Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 38 zarokên sêwî yên
DAIŞDAIŞ`ê bi belgeyeke fermî û peymanên protokolî radestî hikumeta Federal a Rûsyayê kir ku Rêveberiya Xweser û Rûsya li
QamişloQamişlo belge îmze kirin.
Dema şandeyeke fermî ya Rûsyayê bi serokatiya Komîsera Mafên Zarokan a Serokê Rûsyayê Maria Lvova Belova serdana Qamişlo kir û hevdîtin bi rayedarên Rêveberiya Xweser re li navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, xebata radestkirina zarokan pêk hat.
Ji aliyê Rêveberiya Xweser ve endamê Desteya Rêveberiyê ya Daîreya Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm di protokola radestkirinê de hazir bû.
Nûçegihanê me ragihand ku radestkirin piştî lidarxistina civînekê di navbera her du aliyan de û di civîneke çapemeniyê de bi beşdariya dezgehên çapemeniyê yên xwecih û navneteweyî radestkirin pêk hat.
Di cîvînê de Komîsera Mafên Zarokan a Serokê Rûsyayê Maria Lvova Belova behsa rola Rêveberiya Xweser di têkoşîna li dijî terorê de û dosyaya malbatên çeteyên DAIŞ`ê kir.
Maria Belova spasiya Rêveberiya Xweser kir û got Rûsya Federal xebatên wê yên ji bo pêkanîna erk û xebatên mirovî bi erênî dinirxîne û dê welatê wê li hember hemlwelatiyên xwe pabendî erkên xwe yên mirovî be.
Di cîvînê de Xalid Îbrahîm teqezî bi pêwîstiya sekna li hember çeteyên DAIŞ`ê kir û got divê civata navneteweyî erkên xwe bi rêya pêşkêşkirina desteka siyasî, aborî, xêrxwazî û ewlehî ji herêmên Rêveberiya Xweser re pêk bîne û hemwelatiyên xwe vegerîne.
Piştî civînê, şandeya Rûsî 38 zarok bi xwe re birin.
[1]
ANHA