图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
的地方
皮兰沙赫尔
08-09-2024
شادی ئاکۆیی
传记
加扎利
19-08-2024
شادی ئاکۆیی
传记
尼扎米
12-08-2024
شادی ئاکۆیی
传记
马斯图拉·阿达兰
11-08-2024
شادی ئاکۆیی
的地方
萨勒马斯
07-08-2024
شادی ئاکۆیی
传记
迪尔达尔
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
传记
巴赫特雅尔·阿里
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
统计属性
文章
  538,105
图片
  110,074
书籍
  20,270
相关文件
  104,011
Video
  1,539
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
306,387
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
89,953
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,024
عربي - Arabic 
30,707
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
18,235
فارسی - Farsi 
9,815
English - English 
7,580
Türkçe - Turkish 
3,669
Deutsch - German 
1,697
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
348
Nederlands - Dutch 
130
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Español - Spanish 
55
Polski - Polish 
55
Հայերեն - Armenian 
52
Italiano - Italian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
6
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
文章 
3
烈士 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
MP3 
324
PDF 
31,378
MP4 
2,535
IMG 
201,503
∑   总计 
235,740
传记
马斯图拉·阿达兰
传记
加扎利
的地方
皮兰沙赫尔
烈士
玛莎·阿米尼之死
Xweza nasnameya kurdan e
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0

Hisên Cimo

Hisên Cimo
Xweza nasnameya kurdan e
#Rizoyê Xerzî#

Dewletên zordest bi sedan sal in ji aliyekî ve kurdan di qirkirinê de derbas dikin ji aliyê din ve jî hewl didin xwezaya Kurdistanê wêran bikin.
Derbarê êrîş û talankirina xwezaya Kurdistanê, birîna daran, avakirina bendavan, kêmkirina ava çemê Dicle û Firatê û planên talankirin û qirkirina sirûşta kurdan de me bi nivîskar û lêkolînerê kurd #Hisên Cimo# re hevpeyvîn çêkir.
$Li bakurê Kurdistanê koçkirina gel a ji cih û warên wan, avakirina bendavan di jiyana mirovan û xwezayê de texrîbateke çawa bi xwe re anî?$
Ji dema peymana Lozanê de beriya ku komara Tirkiyeyê were avakirin, civaka navneteweyî peyamek dabû tirkan. Ji wan re gotibûn heke hûn dewletekê ava bikin divê dewleteke li ser bingeha nîjadperestiyê be. Beriya wê jî tirkan li ser avakirina netewe dewletekê û çawa dewleteke nûjen ava bikin lêkolîn dikir. Nîjadperestî di nava siyaseta wan de hebû lê hîna nehatibû damezrandin. Di Lozanê de biryar girtin ku divê dewletek yek ziman be, yek al be, yek gel be û yek nasname be. Dema tirkan ev biryar girtin berê xwe dan Kurdistanê. Lewre jî ji destpêkê de nêzîkatiya wan ji bo Kurdistanê pir dijwar bû. Dema şoreşek çêdibû êrîş dikirin, serokê şoreşê dikuştin, gelê wê herêmê koçber dikirin. Lê piraniya gel li cihê xwe diman, kirasê gel nedihate guhertin. Piştî Lozanê kurd li dijî polîtîkayên tunekirinê ketin pêvajoyeke dîrokî ya nû.
Dewleta tirk planên xwe li ser her tiştên kurdan çêkiribûn, heta planên wan ji bo dar û berên Kurdistanê jî hebûn. Her wiha planên tirkan ji bo çand û hunera kurdan, stranên wan û her tiştên wan hebûn. Wekî mînak koçkirina gelê herêmê û avakirina bendavan parçeyeke vê planê ye. Di her planekî wan de diviyabû tiştek bi serê Kurdistanê de were û tevî xwezaya wê bê kuştin. Çi geşdanek hebe divê kurd bi hezaran werin koçberkirin. Em dikarin mînakek din jî di vî warî de bidin romannûs Yaşar Kemal. Kemal di romana xwe ya Dara Hinarê de ev mijar baş şîrove kiriye. Geşedan û nûjenkirina wan çi bi serê cotkarên kurd anî? Çawa û bi çi dînamîkê rola xwe li ser civaka kurd dilîze? Divê ev mijar baş were fêmkirin. Kurd û xweza wekî nasnameyekê ne, xweza nasnameya kurdan e. Her ku dewleta tirk bibêje geşdaneke me ya nûjenkirinê heye wê gavê divê were zanîn ku li dijî kurdan polîtîkayeke qirêj dixin dewrê. Wekî mînak; avakirina bendavan, di encama wê de bi hezaran kurd ji cih û warê wan dike. Armanc ne ew e ku jiyana kurdan hêsantir û xweştir bikin. Armanca wê koçkirina kurdan e. Her tiştên ku ew navê nûkirinê lê dikin ji bo kurdan qirkirineke, her nûkirin qirkirin e.
$Kêmkirina ava çemên Dicle û Firatê dê bandoreke çawa li jiyana gelên Iraq, Sûriyeyê û xwezaya wê herêmê dike?$
Bi rastî birîn û kêmkirina ava Dicle û Firatê bandoreke gelekî xerab hem li ser xwezayê û hem jî li ser jiyana civaka ku li wir dijîn dike. Jixwe ev yek di felsefeya dewletên nijadperest de heye. Dewleta tirk dixwaze çareseriyekê tenê ji gelê xwe re bibîne. Nîjadperestî û mirovatî li dijî hev dixebitin. Lewre ji wan re ne girîng e ku kêmkirina avê zirarê dide xweza û mirovan. Lê tenê li berjewendiyên xwe dinêre.
Îro em bala xwe bidinê ji Cerablusê heta Kendavê jiyan li herdu aliyên çemê Firatê bi rastî jî gelekî xerab bûye. Gelê herêmê li şûna ava zelal ava şêlû û genî vedixwe. Em dibînin ku bê bi kêmkirina avê re bandoreke çawa li ser gelê herêmê çêdike. Va ye em dibînin ku ji ber av qirêj bûye gelên Sûriye û Iraqê yên li ber vî çemî ne bi nexweşiya kolerayê dikevin. Dewleta tirk gelek caran ava çemê Firat bi carekê radiwestîne. Piştî ku av tê berdan, ew av qirêjiyê bi xwe re tîne û ev ava qirêj nexweşiyan bi xwe re tîne. Li Hesekê zêdeyî milyonek kes lê dijîn. Çeteyên girêdayî dewleta tirk ava îstasyona Elokê ji ser gelê vî bajarî yan ji binîve dibirin, an jî kêm dikin. Bi vî awayî bajar bê av dihêlin. Jixwe li Hesekê hema bêje derdora ji sedî 50 kurd û ji sedî 50 ereb lê dijîn, lê ez bawerim heke ji sedî 10 jî kurd li wir hebûna dewleta tirk ji bo zirarê bigihîne wan dê her tiştî bikira.
Di van salên dawî de birîna daran li çiyayê Kurdistanê zêde bûye. Gelo çima ev talankirin û qirkirina xwezayê bala saziyên ku dibêjin em parastina xwezayê dikin nakişîne û çima li dijî vê qirkirinê bêdeng dimînin?
Ev pirsgirêkeke girîng e. Saziyên navneteweyî li hemberî binpêkirina mafê kurdan bêdeng dimînin. Hemû saziyên navneteweyî xwediyê wê hene û her wiha xwediyên wê yên veşartî jî hene. Xwediyên wê yên veşartî beşekî ji civaka navdewletî ye. Ew civaka navdewletî hertim dewleta nîjadperest diparêze. Lewre hevkariyeke navdewletî heye. Wekî mînak; bertek û nerazîbûnên navdewletî yên Ewropa û Amerîkayê ji bo serbestberdana Osman Kavala (tevî rêz û hirmeta min ji mafdarî û dilsoziya wî re) hatin kirin. Nîvê wan bertek û nerazîbûnan li hemberî qirkirina gelê me yê Efrînê nehat kirin. Li Efrînê 200-300 hezar kes bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Gelê me yê ku li wir maye jî mal û milkê wan tê talankirin, gef lê tên xwarin. Di bin zordariya gefa kuştin û girtinê de dijîn, darên wan ên zeytûnan tên birîn, hilberîna zeytûnên tên talankirin û dizîn. Gelo li hemberî van binpêkirin, talankirin û birîna darên Şirnexê çima dengê xwe nakin? Ev saziyên navdewletî dema ku rexneyan li Tirkiyeyê dikin ew di hin mijarên bêbandor de lê dikin. Ji bo nîşan bidin ku qaşo va ye peywira xwe bi cih anîne! Wekî mînak; Osman Kavala şexseke ku derkeve jî dê bandorekê li ser dewleta tirk neke. Lewre saziyên navdewletî di mijarên wiha bêbandor de carînan hin rexneyan li dewleta tirk dikin. Lewre heta xwezaya Kurdistanê jî kirine qurbana siyaseta navdewletî. Lewre di navbera wan û saziyên navdewletî de hevkarî heye û çavên xwe li birîna bi milyonan daran digiri. Çavên xwe ji ser qirkirina xwezaya Kurdistanê digirin û bi mijarên din ên biçûk û tiştên ku bandoreke mezin li ser dewleta tirk neke xwe mijûl dikin.
$Ev talan û qirkirin dê li ser gelê herêmê, xweza û avhewayê encamên çawa bi xwe re derxe holê?$
Heta îro em dibînin ku dewleta tirk hemû planên xwe yên li dijî kurdan bi hêsanî dimeşîne. Sedema vê jî ji ber ku tu astengî li pêşiya wê tune ye. Tu kesekî ku jê re bibêje tu çi dikî tune ye. Ev ji peyama Lozanê destpê dike û heta îro didome. Di wê peymanê de tirk di sînorê welatê xwe de çi bike, dewleteke eleqeya xwe jê nayne. Ev jî bingeha hevkariya dewletan nîşan dide . Talat Paşa ku serkêşiya Jon-Tirk û cemiyeta Itîhad û Tereqî dikir, wê demê heyetek şandibû Kurdistanê û li wir lêkolîn kiribûn. Ev lêkolîn bi serkêşiya Ziya Gokalpê ku bi eslê xwe kurd e dihatin kirin. Lewre Itîhad û Tereqî siyaseta xwe ya qirêj li gorî wan lêkolînan amade kir û dawiyê xist meriyetê. Di wê demê de Talat Paşa gotibû Kurdistan ji bo me qutiyeke girtî ye. Em dibînin ku piştî damezrandina komara Tirkiyeyê û heta îro heman siyasetê li dijî kurdan tê meşandin. Hîn jî wekî qutiyeke girtî li Kurdistanê dinêrin.
Xebat û têkoşîna kurdan a ku tê kirin jî astên wê hene, divê gelê me wê yekê zanibe ku ev siyaseta qirêj a li dijî kurdan û xwezaya wan tê kirin beşeke ji siyaseta kûr e. Bêguman xelekên wê siyasetê û bandora wê jî heye. Xeleka herî kêm jî bandorê jiyana gel dike. Divê gelê me û rêxistinên me jî li ser vê xalê baş bifikirin. Em dibînin ku planeke dewletê ya li dijî hebûna kurdan heye. Gelo li gorî vê planê, plana me ya berxwedanê heye û niha di çi astê de ye? Lewre divê planeke kurdan jî ya berxwedanê hebe.
$Çawa mirov dikare pêşiya vê talan û qirkirina xwezayê bigire?$
Divê kurd di her astê de û di hemû aliyan de planên xwe pêş bixin. Ji bo xebatên di warê parastina xwezayê de divê em têkliyên xwe xurt bikin. Bi taybetî jî divê em têkiliyên xwe bi hin saziyên navdewletî yên ku hîna ji xwe fedî dikin re deynin. Ji ber ku em nikarin dewletan wekî muxatab bigirin divê em têkliyên xwe bi saziyan re xurt bikin. Em dikarin siyasetmedaran, parlamenterên welatan muxatab bigirin. Ji aliyekî din ve roleke mezin dikeve ser çapemenî û medya kurd. Divê ew her dem raporên van binpêkirinên ku li Kurdistanê dibin biweşîne, heta ew dikarin gelek caran wan dubare jî bikin. Derdê kapîtalîzmê li her derê pere û karkirin e. Lê meseleya Tirkiyeyê ne wiha ye mesele ne tenê kar û pere ye, mesele qirkirina kurdan û xwezaya wan e. Civaka tirk jî ji ber dewletê diparêze ew qet dengê xwe nake. Li dijî xwezaya kurdan siyaseta tunekirinê dimeşîne. Divê mirov baş bizanibe planên wan çi ne. Wekî mînak; herî dawî li Dêrsimê li ser çemê Munzurê dixwazin çi bikin. Divê ji bo deşîfrekirina vê plana wan roj bi roj lêkolîn bê kirin. Divê lêkolîner, rojnameger û nivîskarên kurd vê yekê ji xwe re bikin mijar lêkolînê û li ser wê lêkolîneke berfireh çêbikin. Dema ku dewleta tirk li deverekî Kurdistanê behsa projeyekê bike divê demildest mirov bi guman nêzîkî wê bibe û li ser wê lêkolînê bike. Gelo çi di bin wê planê de heye? Dibe ku ew bibêje planeke me ya ji bo pêşxistina çandiniyê li vê deverê heye, divê kurd lêkolînê bikin û armanca wan a rastî ji wê projeyê derxînin holê. Her wiha gelê xwe derbarê armanca rastî ya wê projeyê de hişyar bikin. Mirov dikare li vir mînaka naçeya Sûrê ya Amedê wekî nimûne bibîr bixe. Beriya destwerdana Sûrê tankên dewleta tirk nikaribûn derbasî nava kuçe û kolanên Sûrê bibin lê bi wê destwerdanê kolan fireh kirin û niha dikarin derbasî nava kolanan bibin. Li gorî hişmendiya wan bajarên ku tankên dewleta tirk nikaribin di kolanên wê de derbas bibin divê ew bajar tune bin. Bi vê hişmendiyê êrîşî Sûrê kirin. Divê em vê yekê tu caran ji bîr nekin û baş zanibin ku îro çi tiştên bi serê gelê kurd tê li gorî proje û plana hatiye amadekirin, tê.
$Hisên Cimo kî ye?$
Nivîskar û lêkolînerê kurd Hisên Cimo di sala 1983’yan de li herêma Şehbayê hatiye dinyayê. Cimo ev 15 sal in li herêma Kendava Ereban dijî. Li wir rojnamegeriyê dike û di heman demê de li Navenda Lêkolîna Kurdî xebatên xwe dimeşîne. Cimo di warê parastina xwezayê de jî gelek lêkolîn û nivîsên wî hene û wekî çalakvanekî parastina xwezayê tev digere. Heta niha 2 pirtûkên bi navê Dîroka Siyasî ya Nqişbendîtiya Kurdî û Al-Anbar (Iraq) hatine çapkirin. Cimo xebatên xwe yên rojnamegerî û lêkolîneriyê bênavber didomîne.[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,051
关于这个项目,您的评论!
HashTag
挂钩项目: 8
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 05-10-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 地理
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 09-03-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on09-03-2023
此产品最近更新( سارا ک ):09-03-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,051
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
马斯图拉·阿达兰
11-08-2024
شادی ئاکۆیی
马斯图拉·阿达兰
传记
加扎利
19-08-2024
شادی ئاکۆیی
加扎利
的地方
皮兰沙赫尔
08-09-2024
شادی ئاکۆیی
皮兰沙赫尔
烈士
玛莎·阿米尼之死
15-09-2024
شادی ئاکۆیی
玛莎·阿米尼之死
新项目
的地方
皮兰沙赫尔
08-09-2024
شادی ئاکۆیی
传记
加扎利
19-08-2024
شادی ئاکۆیی
传记
尼扎米
12-08-2024
شادی ئاکۆیی
传记
马斯图拉·阿达兰
11-08-2024
شادی ئاکۆیی
的地方
萨勒马斯
07-08-2024
شادی ئاکۆیی
传记
迪尔达尔
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
传记
巴赫特雅尔·阿里
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
统计属性
文章
  538,105
图片
  110,074
书籍
  20,270
相关文件
  104,011
Video
  1,539
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
306,387
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
89,953
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,024
عربي - Arabic 
30,707
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
18,235
فارسی - Farsi 
9,815
English - English 
7,580
Türkçe - Turkish 
3,669
Deutsch - German 
1,697
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
348
Nederlands - Dutch 
130
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Español - Spanish 
55
Polski - Polish 
55
Հայերեն - Armenian 
52
Italiano - Italian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
6
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
文章 
3
烈士 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
MP3 
324
PDF 
31,378
MP4 
2,535
IMG 
201,503
∑   总计 
235,740
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.83
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!