Kurdipedia խոշորագույն բազմալեզու աղբյուրները քրդական աշխատությունը!
Օգտվողի մասին
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
 Որոնել
 Ուղարկել
 Գործիքներ
 Լեզուներ
 Իմ հաշիվը
 Որոնել
 
  
 
 Որոնել
 Ուղարկել
 Գործիքներ
 Լեզուներ
 Իմ հաշիվը
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Գրադարան
 
Ուղարկել
   Ընդլայնված որոնում
Հետադարձ կապ
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 ավելի շատ...
 ավելի շատ...
 
 
 
 Տառատեսակի չափը


 
Օգտվողի մասին
Պատահական հատ.
Օգտագործման պայմաններ
Քուրդիպեդիայի արխիվագետներ
Ձեր Կարծիքը
Այցելու Հավաքածուներ
Ժամանակագրություն միջոցառումներ
 Տուրիզմ - ՔՈՒՐԴԻՊԵԴԻԱ
Օգնություն
 ավելի շատ
 քրդական անունները
 
Վիճակագրություն
Հոդվածներ
  587,102
Նկարներ
  124,586
Գրքեր pdf
  22,129
Կից փաստաթղթեր
  126,859
Տեսանյութ
  2,194
Լեզու
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,537
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,810
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,767
عربي - Arabic 
44,219
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,772
فارسی - Farsi 
15,923
English - English 
8,538
Türkçe - Turkish 
3,838
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
խումբ
Հայերեն
Կենսագրություն 
24
Վայրեր 
2
Կողմերը & Կազմակերպություններ 
2
Հրապարակումներ 
1
Գրադարան 
9
Հոդվածներ 
16
Վկայիցն 
1
Կլանը - Ցեղ - ի Աղանդը 
2
Պահեստարան
MP3 
1,499
PDF 
34,775
MP4 
4,015
IMG 
235,088
∑   Ընդհանուր 
275,377
Բովանդակության որոնում
‘Ziman û wêjeya kurdî bi xebatê pêş dikeve ’
խումբ: Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Քուրդիպեդիան քրդական տեղեկատվության ամենամեծ բազմալեզու աղբյուրն է:
Կիսվել
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Աստիճան Հատ
Գերազանց
Շատ լավ
Միջին
Վատ
Վատ
Ավելացնել իմ հավաքածուների
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
Նյութերի պատմություն
Metadata
RSS
Փնտրել Google պատկերների հետ կապված ընտրված տարրը.
Փնտրել Google ընտրված տարրը.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Ziman û wêjeya kurdî bi xebatê pêş dikeve ’
‘Ziman û wêjeya kurdî bi xebatê pêş dikeve ’
=KTML_Bold=‘Ziman û wêjeya kurdî bi xebatê pêş dikeve ’=KTML_End=
Ronahî Sadûn/Qamişlo

Hevseroka Kordîneya Wêjeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê #Narîman Evdikê# diyar kir ku her çiqasî beriya şoreşê ji bo pêşketin û pêşveçûna ziman û wêjeya kurdî gav hatibin avêtin, lê qedexeya li ser ziman her tim rê li ber pêşketina wê digirt, lewra bi şoreşê re gavên girîng hatin avêtin, lê ev gav ne têrkerin û xebatên mezin pêwîstin.
Derbarê asta pêşveçûn û pêşketina ziman û #wêjeya Kurdî# li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevseroka Kordîneya Wêjeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Narîman Evdikê bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Asta pêşveçûn û pêşketina ziman û wêjeya kurdî di dema niha de, herwiha asta nivîskar û wêjevan û berhemên wan çiqasî li gorî guhertinên heyî ye?
Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û damezrandina Rêveberiya Xweser, hem berî damezrandina Rêveberiya Xweser jî, gavên gelekî hêja û giranbuha ji bo ziman û wêjeya Kurdî dihatin avêtin. Destpêkê di qonaxa perwerdê de ku êdî perwerede bû bi zimanê dayikê. Dema perwerde dibe bi zimanê dayikê, bi xwe re gelek tiştên giranbuha tîne. Mînak dema tu zanibe zarok di dibistanan de bi zimanê kurdî dixwînin, wê demê pêwîst dike ku weşangeriya berheman jî bi zimanê kurdî were çapkirin, rojnameyên bi zimanê Kurdî hîn dewlemendtir bibin. Herwiha sal bi sal panêl, semîner û gelek çalakiyên di derbarê danasîn, dîrok û asta pêşketina zimanê kurdî de berfirhetir û dewlementir dibe. Ev jî cihê kêfxweşî û şanaziyê ne. Weke mînak ji bo Cejna Roja Zimanê Kurdî îsal ji 1’ê Gulanê ve çalakiyên cûr bi cûr ji bo pîrozkirina vê rojê hatin lidarxistin, ev yek jî berê ji me re xewnek bû. Dema ku hemû gelê te yan piraniya gelê te ji bo pîrozkirina vê rojê li ser lingan be, wê demê nas bike ku êdî asta zimanê Kurdî pêş ketiye û gel lê xwedî derdikeve. Di Rojavayê Kurdistanê de zimanê Kurdî her dihate parastin, ji ber ku ê bi zimanê kurdî dixwendin û dinivîsandin hebûn, li kêlek wê her kes di malên xwe de bi zimanê kurdî diaxivî, lê di vê dawiyê de ziman di asta akadimîk de hate pêşketin, xwendin, nivîsandin, perwerde, rojnamegerî, ragihandin êdî di hemû aliyan de zimanê kurdî li pêş ket.
=KTML_Bold=Wêjeya kurdî berî şoreşê çawa bû û piştî şoreşê derbasî çi qonaxê bûye?=KTML_End=
Em li 15 salên dawiyê binêrin, dibe ku berî 15 salan jî wêjeya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hebû. Lê wêjeyekî veşartî bû û di çarçoveyeke teng de dihate belavkirin weke pirtûk û hwd…Ji ber ku çapkirina pirtûkan bi zimanê kurdî qedexe bû, gelek nivîskar hebûn ku dixwestin berhemên xwe çap bikin, li Beyrûtê û deverên din bi rengekî veşartî çap dikirin, heta derbasî deverên me jî dikirin gelek astengî didîtin û rastî işkenceyê dihatin. Herwiha gelek nivîskarên me jî ketin zindanan de ji ber ku bi zimanê kurdî dinivîsandin, di serî de weke Bê Buhar çawa helbesta xwe ya yekê “Hebis û Zindanê” di zindanê de nivîsand. Ev hemû rêbazên rejîma Baas bû ku wêjeya kurdî tune û qedexe bike. Lê ev sîstem û şêwazên ku dihatin kirin, kîna di hundirê me de zêde dikir ku em hîn bêtir li ziman û wêjeya xwe xwedî derkevin. Di malan de fêrbûna zimanê kurdî dihate kirin û di malan de me berhemên kurdî dixwendin, ev beriya şoreşê bû. Lê niha em bînin destpêka şoreşê, berhemên ku beriya şoreşê çap bûne, ji me re bûn bingeh ku êdî em berdewamiya wê bikin.
Rewşa ku nû bi şoreşê re sazî û destgehên me yên weşangerî û çapkirinê vebûn heta 4 û 5 salan jî, tenê me berhemên nivîskarên xwe yên dema 90’î û berya 90’î de veşartî mabû, çap dikirin. Ji ber ku mixabin hin berhem di salên 90’î de hatibûn nivîsandin, di salên 2022 û 2023’an de nû hatin çapkirin. Ev yek jî dide xuyakirin ku em di qonaxên nû re derbas dibin. Tiştekî nû diafirînin, hêzekê nû çêbûye, lê ev berhem ne berhemên nûjenin, raste nû tên çapkirin, lê ji ber ku çapkirina wan qedexebû. Lewra divê em wan ber çav re derbas bikin û li wan xwedî derkevin. Di heman demê de pêwîste ku em zanibin ev ne asta wêjeyê ya niha ye. Li hemberî wê niha nivîsandina bi zimanê kurdî gelekî zêde dibe. Zimanê kurdî jî pranî di nava ciwanan de zêde dibe ku em lê binêrin berhemên kurdî yên ku salan e çap dibin, wekî mînak heger 30 berhem çap dibin 15 jê kurdî bin herî kêm 10 berhem jê ciwanan nivîsandiye, ji ber ku ciwanên me çavê xwe li ser zimanê kurdî vekirin, hestên bi zimanê xwe dikarin bi rengekê azad giftigo bikin. Lewra asta ziman û wêjeya kurdî niha gelekî baş bûye, mijarên ku niha ciwan giftigo dikin, gelekî başin, lê hîn ne têrkere û gelek kar û xebat hîn gereke, di heman demê de divê em qebûl bikin ku hêdî-hêdî em ber bi jor ve diçin, ne em di cihê xwe de rawestiyayîne û ne jî bi paş de vedigerin.
=KTML_Bold=Pirsgirêkên ku îro di xwendin û çapkirina berhemên kurdî de têne jiyankirin çi ne û ji bo ev pirsgirêk ji holê werin rakirin çi pêwîst e?=KTML_End=
Li vir pirsgirêkek heye ku ew kesên bi zimanê erebî dinivîsînin, tiştekî li ser nivîskarên ku bi Kurdî dinivîsînin nas nakin, ne jî weke şaxekî nivîskaran li wan dinêrin, ev jî cihê kêmasiyê ye. Lewra ji bo demên pêş xebatên pêwîst ew e ku perwerdeyên Kurdî ji nivîskarên ku bi zimanê erebî dinivîsînin werin vekirin. Da ku fêrî zimanê Kurdî bibin û bixwînin. Herwiha di vê qonaxa hestyar ku em têre derbas dibin gelek kar û xebat divê. Pêwîstî heye ku nivîskarên me hemû derbasî perwedeya bi zimanê kurdî bibin, nebin pisporên ziman, lê kêm zêde bi kurdî bizanibin bixwînin. Da ku zanibin kesên bi kurdî dinivîsînin çi dinvîsînin. Ya duyemîn pêwîstî heye ku Rêveberiya Xweser giştî û bi taybet Desteya Çand û Huner, Tevgera TEV-Çandê ya Mezopotamyayê herdû xwedî li nivîskarên ku bi zimanê kurdî dinivîsînin derkevin, girîngiyê bidin wan, ji wan re bibin hêz, hem jî piştgiriya nivîsên bi zimanê kurdî were kirin. Ya sêyemîn ku di malpera me ya çandê de ji bo nûçe yan jî belavkirina çalakiyan, girîngî ji zimanê kurdî re were dayîn û bi zimanê kurdî tê de were nivîsandin. Lê mixabin heta niha gelek malperê me hene tenê bi zimanê erebî dinivîsînin û heger zimanê kurdî û erebî bi hev re bin jî, erebî didin pêş zimanê kurdî. Ya dawiyê jî pêwîstî heye ku berhemên cîhanî hêdî-hêdî wergerî zimanê kurdî bibin, ji ber niha nifşên me yên nû derdikevin pranî ji wan tenê bi kurdî dixwînin, zimanê wan ê erebî têrê nakê. Ji ber wê erkê li ser milê me ku em karibin wêjeya cîhanî wergerî zimanê dayikê bikin. [1]

Այս տարրը գրվել է (Kurmancî) լեզվով, սեղմեք պատկերակը բացել իրը բնագրի լեզվով
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Այս տարրը արդեն դիտվել 290 անգամ
Գրեք ձեր մեկնաբանությունը մոտ այս նյութը!
ՀեշԹեգ
Աղբյուրները
[1] Կայք | Kurmancî | Malpera https://ronahi.net/ - 09-12-2025
կապված նյութեր: 53
խումբ: Հոդվածներ
Հոդվածներ լեզու: Kurmancî
Publication date: 04-06-2025 (1 Տարի)
Բովանդակության դասակարգում: Գրականություն/ Գրական քննադատություն
Բովանդակության դասակարգում: Հոդվածներ և հարցազրույցներ
Երկիր - Նահանգ: Քրդստան
Հրապարակման տեսակը: ծնված-թվային
Փաստաթուղթ Տեսակը: Բնօրինակ լեզու
Technical Metadata
Նյութի Որակի: 99%
99%
Ավելացրել է ( ئاراس حسۆ ) վրա 09-12-2025
Այս հոդվածը վերանայվել է եւ թողարկվել է ( سارا کامەلا ) կողմից 11-12-2025
Այս տարրը վերջերս թարմացվել է ( سارا کامەلا ) վրա: 11-12-2025
URL
Այս տարրը ըստ Kurdipedia ի (Ստանդարտների) չի վերջնական դեռ!
Այս տարրը արդեն դիտվել 290 անգամ
QR Code
  նոր նյութեր
  Պատահական հատ. 
  հատկապես կանանց համար 
  
  Հրապարակումը 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Հետադարձ կապ | CSS3 | HTML5

| Էջ սերունդ ժամանակ: 0.218 երկրորդ (ներ).