Agahiyên şehîd:
Nasnav: Akîf Bagok
Nav paşnav: Abdûllah Akcan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Meryem-Şehmûs
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Îlona
2020 / Wan
Kurtejiyana şehîd:
Hevrêyê me Akîf li qada Bagokê ya Mêrdînê ji dayik bû ku vê herêmê gelek nirx tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kiriye, pîvanên xwe yên welatparêziyê bi van nirxan xurt kiriye, bi dehan gerîla lê şehîd bûne û timî bûye mijara destan, stran û çîrokên gel. Malbata hevrêyê me Akîf êşkenceyên dewleta Tirk a qirker faşîst ên li ser gelê Kurd ji nêz ve dît û ev êşkence li wan hate kirin. Lewma jî hişmendiya welatparêziyê pê re xurtir bû. Hevrêyê me Akîf ji ber ku ji nava malbateke bi vî rengî têgihiştî û welatparêz bû, her wiha ji ber li nava derdoreke wiha mezin bû, têkoşîna azadiyê zû nas kir. Hîn di temenê biçûk de ji têkoşîna azadiyê û gerîla gelekî hez kir û hurmet nîşan da. Di salên ciwantiyê de biryar da ku çeka hevrêyên xwe yên şehîd bûne li erdê nehêle û sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî bû hişmendiya xwe ya welatparêziyê xurtir kir û ji bo bibe şervanekî azadiyê bi gavên ji xwe bawer bi pêş ve çû, ji bo xwe bigihîne asta kesayetiya milîtan a Apoyî gelekî hewl da. Hevrêyê me Akîf ku gelekî dilsozê hevrêyên şehîd bû, ji bo xwedî li bîranînên van hevrêyan derkeve û têkoşîna wan mezin bike, gelekî hewl da. Hevrêyê me Akîf perwerdeya wergirtî hewl da bixe meriyetê û tiştên hîn bûye bi hevrvêyên xwe re parve bike. Bi vê taybetmendiyax we hem hîn dibû hem jî hîn dikir. Bi perwerdeyên leşkerî yên wergirtî ji bo bibe gerîlayekî profesyonel gelekî bi pêş ve çû û bi qasî qada leşkerî li qada îdeolojîk jî xwe şareza kir. Bi rêya perwerdeyên wergirtî hevrêyê me Akîf şareza bû û berê xwe da xaka pîroz a gerîla Botanê. Li Botanê tevlî bi dehan çalakiyan bû ku derb li dijmin hate xistin. Ne tenê bi çalakîbûna xwe her wiha bi sekn û biryardariya xwe ya li nava jiyanê xwedî li îdeolojiya Apoyî derket û bi vî rengî derbên giran li dijmin xist.
Hevrêyên me Têkoşer, Şervan, Baran û Akîf bi wêrekî û fedakariya xwe di demeke kurt de li qada Botanê li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Bi tevlîbûna xwe ya bi kedkarî, wezîfe û berpirsyariyên xwe yên li Botanê bi rengekî serketî bi cih anîn. Em gelekî bi şens in ku bi milîtanên Apoyî yên welê hêja re man û têkoşiyan. Em soza xwe dubare dikin ku xwîna van şehîdên xwe yên leheng li erdê nehêlin û armanca wan a mezin; azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê misoger bikin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyê me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
[1]