Girê Muhemed Diyab di nava sêgoşeya herêma Xabûr de ye. Li rexê çepê ji newala Jerah re. Gir dûrî bajarê Tirbesipiyê dora 12 km ji aliyê başûr ve û dûrî bajarê Qamişlo 34km bi aliyê başûrê rojhilat ve. Ev gir ji cihên girîng e li bakurê mezopotamyayê bi taybet di herdu qonaxên Bronz ên keven û navîn de û ev girîngiya han ji cihê wî yê stratijik ku li ser riya bazirganî ya kevin a ku Asûr û Kaniş (Keyseri li Tirkî) digihîne hev; tê. Rúbera gir a navendi dighêje 12 hiktaran û bi girên derdora xwe rûberek dihêje 59 hiktaran; saz dike. Bilindbûna gir ji deşta derdorê 21 m. Qonaxên yekemîn ên niştecihbûnê li vi cihi vedigerin destpêka hezarsala 3an b.z (Neynewa5 û destpêka bereyên zûtirin)
Di destpêka hezarsala dudiyan de b.z bajar fereh, geş û xweş bû. Guhertinên nû li nexşê bajêr çêbûn ku perestgeh avabûn, taxa nişîngeriyê ya kevin berfereh bû, taxeke nû li cihekî din avabû, goris tanek hat diyarkirin û sera berfereh bû, di riya avakirina odeyên nû re.
Du têblêtên mîxî, muhreke stonî û gelek xilik û qehfîq ên şêwazê Xabûr û Nozî yên ku vedigerin qonaxa Hûrî- Mitan; hatin dîtin. Bajar xweş û geş ma ta nîvê duyem ji hezarsala dudiyan b.z, piştre ev bajar hat valakirin û sedema valakirina wê ta anha nediyare.
[1]
Navenda Parastina Şanwaran-Ristem Ebdo
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî), klikk på ikonet
for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 892 ganger
Skriv din kommentar om dette elementet!