图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,784
图片 106,249
书籍 19,332
相关文件 97,272
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
AHMEDÊ XANÎ SERGIR BÛ?
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
AHMEDÊ XANÎ SERGIR BÛ?
Netkurd 09-07-2005
#Mûrad Ciwan#

Berî çendekê li Bayezîdê festîvalek hebû. Bi minasebeta festîvalê perdeya peykerê Ahmedê Xanî jî hat hilanîn. Niha li parka Bayezîdê Ahmedê Xanî bi girseyî, bejnbilindî û xurtî û ezameta xwe bala xwe dide kesên ku seredana parkê dikin û digerin.
Wêneyê peykerê Xanî di hin weşanan de; di vê navberê de di Netkurdê de jî derket. Gava min bala xwe da peyker û ew girseyî, liserxweyî, bejnbilindî tê de dît, ez fikirîm ku gelo ê ku ev peyker çêkir, di encama kîjan lêkolînan de gihaşt wê qenaetê ku Ahmedê Xanî divê yekî wiha gir ê bibejn be.
Hûn ê bêjin de li gor teswîreka xeyalî ya peykertiraş wî forma xwe stend. Dibe ku welê be. Qasî ku ez dizanim piştî azadbûna herêma Kurdistana Başûr li hin bajaran, li meydanan û li hin avayiyan peyker û bustên Ahmedê Xanî hatin danîn. Ez meraq dikim, meriv wan li gel hev û li gel peykerê parka Bayezîdê bide ber hev, gelo ê çend Ahmadê Xanî jê derkevin.
We bi xwe jî dîtiye, wêneyên Ahmedê Xanî yên temsîlî hatine nexişandin, her yek bi awayekî ye, hin pîr in, hin esmer in, hin kej in, lê piranî bigoşt in, li ser xwe ne, tu yê bêjî xwîn ji hinarîkên wan dipijiqin. Mişterekiyeka din a wan jî ew e ku ew naşibin hev.
Tew demeka berê min li ser bergeka pirtûkekê fotografekî rîsipîyekî pîr ê bi ebayek qubbe û bi kumekî dît ku li binî digot ”Ahmedê Xanî”. Her eynî fotograf demekê di malperekê de hat weşandin. Ez fikirîm gelo di dema Ahmedê Xanî de kamera hebû yan na… Pişt re tiştekî din ket bîra min: gelo Ahmedê Xanî ew qas umur kiribû ku kalekî pîr ê extiyar derket ber kamerayê û wêneyê xwe kêşa.
Qasî ez dizanim ew di 1650-51ê de ji diya xwe bûye û wî di 1707 an 1709ê de jî wefat kiriye, yanî pirtirîn 57 an 59 sal umur kiriye. Yekî ku di 59 saliya xwe de wefat bike çewa ew qas pîr ê derkeve ber kamerayê? Ez yariyan nakim, gelek çaran gava resimên wî tên nexişandin û peyker û bustên wî tên çêkirin jî ew di ser 60-70 saliyê re tê teswîrkirin.
Di pirtûka Alaeddîn Seccadî ya bi navê Mêjûyî Edebî Kurdî de taswîrek li ser Ahmedê Xanî heye, gava meriv dixwîne meriv şaş û heyirî dimîne ku mamoste tu dibêjî qey eynî li cem wî rûniştiye û wî teswîr dike. Alaeddîn Seccadî wiha dibêjê: ”Şêx Ahmedê Xanî, her wekî car bi car neql dikin, dibêjin merivekî girepeya bû, li gor laşê wî serê wî mezintir bû, çavên wî piçûk û geş bûn, riya wî top bû û gellek reşayî tê de mabû.” Yanî yekî sergirê qelew ê esmerê porreş…
Helbet di serî de em karin mesela fotograf bavêjin aliyekî, gelek ebes e… Eşkere ye ku di sedsala 17ê de kamera tunebû û ne mimkin e ku fotografê wî hebe.
Ji alî resim, peyker û bust an nivîsên teswîri de jî bi qeneta min diviya şaşîtiyên ew qa mezin û agahiyên nelihev tunebûna.
Ez ne pisporê hunerên sipehî me, ne heddê min e dersan bidim hunermend, resam û peykertiraşan. Lê gava ez serî li mantiqa xwe didim, ez dibêm qey diviya li pişt her teswîrekê an afirandineka portreyî lêkolînek hebûya, çi faktayên li ser hebûna Ahmedê Xanî ya fîzîkî û derûnî hene bihatana derxistin û teswîreka li gora wê bihata dayin.
Gava meriv li van berheman dinêre bi xemgînî meriv dibîne, ne ku tu lêkolîneka pisporî ya zanistî li ser civandina faktayan nehatiye kirin, wan ew agahiyên li ber çavan jî nedîtine. Mesela; ji bo meriv zanibe ku meriv nikare Ahmedê Xanî ji 57 an 59 saliya wî zêdetir kal nîşan bide ne lazim e ku meriv lêkolîneka kûr û dûr bike, ev agahî hema hema di her nivîsa li ser jiyana wî de heye.
Ji xweşbextiyê re Ahmedê Xanî di hin berhemên xwe de hin nîşanên din jî dane ku meriv kare teswîreka pirtir nêzî rastiya wî bike. Qasî meriv ji teswîrên wî bi xwe tê digihê meriv dibîne ku ew qet jî ne merivekî girepeya, rûgirover, sermezin û pirç reş e.
Di Memû Zînê de Ahmedê Xanî gava pesnê xweşikiya Sitî û Zînê dide yekê esmer û ya din jî zerî destnîşan dike. Di teswîra Xanî de Sitî esmer û Zîn jî zerî ye:
Yek esmer û ya duwê zerî bû
Yek horî û ya duwê perî bû
Pişt re li derekê gava Mîr red dike ku Zînê bide Memê û Memê davêje zîndanê, Zîn dikeve hundur, nema derdikeve, ji derd û kulan nexweş dikeve. Îjar gava Ahmedê Xanî vê Zîna zerî ya nexweş teswîr dike, wê zeîf weka mû, zer weka zaferanê nîşan dide û dibêje ku ewa wek mû, bûye wek rengê Ahmedê Xanî:
Ew rengî zeîf û jar bûbû
Goya ku bi cismî tayê mû bû
Ew mû geriya ji zaferanî
Teşbîhê bi rengê rûyê Xanî
Ji van beytan jî meriv tê digihê ku Ahmedê Xanî bi kêmasî yekî zeîf ê kejik (zer) bû ne ku sermezinekî esmer ê girover.
Ev teswîra Xanî ya ku wî li ser xwe daye, ne bi tesadufî di şiireka wi de jî hatiye ducarkirin.
Ew Xanîyê dildade ye, meşreb ji rengê bade ye
Derdê wî yarek sade ye, lew her zeîf û rengzer e.
De baş e ê çawa be îjar? Meriv çi bike ku peyker, bust û resimên Xanî nêzî rastiya wî bin? Metodên vê yekê çi ne? Ez bi xwe ne pispor im, bersiva vê pirsê lazim e pisporên hunerên sipehî bidin. Lê ez gava li berhemên hunermendên me yên afirînerên Xanî dinerim, ez nizanibim ku lazim e meriv çi bike jî, ez baş zanim ku lazim e meriv çi neke? Çimkî berhemên ku li meydanê ne, ne li gor hev, ne jî li gor agahiyên Xanî bi xwe serkeftî ne.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览145
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/- 03-04-2024
挂钩项目: 25
小组: 文章
Publication date: 09-07-2005 (19 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-04-2024
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on04-04-2024
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):04-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览145
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,784
图片 106,249
书籍 19,332
相关文件 97,272
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!