Birîndarên şer ên
KobanêKobanê êrişên kîmyewî yên
dagirkeriya Tirkdagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û destnîşan kirin ku Erdogan dixwaze Kurdan ji nasnameya wan qut bike û wan di beden û fikrî de qir bike.
Birîndarên Şer ji pêşiya konê sersaxiyê yê ku ji bo 17 şehîdên êrişa kîmyewî hatiye vegirtin daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi beşdariya bi dehan endamên Saziya Birîndarên Şer û ji aliyê Omer Kobanê û Mamoste Kobanê ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Em êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên qedexekirî hemwextî bêdengiya navneteweyî, bi tundî şermezar dikin.
Her kes dizane ku armanca AKP’ê qutkirina Kurdan ji nasnameya wan û qirkirina wan di aliyê bedenî û fikrî de ye. Lê belê em zarokên roj û agir in, neviyên Şêx Seîd, Kawayê Hesinkar û Qazî Mihemed in, em li ser şopa rêber Ocalan in û em ê rê nedin faşîzmê ku nêzîkî xaka me bibe.
Em bêdengiya aliyên navneteweyî ya li hember sûcên dagirkeriya Tirk şermezar dikin û bang li wan dikin ku xwedî li erka xwe derkevin û AKP û serokê wê Erdogan ceza bikin. Dîrok ji kiryar û sûcên wan re şahid e, ku gelek komkujî li dijî gelên Ermen, Suryan û Kurd pêk anîn. Îro jî ew dixwaze heman tiştî li çiyayên Kurdistan bike.
Em helwesta PDK`ê şermezar dikin ku karê şandeyên taybet ên lêpirsîna bikaranîna çekên qedexekirî asteng kir û wê wek hevkariyekê bi dewleta Tirk a dagirker dibînin.
Cîhan tevda dizane ku çekên kîmyewî li her derê qedexekirî ne, lê belê dagirkeriya Tirk dixwaze osmaniya nû pêk bîne. Ji ber wê jî divê hovîtiya dagirkeran were rawestandin, em careke din bang dikin ku hesab ji dagirkeriya Tirk di dadgehên navneteweyî de were pirsîn.”
[1]
(mh)
ANHA
کوردیپێدیا بەرپرس نییە ل ناڤەڕۆکا ئەڤێ تۆمارێ و خودیێ وێ ژێڕە بەرپرسیارە. کوردیپێدیا ب مەرەما ئەرشیڤکرنێ تۆمار کرییە.
ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا
بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 3,131 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!