.Li sala 1946 li gundê Kucuka li bakurê Kurdistanê ji dayika xwe bûme. Sala 1953 ez hatim binxetê (Kurdistana Rojava) û li bajarê Amûdê-mala birayê min yê mezin li wir bû- min dest bi xwendina xwe ya seretayî kir.
Sala 1957 mala me bi temamî hate binxetê، destpêkê li Amûdê ma û dûre mal hate bajarê Hesekê û li wir xwendina lîsê sala 1967 bire serî.
Sala 1969 ji bo xwendinê ez çûme Soviyetê û sala 1980 min li zankoya Mosko ya hikumî nameya xwe ya diktora parast. Sala 1977 li gel rehmetiyê Rezo û Dr. Mihemed Ebdo Alnecarî û SeadeldînMela me (Rabîtet Kawa lîlseqfe Alkurdiye) damezirand û di paşerojê de beriya vê destegehê min berhemên xwe weşandin. Dûre jî li welatên curebecur berhemên min di sê waran de hatine weşandin:
Werger
Amedekirin
Afirandin
Di warê wergerê de ev pirtûk
Îstişhad albetel alkurdî، Fiyodor Lîtkîn sala 1977 bi zimanê erebî.
Alcîbal we alsîlah li gel Dr. Ebdî Hacî – 1978.
Intîfadet alşeyix Seîd 1981 ya nivîserê wê Hisiretiyan.
Nehdet alkrad alqewmiye we alseqafiye 1985 Celîlê Celîl.
Kurdistan ma beyine alherbeyin li gel Dr.Seadedîn Mela 1988.
Berzanî we şehadet altarîx li gel Dr.Ebdî Hacî 2004.
Pêseka dîroka Kurdistanê ya mela Mehmûdê Beyazîdî 2009 bi zimanê kurdî.
Qelawiz-şanoya Xoxol(nehatiye weşandin) bi zimanê kurdî.
Îzop –şano(nehatiye weşandin) bi zimanê kurdî.
Di warê amedekirinê de
Rêzimana kurdî bo zaroka sala 1996
Têwriya edeb- ji bo şagirtên zankoyê- zankoya Duhok 2010
Dîroka edeba Yunanî ya kevinar 2010
Dîroka edebê romanî birgê 2 sala 2013
Dîroka edeba serdema navîn û vejînê birgê 3 sala 2013
Edeba sedsala 17-18 birgê birgê 4 sala 2013
Edeba sedsala 19-20 birgê 5 sala 2013
Rêzimana kurdî (têwrî û piratîk) sala 2013
Ferhenga tîrmên wêjeyî sala 2013.
Berhemên di warê afirandî de
Çiyayên bi xwînê avdayî-roman-sala 1978 bi zimanê erebî، sala 1981 bi zimanê rusî- sala 1988 bi zimanê kurdî.
Hêsir û baran-kurteçîrok-sala 1996
Miriyê heram-kurteroman-2009
Dara pelweşiyayî-roman-2011
Ji berhemên afirandî ku nehatine weşandin
Tahliya rastiyê
Dengê ji dûr ve tê nayê bihîstin.
Ji vekolînên jy hatine belavkirin
Çi bi Kurdistana sor hat?
Ber bi zimanekî yekbûyî ve.
Roman çiye.
Ehmedê Xanî-weku pêşke di dîwana wî de hate weşandin.