Kurtejiyana çalakvan û derûnasê Kurd Bangîn Ebdela
Bangîn Ebdela di dîroka 22.02.1989'an de li bajarê
KobanîKobanî ya ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Bawernameyên Zanistî:
- Ji aliyê yekîtiya cîhanî ya perwerdekarên bernamekirina zimanî ya mejî ya Emerîkayê ve dibloma wergirtiye.
- Ji saziya perwerdekariya porofosyonel a cîhanî bawernameya TOT ya avakirina mirovî û bernamekirina zimanî ya mejî wergirtiye.
Kar û xebatên ku di warê derûnasiyê de kirine:
- Di rêxistina MDM NGO de di beşa tenduristiya mejî de li Sirîn, Xanik û Çelebiyê kar kiriye.
- Bawernameya rêveberiya (+PM) ya alîkarî dernûnî bo temen-mezinan di civaka ku rastî eziyetê hatine bi dest xistiye.
- Bawernameya perwerdehiyê di derbarê kovid-19 de bi dest xistiye.
- Wekî mamosteyê derûnasiyê di komela Çav ya koran de kar kiriye.
- Wekî pêşkêşvanê bernameya li ser derûnasiyê û perwerdehiya zarokan de kar kiriye.
- Di radyoya Can Fm de bi serenava çawa tu armanca xwe pêk bînî, pêşkêş kiriye.
- Wekî mêvan di gelek tevevizyonên mîna Azad, Ronahî , radyoyaya Miştenûr, Kobanî , Sewan de mîna şêwermendê derûnasiyê xelekên cihêreng de beşdar bûye.
- Ew niha wekî lêkolîner di navenda sûrî ya lêkolînan de dixebite.
Di warên mamostetî û dersdayînê de:
- Di warê bernamekirina zimanî ya mejî û avakirina mirovî de, bi sedan mamosteyên Sirîn, Minbic, Qamişlo û Kobanî perwerde kirine.
- Wekî perwerdekarê avakirina mirovî û şêwermendiya malbatî gelek kargeh li yekîtiya rewşenbîrên kobanî bi rêve birine.
- Perwerdehiya rêbazên wanedayînê di peymangeha bilind a amadekirina mamosteyan de daye.
- Wekî mamoste û perwerdekar li ser medya sosyal û karûbarên malbat û civakî perwerde dane.
- Wekî serokê komîteya lêkolînên perwerdehî di desteya perwerdehiyê ya rêveberiya xweser de kar kiriye.
- Bi serpereştiya rêxistina MRFS wekî berpirsê xişteyan di navenda Miştenûr ya tenduristî de xebat kiriye.
Kar û barên rêveberiyê:
- Serokê komîteya lêkolînên perwerdehiyê di desteya perwerdehiyê ya rêsveberiya xweser de.
- Serokê yekîtiya rewşenbîran a herêma Kobaniyê.
- Bi serpereştiya rêxistina MRFS wekî berpirsê xişteyan di navenda Miştenûr ya tenduristî de xebat kiriye.
Kar û barên ragihandinê:
- Berpirsê nivîsgeha rojnemegeriyê di rêxistina Hêvî de.
- Berpirsê nivîsgeha ragihandina giştî li Hîmoya Qamişloyê.
- Wekî çalakvanekî rojnemegeriyê, di warê nivîsîna nûçeyên li ser aloziyên mirov di gelek malperan de nivisiye.
Kar û barên nivîsînê:
- Mîna lêkolîner dinavenda Sûrî ya lêkolînan de.
- Nivîsandina gotaran di malpera Sibe ya dijîtal û rojnameya Sibe de
- Nivîsîna gotaran di malpera Yekîtiya Rewşenbîran de.
- Nivîsîna helbestan û amadekariya dîwaneke helbestan dike.
- Nivîsîna kurteçîrokan û çîrokên li ser derûniyê jî li ser ber çapê ye.
[1]