Jiyan: Ezîz Xemcivîn di sala 1965an de li bajarê Hesekê, Rojavayê Kurdistanê,(Bakurê Sûriyê) jidayik bûye. Sala 1985an ji Peymengeha Electric (kehreba) der çûye.
Sala 1982an dest bi nivîsandina helbestê kiriye, yekem helbesta xwe li kovara Gelawêj hejmara7/8an sala 1985an) belav kiriye.
Di sala 1990î de yekem berhem (A-B eya Kurdî) alfabêya Kurdî çap kiriye.
Berhemên Çapkirî:
1- Zindana Piçûk- (Helbest) li Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Duhokê çap bûye. (2005)
2- Pejal - Pejal (Helbest) Bi rêya Dezgeha Semakurd ya çand û hunerê li Dubey hatiye çapkirin.(2006)
3- A-B eya Kurdî 1990 li Şamê çap bûye
4- Jiyana Mele Ehmedê Palo (Wergerandin ji Zimanê Erebî)
5- Gotinên Pêşiyan û Îdyomên Kurdî. Li Silêmaniyê ji hêla Inistûtya Kelepora Kurdî 2011an çap bûye.
6- Zêro (Roman) li Elmanya hindek hejmar hatine çap kirin.
Berhemên neçapkirî:
1- Evînî û bîrhatinên Çivîkan (Bîranîn û serpêhatî)
2- Stranên jînê (Dîwaneke Stranan, Helbestên kilasîk)
3- Pêlên Ahîna Matmayî (Helbest)
4- Çend bihnok li pêxîla keserê (Helbest)
5- Henaseyên rêwîng. (Helbest)
6- Delîveya Rexneyê (Rexne).
7- Şîrava Elindê (Helbest)
8- Nixîsk (Helbest)
9- Zimanê Evînê (Helbest)
10- Nazê Mûler(Roman)
11- Kewara Girî (Delîveya Rexneyê beşê 2) Taybet li ser Jinê