Amed Tîgrîs (Amed Meki Tigris) di sala 1948an de li Licê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Licê û ya mamostetiyê jî li Erxeniyê xwendiye. Di sala 1980î de li Stockholmê bi cih bûye. Li wir di dibistanên swêdî de bi awayekî fermî bi qasî 25 salan mamostetiya kurdî kiriye. Di nav komîteyên amadekariya pirtûk û materyalên kurdî de kar kiriye. Demekê serokatiya Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê kiriye. Ji bo wergera pirtûkên zarokan ji swêdî bo kurdî bi salan di redaksiyona Weşanxaneya APECê de xebitiye. Di Med TV de bi navê ‘‘Rojbaş mamoste, Dibistana kurdî û Xwendegeha kurdî’’ de bernameyên perwerde û hînkirinê amade û pêşkêş kiriye. Bi wergeran ve heta niha nêzîkî 30 pirtûkên wî derketine.
Em babete bezimanî (Kurmancî - Kurdîy Serû) nûsirawe, klîk le aykonî
bike bo krdineweyi babeteke bew zimaneyi ke pêyi nûsirawe!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Em babete 13,165 car bînrawe