Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir
Kurdipedia haqqında
Kurdipedi arxivçiləri
 Axtar
 Element qeydiyyatı
 Alətlər
 Dillər
 Mənim Hesabım
 Zəng vur
 Üz
  Qaranlıq vəziyyət
 Standart parametrlər
 Axtar
 Element qeydiyyatı
 Alətlər
 Dillər
 Mənim Hesabım
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Kitabxana
 
Element qeydiyyatı
   Ətraflı Axtarış
Ünsiyyət
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Daha çox...
 Daha çox...
 
 Qaranlıq vəziyyət
 Slayt Bar
 Yazı tipi ölçüsü


 Standart parametrlər
Kurdipedia haqqında
Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
İstifadə qaydaları
Kurdipedi arxivçiləri
Sizin şərhləriniz
İstifadəçi kolleksiyası
Hadisələrin xronologiyası
 Hadisələr - Kurdipedia
Kömək
 Daha çox
  Kürd adları
 Axtarışa tıklayın
İstatistika
Məqalə
  585,161
Şəkil
  124,131
Kitab PDF
  22,098
Əlaqəli fayllar
  126,005
Video
  2,193
Dil
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grup
Azərbaycanca
Biyografi 
14
Yerlər 
2
Partiyalar və təşkilatlar 
1
Kitabxana  
6
Qısa təsvir 
7
Şehitler 
2
Qəbilələr və tayfalar 
3
Fayl saxlama
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hamısı bir yerdə 
274,249
Məzmun axtarışı
Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser komployê- 2
Grup: Qısa təsvir
Kürdipedia"nın əməkdaşları milli arxivimizi obyektiv, qərəzsiz, məsuliyyətli və peşəkar bir şəkildə qeyd edirlər.
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Qiymətləndirmə
Mükəmməl
Çox yaxşı
Orta
Kötü deyil
Kötü
Favoritlərimə əlavə et
Bu məqaləyə şərh yazın!
Əşyanın tarixi
Metadata
RSS
Mövzunun şəklini Google-da axtarın!
Seçilmiş mövzunu Google-da axtarın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
=KTML_Bold=Nirxandinên Rêber Abdullah #Ocalan# ên li ser komployê- 2=KTML_End=

“Eger em jihevcudabûna di nava artêşa Tirk de û Gladîo’yê li ber çavan negirin, em nikarin vê operasyonê rast şîrove bikin. Di dîroka pêvajoyên NATO’yê de ji sedî sed operasyoneke herî girîng a pêvajoyan e.”

DERKETINA JI SÛRÎ
Derketina ji Sûrî bi operasyona NATO-Gladîo’yê re têkildar e. Eger em jihevcudabûna di nava artêşa Tirk de û Gladîo’yê li ber çavan negirin, em nikarin vê operasyonê rast şîrove bikin. Bi qasî tê yeqînkirin, Serokatiya Fermandariya Giştî ya Î. Hakki Karadayi û ya Huseyin Kivrikoglu serdestî her tiştî nebûn. Di pirsgirêka Kurd de nêzî helwesta Eşref Bitlis bûn. Li gorî wan bi şer bi temamî tesfiyekirina Kurdan hem ne pêkan bû, hem jî ne rast bû. Çareseriya siyasî û aştiyane ya Turgut Ozal û Eşref Bitlis dixwestin bidin destpêkirin hem weke erkeke welatparêziyê, hem jî li gorî têgihiştina şerê klasîk di cih de didîtin. Sakip Sabanci jî di nava TUSIAD’ê de temsîla beşekî dikir ku xwedî li vê xetê derdiket. Di nava MIT’ê de Serokê Daîreya Kontrgerîlla Mehmet Eymur û ji nava Midûriyeta Polêsan jî Hanefî Avci nêzîkatiyên wan parelelî heman xetê bûn. Vê ekîbê bûyera Sûsûrlûkê jî nirxandibû û li dijî lobiya şer pêngavek avêtibû. Dogan Gureş û Çevîk Bîr temsîla ekîba dijber an jî baskê Gladîo’yê dikirin.

ÎSRAÎLÊ PEYAM DIDA KU EZ JI SURIYEYÊ DERKEVIM
Beriya derketinê bi demeke kin, îstîxbarata Îsraîlê bi awayekî neyekser bi israr peyam dida ku divê ez ji Sûrî derkevim. Min veqetîn di cih de nedîtibû. Min fikar dikir ku wê statuya me ya li Sûrî derbeke mezin bixwe. Min ji aliyê stratejîk û îdeolojîk ve rast nedidît. Şer wê di riya xwe ya xwezayî de bimeşiya, di çarenûsê de çi hebû wê ew biqewimiya. Ez ne li ser xeta çarenûsî bûm. Lê ji bo min helwesteke manedar a dijçarenûsê nebû ku ez rabûma min xeta eskerî, polîtîk û îdeolojîk a sîh salî bidaya aliyekî û rota biguherta. Diviyabû ez durist bûma, ne rast bû ku ez li rizgarkirina xwe bifikiriyama. Piştî ku Atîlla Ateş li ser navê NATO-Gladîo cara dawî hişyar kir, eger Sûrî û Rûsya bi awayekî bi biryar pişta me bigirta şensê me hebû ku me şer derxista asteke jortir û bêhtir berfireh bikira. Lê bihêlin em vê destekê bibînin, herdu welat hêza wan tinebû giraniya min a şexsî rakin an jî ji bo vê niyeta wan tinebû. Bi rastî ji bo Sûrî ev ne pêkan bû. Ji Bakur Tirkan, ji Başûr jî Îsraîliyan di nava rojekê de karîbûn wê dagir bikin. Eger neketibûna nava panîkê, karîbûn ji bo min cihekî bêhtir di cih de bibînin. Nikarîbûn vê jî li ber çavan bigirin. Jixwe helwesta Rûsyayê bêhtir bêrûmet bû. Di berdêla Projeya Herikîna Şîn û krediya deh mîlyar dolar a IMF’ê de em bi darê zorê ji Moskovayê derxistin.

DU RÊ LI PÊŞIYA MIN BÛN
Di dema derketina ji Sûrî de du rê li pêşiya min hebûn: Ya yekê riya çiya bû, ya diduyan jî riya Ewrûpayê bû. Eger min riya çiyê hilbijarta ev dihat wê maneyê şer ê dijwar bibûya û eger min riya Ewrûpayê tercîh bikira ev jî dihat wê maneyê ku ez li şensê çareseriya dîplomatîk û polîtîk digerim. Çawa ku tê zanîn, amadekariyên ji bo riya çiyê ji zû ve dest pê kiribûn. Derketina çiyê îhtîmala xurt bû. Lê tam di wê pêlê de heyeteke Yewnanî hat cem me. Nûnera me ya Atînayê Ayfer Kaya gelek têkiliyên telefonî bi rayedarên di asta jor de danîbûn. Di encama van têkiliyan de heyeta Yewnan hat cem me û vê bûyerê kir ku em berê xwe bidin Atînayê. Derdê rayedarên Sûrî ew bû ku ez bi lez derkevim. Lê ji çûna min a Ewrûpayê zêde ne dilrehet bûn. Di vê mijarê de alternatîf neafirandin û ev ciddî qusûra wan e. Ya rastî, di nava hesabên me de çûna Atînayê tinebû. Firsendek bû. Min ji ciddiyeta dostên li wir jî bawer kiribû û lewma min fikar nekir ku ez vê firsendê bi kar bînim. Eger min zanibûya ez ê bi wê tabloyê re rûbirû bibim, ji sedî sed ez nediçûm Atînayê. Li vir pirsa divê mirov bike ev e: Li Yewnanistanê jî beşê Gladîo’yê bi hêz e, gelo di senaryoya derketina min de xwedî rol bû? Ez nikarim bersiveke vebirrî bidim. Hewcedariya vê mijarê bi lêkolînê heye. Heye ku di radestkirina min a Tirkiyê de DYE’yê bi rêveberiya Tirkiyê re li hev kiribe ku pirsgirêkên bi Yewnanistanê re çareser bikin. Ji bo vê, dibe ku bi kêmanî di asta sozdan û prensîbê de li hev kiribin. Nexasim di çareserkirina pirsgirêkên Ege û Qibrisê de îhtîmaleke xurt e, niyetên xwe diyar kiribin. Ji sedî sed divê mirov ji bîr neke ku Tirkiye di vê mijarê de dikare bêsînor paşve gavê biavêje. Sûriyê di 9’ê Cotmehê de bi hosteyî berê balafirê guhert û li Atînayê daxist. Kengî balafir li Atînayê daket Sûrî dilrehet bûbû. Dema ez li Atînayê daketim Kalenderîdîs derket pêşiya min. Kalenderîdîs serbazek bû di NATO’yê de wezîfedar bû û demeke dirêj li Tirkiyê mabû. Heman wezîfe li Swêdê jî meşandibû. Îhtîmal hebû ku di Gladîo’ya Yewnan de cih digirt. Gelekî dostane xuya dikir. Di navbera me de rêberekî balkêş jî hebû. Hinek belgeyên NATO’yê bi dizî dabûn min. Belkî jî bi sedema ku ez pê ewle bibim, wisa kiribû. Li heman balafirgehê wî ez bi xwe birim cem generalê hewayî û Şefê Îstîxbaratê Stavrakakîs ê li odeyekê radiwestiya. Stavrakakîs ji min re got, ji bo demekê be jî nabe ez li Yewnanistanê bimînim. Helwesta xwe di vî warî de hişk bû û mîna bibêje Nûh lê nebêje pêxember ji ya xwe nehat xwarê. Dostên soz dabûn me li naverastê xuya nedikirin. Heta êvarê me li ber hev da. Bi awayekî xweber têkiliya me ya Moskovayê Numan Uçar ket dewreyê. Me bi balafireke taybet a Yewnan berê xwe da Moskovayê. Di wê demê de Rûsya di nava kaoseke ekonomîk de bû. Me bi riya Serokê Partiya Demokrat a Lîberal Jîrînoskî xwe li Moskovayê danî. Îcar Şefê Îstîxbarata Hundir a Rûs derket pêşiya me. Ew jî xwedî hewayeke wisa bû, Nûh got pêxember negot. Di wan şertan de me nikarîbû ku em bimînin. Di wan rojan de qaşo ez sîhûsê rojan veşartî mam. Yên ku ez li cem wan dimam û bi min re eleqedar dibûn siyasetvanên bi koka xwe Cihû bûn. Min ji wan bawer dikir ku durist in. Bi rastî dixwestin min veşêrin. Lê ne rast bû ku ez vê rêbazê qebûl bikim. Di nava vê demê de hem Serokwezîrê Îsraîlê Şaron, hem jî Wezîra Karê Derve ya DYE’yê Allbright hatibûn Rûsyayê. Serokwezîrê wê demê yê Rûsyayê Pîrîmakov bû. Hemû jî bi koka xwe Cihû bûn. Herweha Serokwezîrê demê yê Tirkiyê Mesût Yilmaz jî di dewrê de bû. Di dawiya dawî de li ser Projeya Herikîna Şîn û krêdiya IMF’ê ya deh mîlyar dolarî li hev kirin û bi vî awayî rê li derxistina min a ji Rûsyayê vekirin.

NE PÊKAN BÛ KU MIROV BANDORA GLADÎO’YÊ NEBÎNE
Ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta bi 15’ê Sibata 1999’an pêvajoyeke çar mehan a mîna bahozê derbas bû. Ji bilî hêza hegemon DYE’yê ti hêzê nikarîbû vê operasyona çar mehan amade bikira. Di vê pêvajoyê de rola hêzên taybet ên Tirk (Serokê van hêzan General Engîn Alan bûye) bi tenê bi balafirê birina min a Îmraliyê bû, ew jî di kontrolê de pêk hat. Di dîroka pêvajoyên NATO’yê de ji sedî sed operasyoneke herî girîng a pêvajoyan e. Ev ewqasî eşkere bû, em diçûn kîjan deverê ti deverê dengê xwe nedikir. Yên qebûl nekiribûna jî yekser bêdeng dikirin. Rûsya mezin jî bi awayekî pirr eşkere bêtesîr kiribûn. Jixwe helwesta Yewnaniyan têra ravekirina her tiştî dikir. Li Romayê tedbîrên ewlekariyê yên li nava mala lê dimam her tişt eşkere li pêş çavan radixistin. Li gorî girtinê tedbîrên awarte girtibûn. Rê nedan ku ez gava xwe jî biavêjim derve. Tîmên ewlekariyê yên taybet heta ber deriyê odeya min jî bîstûçar saetan kontrol dikirin. Hukûmeta D’Alema hukûmeteke çepgir demokrat bû. D’Alema bêtecrûbe bû, nekarî bi serê xwe biryarê bide. Li tevahiya Ewrûpayê geriya. Ingilîstanê jê re got divê ew bi xwe biryara xwe bide. Zêde piştgiriya wî nekirin. Helwesta Brukselê ne zelal bû. Di encamê de em şandin ber destê dadgeriyê. Di vê helwestê de ne pêkan bû ku mirov bandora Gladîo’yê nebîne. Jixwe Îtalya yek ji wan welatan bû ku Gladîo lê gelekî bi hêz bû. Berlusconî tevahiya hêza xwe xistibû nava tevgerê. Ew bi xwe peyayê Gladîo’yê bû. Ji ber ku min zanîbû Îtalya wê nikaribe xwe bide ber barê min, ez ji Îtalyayê veqetiyam. Bêguman di berdêla vê de Tirkiye bûbû welatê DYE û Îsraîl herî zêde pê ewle, lê di heman demê de li Tirkiyê wer kiribûn ku herî zêde bûbû dûvikê wan û bi pey wan ketibû. Ew pêvajoya jê re digotin Tirkiye weke şîpeke har global dibe, ya rastî, ew çîroka pêvajoya pêşkêşkirina Tirkiyê ji kapîtalîzma fînansê ya globalîzmê re bû û ne tiştekî din bû.[1]

Bu yazının məzmununa "Kürdipedia" cavabdeh deyil, məsuliyyət yazının sahibi üzərinə düşür. Arxiv üçün saxladıq.
Bu məqalə (Kurmancî) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 308 dəfə baxılıb
Bu məqaləyə şərh yazın!
HashTag
Resurslar
[1] İnternet səhifəsi | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 21-03-2025
əlaqəli məqalələr: 10
Başlıq dili: Kurmancî
Yayımlanma tarixi : 09-02-2025 (0 İl)
Məzmun kateqoriyası: Məqalələr və müsahibələr
Məzmun kateqoriyası: Siyasi
Məzmun kateqoriyası: Tədqiqat
Məzmun kateqoriyası: Kürd Səbəbi
Muxtar: Kurdistan
Nəşrin növü: Born-digital
Sənəd növü: Orijinal dili
Texniki meta məlumatlar
Bu maddənin müəllif hüququ məqalənin sahibi tərəfindən Kurdipediyaya verilib!
Məhsulun Keyfiyyəti: 99%
99%
Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 21-03-2025 qeyd edilib
Bu məqalə زریان سەرچناری tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır
Bu mövzu sonuncu dəfə سارا کامەلا tərəfindən 22-03-2025 tarixində nəzərdən keçirilmişdir
Başlıq ünvanı
Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var
Bu mövzuya 308 dəfə baxılıb
QR Code
  Yeni başlıq
  Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ 
  Qadınlar üçün 
  
  Kurdipedi nəşrləri 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Ünsiyyət | CSS3 | HTML5

| Səhifə yaratma müddəti: 0.391 saniyə!