nivîskar, wergêr, şaîr û çîroknûsekî kurd e. Bi eslê xwe ji Dîyarbekirê ye. Heya sala 1982an li Kurdistanê ma û di dawiya wê salê de çû Swêdê. Ji wê salê bi vir de li Stockholmê dijî. Bi edebiyatê ve mijûl dibe û di malpera Nefel.comê de kolumnîst e. Heya niha neh kitêbên wî hatine weşandin. Wî hejmarek ji berhemên nivîskarên biyanî yên binavûdeng weke Ernest Hemingway, Guy de Maupassant, Jack London û Cervantes wergerandiye ser Kurmanciyê.
Berhemên wî ev in
Dara Gûzê (Novel, Weşanên Doz. Stenbol)
Bazên Welat (Şiîr, Weşanên Doz. Stenbol
Çîrokên Hezar û Şevekê (Çîrok,Weşanên Nûdem, Swêd)
Mircana Qelew, Guy de Maupassant (Werger, Novel, Nûdem)
Bi Xatirê Sîlehan, Ernest Hemîngway (Werger, roman, weşîner: Nûdem)
Novelên Cîhanê (Werger, novel ji gelek nivîskarên nawneteweyî, Weşîner: Weqfa kurdî ya li Stockholmê)
Destanên Kurdî (Amedekar: Serdar Roşan, Reşo Zîlan, Ji zargotina kurdî, Weşîner: Weqfa Kurdî ya li Stockholmê)
Don Quijote (Don Kişot) Cervantes (Werger. Weşanên Doz. Stenbol)
Xencer (Şiîr, Weşanên Doz. Stenbol
Don Kîşot-2 Cervantes (Werger, Weşanên Doz, Stenbol)