Di sala 1956an de, li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979an de Enstîtuya Perwerdeyî ya Diyarbekrê Beşa Zimanê Tirkî qedand. Weke gelek şa'ir û nivîskarên kurd wî jî bi tirkî dest bi şi‘rê kir. Di sala 1976ê de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Wê demê polêsan dest danîn ser şi‘rên wî yên bi tirkî û kurdî. Qasî hefteyekê di hepsê de ma. Ew berdan, lê şi‘rên wî ta niha di mexzena Dadgeha Nisêbînê de hepsî ne. Di gel, ku weke cara pêşîn kovara Tîrêjê de şi‘rên wî weşiyan tê zanîn, ya rast, şi‘ra wî ya ewil di belavokeke ku li herêma Mêrdînê hate belavkirin de weşiya. Ew şi‘r ji sê malikan/beytan pêk dihat.
Malikek jê ev bû:
Du mirin kirin mahne,
rakirin ling Nisêbînê
Xewa sibê bela kirin,
avêtin nav tirs û xwînê.
Her wisa, beriya 12ê îlonê şi‘rên wî ji hêla paleyên tevrika pembû ve bi stiranî dihatin gotin. Wek:
Tewrik tewrik tewriko, tevriko
Ber tayê pembû xweş biko, tevriko
Roja me jî hindiko, tevriko
Maldar bi qurbana mi ko, tevriko
Tevrik tevrik tevriko, tevriko
Anjî:
Roja pala erzan e
Kufletê mal girina
Mala te xera bibe maldar
Ma qey tu pê nizane!
Piştî 12ê îlonê de ew li welêt ma, helbestên wî di kovarên li derveyî welêt wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992an de li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekî bû û birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji wê bûyerê de Arjen Arî li Amedê dijî.
Helbestvan Arjen Arî ku demek bû ji ber nexweşiya pençeşêrê (kanserê) li nexweşxaneyê dihate dermankirin di 30ê çiriya pêşîn a 2012an de li Amedê çû ber dilovaniya Xwedê. Qebrê wî li Qebristana Amedê ye. Piştî mirina wî bi cehd û hewldana malbata wî û Weşanên Sor li ser navê wî pêşbirka Helbestê saz kirin û her sal yek şair xelata xwe ji dest jurî werdigire. Weşanên Sor hemû helbestên wî di sala 2019an de, di setekê de kom kirin.
Nivîsarên wêjeyî û helbestên wî yên cuda:
1980 îro dîsa, ev leşkerê rom û wer, bi navê O. Dara, Tîrêj, 2.
1992 Çîroka sêzdeh şev û sêzdeh rojan, Nûdem, 2.
1992 Sibeha îlonê û Çarîn, Nûdem, 3.
1994 Kevokê û Masîko, Nûdem, 10.
1994 Kurik û Kulîlkên bihara derengmayî, Nûdem, 11.
1995 Ne axperest im, Çira, 3.
1995 Tovreşîn im, Nûdem, 16.
1996 Wargeh, Çira, 5.
1997 Dilodîn, Nûdem, 21.
1997 Ji bîr nebûbê, Çarîn û Heta ferwerdîneke din, Nûdem, 24.
1998 Name, Nûdem, 28.
2000 Berê min ketiye Xozatê, Nûdem, 34.
2007 Min rahiştiye serê xwe, Nûbûn, 94.
2008 Piçek zaroktî, Nûbûn, 98.
2008 Nûçeyek xwezî û kezî, Nûbûn, 102.
2008 Ji klasîkiyê ber bi futurîstiyê ve Reşîdê Kurd, Nûbûn, 104.
2008 Birîna Reş, Nûbûn, 105.
2008 Qismet, Nûbûn, 106.
2008 Ji kişweran payiz e niha!, Nûbûn, 107.
Berhemên wî
1999 Ramûsan min veşartin li geliyekî, Weşanên Avesta, helbest.
2002 Ev çiya rûspî ne, Weşanên Avesta, helbest.
2003 Destana Kawa, Weşanên Elma, helbest.
2006 Eroûtîka, Weşanên Lîs, helbest.
2008 Bakûrê Helbestê / Antolojiya Helbesta Bakûr, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok, antolojî.
2008 Şêrgele, Weşanên Avesta, helbest.
2009 Çil Çarîn, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, helbest.
2010 Bîhoka li pişt sînor, Avesta, çîrok.
2011 Payîza Peyvê, Weşanên Belkî, Amed, helbest.
2011 Destana Kawa û Azhî Dehaq (Wergere tirkî: Şener Özmen), Weşanên Evrensel Basım Yayın, Stembol, destan.
2012 Kulîlkên Beîvan, Weşanên Ronahî, Amed, helbest.
2012 Gorî û Bindest, Weşanên Ronahî, Amed, helbest.
2012 Xasenezer, Weşanên Evrensel Basım Yayın, Stembol, ceribandin.
2013 Şiîr û Sînor, Weşanên Evrensel Basım Yayın, Stembol, helbest.
2013 Xame sihurî kaxiz şiyar ma, Weşanên Ronahî, Amed, ceribandin [1]