Navê pirtûkê: Bajarê piştî tifebaranê (kurteçîrok, 2019-2023)
Navê nivîskar:#Umîd Demîrhan# (Omitê Mistefê)
Cihê çapkirina pirtûkê: Bazîd
Navê çapxaneyê: Digital
Sala çapê: 2023
(Dehf dane merivekî bi rihdaneke çîlspî û ew avêtine hundir, pê re tu kel-mel tunebû, cil û bergên wî nû bûn û şaşika wî ya kurdî hê li sêrî bû, paşê bi şingeşinga zirze û kilîdan derî hatibû dadan. Paceyeke bêşûşe ya wekî kulekekê jûra girtiyan ji aliyê jorê ve ronî dikir, her kesî li erdekî bê raxistin xwe dirêj kiribû, hinek di xewê de bûn, hinekan jî xwe li ser kêlekekê avêtibû û milekî xwe ji serê xwe re kiribû piştek.Hema hema kesekî rûniştî tunebû, merivê tezehatî bi dengekî nizim silav da û çavên xwe li cihekî rûniştinê gerand, hêdîka li ber serê kalekî rihspî yê veleziyayî rûnişt.). [1]
خواندن و دانلۆدکرنا پەرتووکا: Bajarê piştî tifebaranê (kurteçîrok, 2019-2023)
268 جارا هاتیە دابەزاندن
داخوازێ ژ نڤێسەر ، وەرگێر و دەزگەهێن بەلاڤکرنێ دکەین ئەگەر بو هەوە باش نینە پەرتوکا هەوە ل ڤێرێ بیت ، دخوازین مە ئاگەهدار بکەن.
ئەڤ بابەت ب زمانێ (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا

بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب وی زمانێ کو پێ هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 1,332 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!