Mele Xelîlê Sêrtî an jî Xelîl bîn Huseyîn es-Sêrtî el-Omerî el-Kurdî (z. 1754 #Bidlîs# – m. 1843 Sêrt) fîlozof, wêjevan û alimekî kurd bû.
=KTML_Bold=Jiyana Mele Xelîlê Sêrtî=KTML_End=
Mele Xelîl di sala 1754an li Hîzanê hatibû dinê. Ew endamê malbateka ku gelek alim û zana derxistibûn. Bavê wî Mele Hisen û kalê wî Mele Xalîd jî zanayên dînê Îslamê bûn.
Di salên xweyên biçûk de li cem bavê xwe dest bi hînbûna, Qur'anê kiriye. Li bavê xwe şunda li medreseyên din jî ders helgirt û îcazeta xwe ji medreseya Îmadiyê ji Mele Mehmûdê Bahdînî girt. Ji pê re wî meyl û şop da sofîtîyê kir û êntîsaba yek ji şêxên qedirîyê Şêx Ehmed Reşîd kir û di terîqetê de derbaza mertebeyên terîqetêyê pêşin bû. Ew li ser fiqih, hedîs û tefsîrê pêşve çû û li medreseyê Meydanê penc salan ders dan. Pê re koça hêlê Sêrtê kir. Wî dest bi nivisîna helbestan ji pê der xistina fermanekê bo birayî xwe Mele Îsmaîlê Hîzanî re dike. Wî di sala 1843an de wefat kir. Wî di jiyana xwe de gelek pirtûkên ku di medreseyên kurdan de dihatinî xwendin nivisîbûn.
=KTML_Bold=Hin berhemên wî=KTML_End=
Xelîlê Sêrtî 24 an jî 25 pirtûk nivîsandine, 8 ji wan bi kurdî ne yên bi erebî ne.
Tebsîret-ul-Qulûb
Tefsîretu Axir Îla Sûretî-l-Kehf
Mînhacû Sittet
Tesîsu Qewa'îd-ul-'Eqaîdî Kurdîye
Dîyau Qelbî-l-'Urûfî (menzûm)
Şerhu Ela Menzûmetî-l-şattîbiyyetî Fît'tecwîd
Mehsûl-ul Mewahîbî
Muxlis- Kîtabu Fî Usûlî-l-Fiqhî
Kîtabu Fî Usûlî-l Hedîs
Zubdetu Ma Fîl Fetawa El-Hedîsiyye
Muxteser
Nebzetu Mîn-el-Mewahîb-îl-Medeniye
Nehculenam Fîl 'Eqaîdî (menzûm)
Nehc-ul Enam (menzûm)
Şerhu Elel Qesîdet-îl-Mehzîye
Rîsaletu Sexîr
Îzhar-ul Usûn
El Qamûs-ul Sanî
Îsaxocî
Rîsaletu Fîl-Mecazî Wel-Îstî'are
Rîsaletu Fîl-Adab-îl Behsî Wel-Munazere (menzûm)
Rîsaletu Fîl-We'zî
El Mentûq-ul-Zumrûdiye (menzûm)
Mewlûd (menzûm)