Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
A proposito
Kurdipedia Archivists
 Ricerca
 Invia
 Strumenti
 Lingue
 Il mio conto
 Cerca
 
  
 
 Ricerca
 Invia
 Strumenti
 Lingue
 Il mio conto
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Biblioteca
 
Invia
   Ricerca Avanzata
Contatto
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Di più...
 Di più...
 
 
 
 Font Size


 
A proposito
Voce a caso !
Condizioni di utilizzo
Kurdipedia Archivists
tuo feedback
collezioni degli utenti
Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
Aiuto
 Di più
 nomi curdi
 
Statistiche
Articoli
  585,020
Immagini
  124,086
Libri
  22,094
File correlati
  125,881
Video
  2,193
Lingua
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,862
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,576
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,731
عربي - Arabic 
43,937
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Gruppo
Italiano
Biografia 
16
Luoghi 
1
Feste & Organizzazioni 
1
Pubblicazioni 
1
Biblioteca 
28
Articoli 
9
Martiri 
2
Clan - la tribù - la setta 
3
Deposito
MP3 
1,447
PDF 
34,695
MP4 
3,834
IMG 
234,120
∑   Totale 
274,096
Ricerca di contenuti
Jineolojî zanîn, zanebûn û zanyariya jinê ye-2
Gruppo: Articoli
linguaggio articoli: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Jineolojî zanîn, zanebûn û zanyariya jinê ye-2
Jineolojî zanîn, zanebûn û zanyariya jinê ye-2
Mamoste û Berdevka #Jineoloji#yê Dîcle Kulîlk diyar kir ku wan di sala 2017'an de li zanîngeha #Rojava# beşa Jineolojiyê ava kirine û diyar dike ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û şoreşa duyem jî birêxistinkirina fakulteya Jineolojiyê ya li Rojava ye.
Dîcle Kulîlk: Fakulteya Jineolojiyê serkeftina tevahî jinan e
#Qamişlo# – Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî eşa Jineolojî di 15’ê Cotmeha 2017’an de li bajarê Qamişloyê hat vekirin. Piştî gundê Jinwar, di zanîngehê de beşa Jineolojiyê hat avakirin. Elbet di nava şoreşê de gelek guhertin û veguhertinên nû çêbûn û ji wan yek jî avabûna Jineolojiyê ye ku baskên xwe li zanîngehê jî ava kir. Li tevahî cîhanê cara yekemîn e ku fikra jinê, zanist û hebûna jinê di zanîngehek de dibe deng, reng û hebûna wan. Beriya ku xwendekar dest bi fakulteya Jineolojiyê bikin di dibistana amadehî de perwerdeyên mîna zimanê Kurdî, compîtor, neteweya demokratîk, destpêkek ji bo Jineolojî, sosyolojî, bingeha zanist û lêkolînê dibînin. Di Fakulteya Wêje û zanistên civakî di beşa Jineolojî de jî dîrok, felsefe, ekolojî, jin di ol û baweriyan de, sosyolojiya azadiyê, etîk, estetîk, rêbazên lêkolînê, rêbazên wanedayînê, pedagojî û herî dawî jî stajeriyê dikin. Li fakulteya Wêje û Zanistên Civakî beşa Jineolojî di tevahî cîhanê de gelek balê dikşîne her wiha ji gelek welatan serdan pêk tên û gelek komcivîn der barê beşa jineolojiyê de hatine çêkirin. Jineolojî li tevahî cîhanê bi meraqek mezin hatiye şopandin û di rê de ye ku bibe modela jiyana wekhev û azad. Der barê Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî beşa Jineolojiyê de mamoste û berdevka Jineolojiyê Dîcle Kulîlk armanca fakulteyê û pêşketinên wê di nava çar salan de nirxand.

“Destpêka fakulteya Jineolojiyê”
Dîcle gava yekemîn ji fakulteya Jineolojiyê wiha dinirxîne: “Beşa Jineolojiyê di zanîngeha Rojava de li tevahî cîhanê cara yekemîn e ku hatiye avakirin. Di destpêka rêxistinbûna xwe de em rastî astengiyan hatin, ji ber ku zanista jineolojî di nava civakê de nedihat nasîn. Dema Jineolojiyê xwe li Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî bi rêxistin kir di aliyê mamosteyan de me zehmetî dijiya, ji ber kesek beşa jineolojiyê nexwendibû. Ji bo ku em zehmetiyên xwe derbas bikin me gava yekem mamoste diyar kirin û me hemû li ser zanista Jineolojiyê perwerde kirin. Beşa me di zanîngehê de cara ewil di sala 2017’an de xwe tomar kirin û hêdî bi hêdî xwendekaran serdana beşa me dikirin. Xwendekar hemû bi meraqek mezin nêzî jineolojiyê dibûn, me jî di gava destpêkê de armanc û girêdana Jineolojiyê ji wan re parve dikir. Di destpêkê de hejmara xwendekarên me kêm bû, sedema wê jî ew bû ku Jineolojî nas nedikirin Ji bo ku em Jineolojiyê bidin naskirin me gelek broşûr di nava civakê de belav kirin. Me di aliyê ragihandinê de jî gelek hewl da ji bo ku em zanista xwe bidin naskirin. Bi demê re zanista me di fakulteyê de hat nasîn û me gelek semîner der barê zanista Jineolojî de dida. Li kêleka wê me gelek çavdêrî û lêkolîn amade dikirin. Sala me ya yekemîn ji me re tecrube bû. Ji bo ku em kêmasiyên sala borî nejîn yek bi yek me nîqaş dikir û çareseriyan didît.”

“Jin dikarin enerjiya xwe ya bi hezaran salan derxin holê”
Dîcle armanca Jineolojî di fakûlteyê de wiha tîne ziman: “Zanista Jineolojî di sala 2008’an de ji aliyê Rêber Apo ve di pirtûka sosyolojiya azadî de hat pêşniyarkirin. Dema Jineolojî li Rojavayê Kurdistanê xwe ava kir, pirsa me ya yekem ew bû ku em ê li ser çi bingehê jinan zana bikin. Xwendekarên me beriya ku zanista Jıneolojî binasin, gelek girêdayî nêrîna bav ango birayên xwe bûn. Dema Jineolojî nas dikirin, nû diketin ferqa zîhniyeta baviksalarî. Armanca me jî ew e ku jin bibin xwedî biryar û enerjiya ku bi hezaran salan di hundirê xwe de veşartine derxin holê. Bîrdoziya ku jinan biçûk dixîne, em dixwazin ji holê rabikin û rastiya jinan raxin ber çavan. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinan tê nasîn. Jin hêza xwe di vê şoreşê de bi rêxistin kirin û di aliyê çandî, civakî, aborî, dîplomasî, leşkerî û siyasî de derxistin holê. Şoreşa duyem jî em dikarin bêjin şoreşa Jineolojî ye.”

“2 sal in fakurteya Jineolojiyê heye”
Dîcle Kulîlk li ser perwerdeyên ku di fakulteya Jineolojî de tên dayîn wiha got: “Fakulteya Jinolojî du sal in û her salek jî ji du qonaxan pêk tê. Beriya fakulteyê jî jineolojî di dibistanên amadehiyê de dihat dayîn. Bi dibistana amadehî re jineolojî dibe pênc qonax. Beriya ku xwendekar dest bi fakulteya Jineolojî bikin, weke amadebûn em xwendekaran amade dikin da ku di sala nû de zehmetiyan di aliyê xalan de nejîn. Perwerdeyên ku em di dibistana amadehî de didin mîna zimanê Kurdî, compîtor, têgînên neteweya demokratîk, destpêkek ji bo jineolojî, sosyolojî, bingeha zanist û lêkolînê didin. Di qonaxa fakulteya Jineolojî de perwerdeyên mîna dîroka jinan di destpêka gerdûnê de, di dîrokê de rola jin û mêran çawa tên nasîn, rola jinan di nava olan de, felsefeya feylesofên jin, materyalên ekolojîk, jin di ol û baweriyan de, sosyolojiya azadiyê, etîk-estetîk, pedagojî, rêbazên lêkolîn û wanedayînê dibin û qonaxa herî dawî jî derbasî dibistanan dibin û stajertî dikin. Her wiha di nava perwerdeyan de ya herî girîng jî hevjiyana azad û teoriya rizgarkirina jinê ye ku wê jî dibînin. Ev perwerde jî hem teorîk hem jî pratîkî tên dayîn.”

“Piştî xwendina fakulteyê, xwendekar di nava saziyên jinan de kar didin meşandin”
Dîcle piştî ku xwendekar fakulteyê xilas dikin erka wan wiha dinirxîne: “Piştî fakulte xilas dibe, xwendekarên me di nava saziyên jinan de kar û xebat didin meşandin. Her wiha di dibistanan de dibin mamosteyên jineolojiyê ji refên 10-11-12. Kesên ku Jineolojiyê nexwînin nikarin ewqas wate bidin, loma dema xwendekarên me beşa Jineolojî bi dawî dikin diçin di dibistan û saziyan de zanista jineolojî penase dikin. Em her dem xwendekarên xwe dişopînin û diçin ziyareta wan. Kesên ku bi zanista Jineolojî re mijûl bibin, bi rastî jî di kesayeta wan de jî guhertinên ber bi çav çêdibin. Kesên ku beşa Jineolojî dixwînin dikevin ferq û cudahiya xwe. Tu xwendekarên me heta niha bê kar nemane, ji ber tiştên ku di fakulteyê de xwendine didin civaka xwe.”

“Ji sala 2017’an heta niha çar koman vê beşê xwendine”
Dîcle rewşa xwendekaran di fakulteyê de wiha rave dike: “Ji 2017’an ve 4 komên xwendekaran li gel me çêbûn. Ya yekem derçûne û di nava sazî û dezgehan de kar û xebat dimeşînin. Koma duyem jî beriya çend mehan projeya derçûnê bi dawî kirin û li benda mezûniyetê ne. Koma sêyem jî niha sala duduyan dixwînin û di nava kursan de ne û koma çaran jî niha dibistana amadehî xilas kirine û dest bi fakulteya Jineolojî kirine. Weke hejmar diyar nîn e lê di beşa me de xwendekarên jin gelek in. Di nava pêkhateyan de Ereb jî serdana me dikin. Kesên ku li gel me dest bi xwendinê kirin û dema diçin mala xwe jî ew bi xwe dibêjin malbata me ji me re dibêjin gelek guhertin bi we re çêbûye. Heta gelek pêkhateyên Ereb pêşniyar kirin ku di fakulteya Jineolojî de beşa Erebî jî were dayîn. Elbet em vê pêşniyarê di ber çavan de derbas dikin. ”

“Di fakulteyê de jiyana wekhev”
Dîcle herî dawî jî diyar kir ku wan di nava fakulteyê de civakbûnê ava kirine û wiha bi dawî kir: “Li derveyî Rojavayê Kurdistanê jî pêkhateyên Elman jî fakulteya Jineolojî bala wan dikişand. Heta me çend semînerên hevbeş jî bi pêkhateyên Elman re pêk anîne. Niha pirtûkek jî li ser tundiya li ser jinan ji aliyê me ve tê amadekirin. Dema me fakulteya Jineolojî vekir, ji derve jî gelek mêvanên me hatin û tevli semînerên me dibûn. Her wiha kesên ku ji derve dihatin jiyan, dan û standênên me gelek bala wan dikişand. Civakbûna ku me ava kiriye her kesê bi bandor dike. Ji bo têkiliya xwendekaran hîn bêtir bi hev re hebin em komên semîneran ava dikin. Niha jî di nava xwendekar û mamosteyan de tu ferq û cudahî nîn e em di vê fakulteyê de jiyana wekhev dijîn. Perwerdeyên ku mamoste û xwendekar didin her du mil jî gelek sûdên mezin ji hev digrin. Pergala ku tenê mamoste perwerde bide û xwendekar bikevin ezmûnê nîn e. Divê her du mil jî berpirsyariya hev bizanibin û wisa tevli perwerdeyan bibin. Niha di xwendina me de herî zêde guftûgo û danûstandin li pêş e. Min xwendekarên xwe fêrî rêbaza lêkolînê dikir û wan jî lêkolînên ku dikirin zindî zindî ji min re şîrove dikirin, ev yek jî serkeftina herî mezin e.[1]
RONAHÎ NÛDA

Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 2,489
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
HashTag
Fonti
[1] | کوردیی ناوەڕاست | jineoloji.org
Articoli collegati: 10
Gruppo: Articoli
linguaggio articoli: Kurmancî
Publication date: 15-07-2022 (3 Anno)
Libro: Donne
Publication Type: Born-digital
Tipo di documento: Lingua originale
Technical Metadata
Qualità Voce: 99%
99%
Aggiunto da ( سارا کامەلا ) su 06-10-2022
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( ئاراس حسۆ ) su 07-10-2022
Questa voce recentemente aggiornato da ( ئاراس حسۆ ) in: 06-10-2022
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 2,489
QR Code
  Nuovo elemento
  Voce a caso ! 
   
  
  pubblicazione 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 0.781 secondo (s)!