Egîdê Xudo Mihoyan, di sala 1927an da li gundê Elegezê (berê: Çamuşvana Mezin), li nehiya Aparanê, komara Ermenistanê hatiye dinyayê. Wî dibistana pêşîn û navîn li gundê xwe xwendiye û paşê Enstîtuya pedagojiyê xilas kiriye. Paşê jî bûye dîrektorê dibistana gund.
Bilî romana #Dê û dêmarî# gelek nivîs, novel û kurteçîrokên wî di almanaxa Bahara teze û Riya teze de weşiyan. Egîd 34 salan (1961-1991) serokatiya beşa wêjeyê ya rojnameya Riya Teze kir.
Egîdê Xudo sala 1999an da, di 72 salîya xwe da koça dawiyê kiriye.
$Berhemên wî$
Dê û dêmarî (roman-1986)
Jerê (novêl-kurteçîrok).
[1]