Ahmedê Namî
Uppsala
weşandin: Jîna Nû
1987
Dema min dît ku çîroka Agirê Sînema Amûdê yek ji serpêhatiyên mezin ên ku di welatê me de çêbûne tê hijmartin, min nexwest ew jî winda; bê ser û şop here.
Bi hezaran çîrok û serpêhatî di welatê me de çêbûn û nehatin nivîsandin. Mamoste û pêzanên welatê me guh nedane tiştekî ji wan, çi mezin û çi biçûk.
Mamoste û zanayên welatê xelkê tiştê li welatê wan dibû biçûk û mezin bê kêmayî di rûpelên mêjû de didane ber çavê zana û xwendevanên xwe û zana û xwendevanên biyanî bi camêrî û serbilindî, nedihiştin tiştek di ser wan re bibûre û nenivisandî bimîne. Mamoste û zanayên me, xwediyê xameyên çalak û namîdarên mêjû yên mîna: Qadî Ibn Xulekan û Ibn Al-Esîr û Ebû Al-Fîda û her wiha ristevan û torevanên me yên ku li cihanê deng dane; wek mîrê ristevanan Ahmed Şewqî, Cemîl Al-Zehawî û Mearûf Al-Resafî hebûne. Lê ewan carek milet û welatê xwe ne anîne bîra xwe, her û her bi navê miletên din xwe dane nîşandan û naskirin û ji wan re xebatên hêja û bê hijmar kirine. Milet û welatê wan bê par mane, carekê ji kerema xwe re ne gotine em Kurd in û gelê cihanê bi gel û welatê xwe agadar nekirine, eger biviyana dikaribûn herkesî agadar bikin bi wan.