Bahoz Baran di sala 1982 yan de li navçeya Licê ya Diyarbekirê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û lîse li Licê xwendiye. Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê beşa perwerdehiyê xelas kiriye. Di salên zanîngehê de xwedîtiya Kovara Tîgrîsê kiriye û di sala 2003yan de li Tîgrîsê dest bi xebatên Kurdî kiriye. Ji 2006an û vir ve di nava xebatên perwerdehiya Kurdî de cî digire. Di sala 2015an de li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di warê zimanê kurdî dest bi xwendina masterê kir
Berhem
Rêzimana Kurmancî, Cure: Zimannasî, Tevî Mîkaîl Bilbil, Weşanên Enstituya Kurdî ya Amedê, 2008
A Baş Cure: Çîrok, Weşanên Belkîyê, 2010
Rêzimana Kurmancî, Cure: Zimannasî, Weşanên Belkîyê, 2012
Derb Cure: Çîrok, Weşanên Avestayê, 2014
Ferhenga Bişaftinê , Cure: Ziman-Rexne, Weşanên Wardozê , 2017
Motik, Cure: Folklor-Meselok, Weşanên Wardozê, 2017
Rêzimana Kurmancî, Cure: Zimannasî, Çapa Nû-Berfireh Weşanên Wardozê, 2018
Qîza Bavê Xwe, Cure: Çîrok, Weşanên Wardozê, 2019
Rêbera Rastnivîsînê, Cure: Zimannasî,Tevî Komxebata Kurmancîyê Weşanên Weqfa Mezopotamyayê, 2019[1]