabeta, 31.4.2021an Z.|
Û gir û Zaretgeha “Berbe’ûş” ya Islamî û di navêna Bajaroka “Mabeta” û gundên “Qenterê û Ereba” de, ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên wan, rastî piroseyên kolandin, tevdan û tarûmarkirinê bi alavên giran hatin, ta ku gir bi erdê re dûz bû.
“Gir û Zaretgeha “Berbe’ûş” – berî û piştî kolandin û tevdanê.”
= G.”Hucemala“:
Bi Navça Reco ve girêdayî ye û ji Bakur ve /6/ KM ji navenda wê dûr e, ji dora /80/malî pêkhatî ye, dora /250/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, di dema êrişê de hemî penaber bûn, tenê jê dora /35malbat=90nişte/ vegerîn, ên din zorane hatin koçberkirin, û dora /100malbat= 600nişte/ ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.
Di dema êrişkeriyê de, bi topebaranê mala hemwelatî “Heyder Qirmo” bi piçekî hate roxandin.
Û Milîseyên “Feyleq Elşam” gund desteser kirin, û heyînên hemî malan bi tevayî yan giştî, ji xwarinvexwarinê de ta firaxên baqirî û qizêzî, raxistek, cerên gazê, amûrên elektirîkê û amûrên taqeta elektirîkê yên royê û yên din dizîn, û herweha jî dizîna kebil û tiransa toreya elektirîkê ya giştî, du giropên zayenda Elektirîkê, û şeş tirektorên çandiniyê tevî acetên wan ên van hemwelatiyan “Mihemed Mecîd, Hesen Mecîd, Nûrî Mecîd, Isma’îl Bîlal, Arêf Hisên…”.
Û dest danîn ser malên hemî hemwelatiyên ne li gund û guvêşgeha zeytûna ya “Isma’îl Bîlal” û acetên wê jî dizîn, bi ser de jî xwedî revandin, işkence kirin û avêtin rex malê wekî ku mirî be, vêca piştî ku hinekî çêbû, neçar bû tevî malbata xwe bireve Herêma Kurdistanê, lê birayên wî “Elî û Mihemed” piştî çûndina wî du rojan hatin girtin.
Weha jî milîs/50%/vêrgî li ser berhema werzên hemwelatiyên ne li gund û /3%/ li ser yên li gund ferz dikin.
Û di encama topebarana Nexweşaxana “Avrîn” de, li 13.2.2018an, hin perçeyên avêjtekan li otombîlek teksî (ye kirê û li pêşiyê sekinî bû) ket, ajovanê wê “Ridwan Hisên kurê Mihemed – 1985” ji xelkê gund şehîd bû, weha jî hemwelatiyê sivîl “Ebdo Elî Hesen” di dema berevaniya di ber herêmê de wenda bû, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.
“Pakrewan “Ridwan Hisên kurê Mihemed”
= Vekirina gundekî niştecîkirinê yî nimûneyî:
Li 30.8.2021an, G.”Kiwêt Elrehme” yê niştecîkirinê ya nimûneyî, li nêzîk Gundê “Xalta” – Şêrewa li Çiyayê Lêlûn (yê li Rohilatê Bajarê Efrînê bi /10/KM dikeve) hate vekirin, da ku anîndeyan têde niştecîkirin bide û wan bi milkmewal bike, ji bo guhertina demogravî li herêmê bide cîbicîkirin; Divê were zanîn ku gund ji aliyê “Komeleya Şam Elxêr ve – Turkiyê” hate avakirin, ji /380/malên rûniştinê, mizgeft, dibistan, dermankirinxan, amojgeheke lezberkirina “Quranê” û bazareke bazirganiyê pêk tê, û destpêkirina pirojeyê ji aliyê “Encûmena Xwecihî li Efrînê” ve, li 17.3.2021an, hate ragîhandin; Lê ew Gundê “Xalta” yê biçûk jî, bi bombebarana asîmanî, ji aliyê Artêşa Turkiyê ve, li 31.1.2018an, bi piranî hate roxandin, û xelkê gund zorane hatin koçberkirin û qedexe kirin ku vegerinê.
“G.”Kiwêt Elrehme” yê niştecîkirinê yê nimûneyî”
= Revandin û girtinên bêsûcane, û serbestberdana hin veşartiyên zorane:
-Li 29.8.2021an, Milîseyên “Firqit Elsultan Melekşah” û serkêşê wê li Navça Şera yê bi “Ebû Şaman” tê nasîn hemwelatî “Mihemed Behrî Mihemed/43/sal” ji xelkê Gundê “Gobeleka” girtin, birin biryargeha xwe li avahiya guvêşgeha “Hemdoş” a zeytûna ya desteserkirî û li cateriya Gundê “Xirabê Şera”, bi behaneya ku makînak pîkab a Partiya “Yekîtî ya Demkrat – PYD” li ba wî ye hate işkencekirin, li roja din dest danîn ser makînê, û ta niha di bin bendkirina zorane de ye.
-Li Şeva Duşemê 30.8.2021an, Milîseyên “Lîwa’i Elweqas” êriş birin ser malên “Azad Kemal Hesen/32/sal, Arêf Mihemed Şukrî/32/sal” li Gundê “Anqelê” – N.Şiyê, û herdu revandin û birin biryargeha xwe li Gundê “Merwaniyê” yê hevcîwar, û piştî işkencekirinê li roja din berdan, û tev jî da ku destlatî û zorkirina xwe li ser gund mekin bike, bi taybetî jî piştî gilîkirina xelkê ya pircare ji kiryarên wan li cem aliyine din.
Û destlatên dagîrkeriyê jî ev girtin:
-Li 24.8.2021an, hemwelatî “Fayêq Ebdo Mistefa Qere/35/sal” ji xelkê Gundê “Avrazê” – N.Mabeta, piştî vegera wî tevî malbatê ji Bajarê Heleb (ciyê penaberbûna wî), û birin navenda Efrînê, û di heman rojê de jî, birayê wî “Mihdîn” girtin, û piştî çend katan berdan.
-Li dawiya heyva borî, hemwelatî “Celal Ebdela Ibrahîm/38/sal” ji xelkê Gundê “Ebûdanê” – N.Bilbilê, ji aliyê “Asayişa Leşkerî” ve, piştî vegera wî tevî malbatê ji B. Heleb (ciyê penaberbûna wî) û dandina du hezar dolar ji milîseyên ku gund desteser dikin re bi behaneya serastkirina rewşa wî, û piştî pênc rojan ji girtinê ew berdan.
-Li 31.8.2021n, parêzer “Menan Ehmed Bêrem/42/sal” ji xelkê Gundê “Kêla” – N.Bilbilê, ji aliyê “Asayişa Leşkerî” ve li Bajaroka Reco, bi behaneya têkliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û bo B.Efrînê hate guhestin.
-Li 30.8.2021an, hemwelatî “Luqman Reşîd Bekir/45/sal, Şakêr Hesen Ce’ifer/27/sal, Mihemed Zekeriye Mihemed (Çiro)/25/sal, Mihemed Menan Îbiş/45/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna”, ji aliyê “Asayişa Leşkerî” ve li Bajaroka Reco, li roja din piştî dandina baceyeke diravî yê taliyê hate berdan, û yên din jî hîn bendkirî ne.
Weha jî hemwelatî “Mihemed Reşîd Osman, Luqman Ebid Elrehman Heyder” ji heman bajarokê, ji aliyê “Dadgêrê Elniyabê li Reco” ve -bê ku werin bendkirin- her yek bi /1500/PT hate sezakirin.
Û herweha jî hin veşartiyên zorane serbest berdan:
– “Mistefa Ibrahîm Kêl Îbo” ji Bajaroka “Meydan Ekbezê” – N.Reco, li 31.8.2021an, piştî sê salan ji girtinê.
– “Mistefa Hebîb Seydo” ji Gundê “Gewenda – Meydana” – N.Reco, li 31.8.2021an, piştî sê sal û nîvan ji girtinê.
– “Mehmûd Oso” ji Gundê “Xelnêrê” – B.Efrînê, ji çend rojan ve, piştî dora sê salan ji girtinê.
= Binpêkirinên virdewêde:
– Ji destpêka 28.8.2021an ve, Milîseyên “Hêzên Taybet (Elquwat Elxase) – Feyleq Elşam” û serkêşê wê li Gundê “Birc Ebdalo” – Şêrewa “Ebdo Osman” yê ji Gundê “Kefer Heleb” – Gundewarê Heleb ê Rojava, li ser her malbeteke Êzdî /100/dolar vêrgî ferz kirin, û divê bê zanîn ku halîhazir /50/malbatên Êzdî li kêlek ên Misilman -di nav de jî hin perîşan- li gund hene.
“Bendeke axî li ser riyeke dere nav baxçan û zeviyên G.”Birc Ebdalo”- Şêrewa”
Û ta niha sê riyên ku derin nav baxçan û zeviyên çandiniyê yên li dor gund, ji aliyê wan milîseyan ve, ji 17.8.2021an ve, bi bendên axê girtî ne, da ku xelkê neçar bikin ku vêrgiyên diravî ji bo vekirinê bidin wan.
– Li 1.9.2021an, hejmarek ji anîndeyan mekin li temenmezinê Kurd “Mihemed Derwîş Miho (Tîtî)/70/sal” xistin, li dema ku wî pezê xwe li nav zeviyeke zeytûna ye wî de diçêrand û daxwaza vegerandina bireka xwe ya elektirîkê (ya ku wan anîndeyan li pêş çavan dizîne)kiriye, û di encamê de govde hate derizandin, birîneke mezin li serî hate vekirin û ser çavan jî reşemorî bû.
“Temenmezinê govde bibirîn “Mihemed Derwîş Miho”.
= Geregoşî û serberdayetî, û topebarankirina B.Efrînê:
– Li 20.8.2021an, pevçûnina di navêna Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” û “Asayişa Leşkerî” de, li navenda Navça Bilbilê rûdan, û di encamê de, di nav herdu aliyan de birîndar cêbûn.
– Li şeşê Êvara Roja Duşemê 30.8.2021an, heyşt avêjtekên mûşekî ji aliyê herêmên di bin desteseriya Artêşa Sûriya û bandoriya Rûsî de hatin avêtin, û bi ser B.Efrînê û derdorê ketin, û di encamê de, şeş birîndar bûn û ziyanin şênberî gihîştin avahiyên niştecîbûnê.
– Li 1.9.2021an, di navêna bermayên Milîseyên “Lîwa’i Elxab” (ya ku “Mu’itez Elebdela” serkêşiya wê dike û ji aliyê Milîseyên “Firqit Elhemzat” ve hatiye qewtandin) û giropin din de, li gundên “Feqîra, Çolaqa, Gazê, Gundê Mezin, Maratê, Dargirê, Coqê”, bi sedema tiştên dizînê û destdanîna li ser malan û malmewdanên xelkê, pevçûnina rûdan, û metirsî di nav xelkê de dan çêkirin.
– Li 3.9.2021an, giropine çekdar ji Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” gundên “Coqê û Dargirê” -piştî ku giropên “Elhemzat” ên li hev dixistin jê qewitandin- desteser kirin, da ku çarçewa bandoriya xwe li N.Mabeta (ya ku seferberiyeke leşkerî ji du rojan ve lê çêbûye) fere bike. Ev jî piştî nakokî û hevrikiyên berdewam di nav cûrbecûr Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî – Elceyş Elwetenî Elsûrî” de ya girêdayî Hemahengiya Sûrî – Ixwanî ya bi ser Turkiyê ve.
= Şewatên daristanan:
Li dawiya Demsala Havînê zincîra agirpêxistina daristanên Efrînê (yên ku ji destpêka talanê ve tûşî wêrankirinê dibin) hîn nesekiniye, û “Bergiriya Sivîl li Efrînê – Eldîfa’i Elmedenî” da xuyakirin, ku tîmên wê li 29.8.2021an şewatek li herêmên ihracê li Gundê “Qestelê” vemirandine, û herweha jî li 3.9.2021an hin şewatên daristanên gundên “Kefircenê – N Şera, Bajarika .Basûtê – Şêrewa, G.Xalta – N.Cindirêsê”, û rûbera ya dawiyê dora /2/KM çarkoşe ye; Û piştî şewat bi dawî dibin jî, anînde, çekdar û serkêşên wan, ji bo êzingkirinê -bi behaneya ku hişk bûne- yên mayîn qut dikin.
“Şewatek li daristana Qestelê – Efrîn, “Berevaniya sivîl – Eldîfa’i Elmedenî”, 3.9.2021an Z, û têde qutkirina berê ji daran re tê xuyakirin.”
Ta ku Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî – Elceyş Elwetenî Elsûrî” di kêmrûmetî, pêvegirî û nandoziyê de li ba Turkiyê dijîn, tiştekî normal û xwezayî ye ku li ser tiştên talanê û çarçewên bandoriyê li hev bixin, binpêkirin û tewanan berdewam bikin, û teror û metirsiyê di nav sivîlan de belav bikin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî) språk, klicka på ikonen för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 551 gånger
Skriv din kommentar om den här artikeln !
HashTag
Källor
Länkade objekt: 92
1. Datum & Events 05-09-2021
Grupp: Dokument
Artiklarna språk: Kurmancî
Publication date: 05-09-2021 (3 År)
Document style: No specified T4 1573
Dokumenttyp: Översättning
Original Language: Arabic
Städer: Afreen
Technical Metadata
Produkt Kvalitet: 99%
99%
Tillagt av ( ئاراس حسۆ ) på 03-02-2024
Den här artikeln har granskats och släppts av ( سارا ک ) på 12-02-2024
Denna post nyligen uppdaterats med ( سارا ک ) om : 12-02-2024
URL
Denna post enligt Kurdipedia s Standarder inte slutförts ännu !
Denna post har tittat 551 gånger
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Biografi
Tara Twana
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap

Actual
Biografi
Ahmet Kaya
05-09-2024
شادی ئاکۆیی
Ahmet Kaya
Biografi
Ciwan Haco
06-09-2024
شادی ئاکۆیی
Ciwan Haco
Biografi
Darin Zanyar
07-09-2024
شادی ئاکۆیی
Darin Zanyar
Platser
Piranshahr
08-09-2024
شادی ئاکۆیی
Piranshahr
Martyrs
Mahsa Amini
15-09-2024
شادی ئاکۆیی
Mahsa Amini
Nytt objekt
Platser
Erzurum
17-09-2024
شادی ئاکۆیی
Platser
Piranshahr
08-09-2024
شادی ئاکۆیی
Biografi
Darin Zanyar
07-09-2024
شادی ئاکۆیی
Biografi
Ciwan Haco
06-09-2024
شادی ئاکۆیی
Biografi
Ahmet Kaya
05-09-2024
شادی ئاکۆیی
Biografi
Ayşe Şan
04-09-2024
شادی ئاکۆیی
Biografi
Ibn Khallikan
20-08-2024
شادی ئاکۆیی
Biografi
Nezami
12-08-2024
شادی ئاکۆیی
Biografi
Melayê Cizîrî
11-08-2024
شادی ئاکۆیی
Platser
Naqadeh
10-08-2024
شادی ئاکۆیی
Statistik
Artiklar
  537,590
Bilder
  109,811
Böcker
  20,254
Relaterade filer
  103,964
Video
  1,535
Språk
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
305,764
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
89,947
هەورامی - Kurdish Hawrami 
65,998
عربي - Arabic 
30,673
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
18,081
فارسی - Farsi 
9,731
English - English 
7,554
Türkçe - Turkish 
3,667
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Deutsch - German 
1,686
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
348
Nederlands - Dutch 
130
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Español - Spanish 
55
Polski - Polish 
55
Հայերեն - Armenian 
52
Italiano - Italian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
6
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grupp
Svenska
Bibliotek 
30
Biografi 
14
Artiklar 
12
Platser 
5
Publikationer 
3
Kvinnors problem 
3
Martyrs 
2
Dokument 
2
Partier och Organisationer 
1
Filförrådet
MP3 
324
PDF 
31,323
MP4 
2,531
IMG 
201,063
∑   Totalt 
235,241
Innehållssökning
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Biografi
Tara Twana
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.83
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sida generation tid : 1.36 sekund(er)!