ABDUSAMET YÎGÎT KÎ YE
Sala 1978’ê li gundê Xirabesosinê ku di navbera #Cizira# Bota û Nisêbinê de ye, ji dayik dibe. Biçûkatiya xwe li wir dibuhurîne. Ta dibe 10 salî, li gund dimîne. Pist re, ji ber hatina dewletê bi ser ş êniyê de, malbat bar dike bajêr. Dema ew ji gund bar dikin, pêşî diçin gundekî, ku jê re dibêjin Selekunê. Li wir jî derfet na din malbatê, ku li wir bimînin.
Abdusamet li Serhedê tê girtin. Dewlet dizani bû, ku têkiliya wî bi têkoşînê re heye. Ji ber vê yekê jî, gava ku ew girtin, 17 rojan di bin çavan de dihêlin û pist re jî, ew dişînin girtîgeha Îdirê. Li girtîgaha Îdirê bi 40 hevalên xwe re 47 rojan dimîne. Paşê ew bi hev re dişînin girtîgeha Erzeromê. Di wê demê de li girtîgeha Erzeromê dema wehşetê bû. Piştî ku Samet derket, piştî sê mehan, careke din hat girtin. Vê carê jî li Êlihê ye. Li wir, piştî ku ser 10 rojan di bin çavan de hat hiştin û pê de, ew şandin girtîgehê. Bi çendî salakê li hundir ma. Di wê demê de li DGM’ê li Amedê hat darizandin. Li dadgaha dagîrkeran 12 sal û nîv ceza dan wî. Pişt re ew şandin girtîgeha Gîresûnê. Li vê girtîgehê 8 salan ma. Sala 2004’ê, 27 salî, ji girtîgehê derket. Ew têkoşîna xwe ya ji bo azadiya kurdan hîna jî berdewam dike.
Abdusamet Yigit li ser jiyana xwe li pêşgotina berhema xwe ya nuh, welê dinivisîne:
‘’Dema ku ez şeş yan jî heft salî bûm, min destana Mem û Zîn’ê jî guhdar kir. Her şevên me li malê wilo diçûn. Di gundan de wek têt zanîn berê televizyon tune bûn. Min hingê xwe nas kiribû. Ta ku ez giham 12-13 saliya xwe jî, bawer bikin ku min çi pirtûk derbarê dîroka kurdan ne xwandibûn.
Lê dê û bavên me, ez û xwuşkên min, em tev bi hev re, ji me re weke em pirtûkekî bixwînin welê dihanîne ser zimên. Ji ber ku bavê min di medresa li Cizîra Bota gelek sal xwandibû û ji me re, dîrok û çanda me kurda, bi vî awayî dihanî ser zimên.
Li bal wî gelek pirtûkên kurdî hebûn, lê nuha, yek jî ji wan li holê nîn e. Li rojgariya dîroka nêzîk, li ber xezeb û tofanên dagîrkeriyê tev jî ji nav çûn û win bûn.
Ji ber çi ez vê dibêjim? Ji ber ku ez rastiya xwe li welatê xwe, li mala xwe fêr bûm. Pişt re ez tevlî têkoşînê bûm. Hê jî ez di nava têkoşînê de me.
Yê ku ez dibêjim, î roj dem ne dema li berhevbûnê ye, dem dema ji bo parastina nirxên me kurda, li hevber dewletê rawestan e. Tu jî û ez jî em tev dizanin ku kurd wê bigîjine armanca xwe. Fêra ku em ji çîroka têkoşîna li nav Destana Kawayê Hesinger ji xwe re derxînin, fêrekî têra xwe mazin e.
Bi vê têkoşîna azadiyê, em ê li ber xwe bidin û em ê tev bi hev re bi serfirazî herin û bigîjin armanca xwe, azadiya xwe.
$nivîsandina wî$
Feqiyê Teyran 1. , 2009, Han, Berlin
Feqiyê Teyran 2. , 2014, Soran, Berlin, ISBN 978-39816686-9-9
Feqiyê Teyran 3. , 2015, soran, Berlin, ISBN 978-39816686-9-7
Feqiyê Teyran 4. , 2015, soran, Berlin, ISBN 978-39816686-9-6
Destana Kawayê Hesinger , 2009, Han, Berlin ISBN 978-3-942735-01-8
Șahmaran , 2011, Han, Berlin ISBN 978-3-942735-00-1
Êlî Herîrî , 2011, Han, Berlin ISBN 978-3-942735-16-2
Çîroka Keçelok 1. , 2012, Han, Berlin ISBN 978-3-942735-24-7
Çîrokên Keçelok 2. , 2015, ISBN 978-39816686-9-8
Çîrokên Keçelok 3. , 2015, ISBN 978-39816686-9-0
Destana Dewrêșê Ewdî , 2012, Han, Berlin.
Qiyakser , 2013, Han, Berlin ISBN 978-3-942735-35-3
Melayê Cizirî , 2013, Han, Berlin, ISBN 978-3-940997-34-6
By xeta dîroka kurdistanê de philosophie û pêșketina zimanê kurdî , 2013, ISBN 978-3-940997-38-4
Zerdeștê kal , 2013, ISBN 978-3-940997-09-8
Li ser bûna jîra jîrê , 2013, ISBN 978-3-942735-33-9
De sedsale 21'ê de șoreșa kurd: rojava , 2013, ISBN 978-3-940997-27-2
Jîyan de bin roja Mîtra de dimeșê , 2014, ISBN 978-3-942735-20-9
Kobanî, Stalîngrada kurdan-Berxwedana Kobanê ya dîrokî , 2014 ISBN 978-3-9816686-7-4
Li ser rastî û ´pêvajoya çareserîyê´ li Kurdistanê [2] , 2014
Li ser rastî, dîrok û philosophieya Yazdan [3] , 2014
Li ser dîroka philosophieya Îdealîsmê , 2014 ISBN 978-3-9816686-9-8
Li ser tîgîna Estetîsmê , 2015
Destana Hemê Zerê , 2015, ISBN 978-39816686-9-1
Evîna dilên biçûk (Petits coeurs amaour) , 2015, Soran, Berlin, ISBN 978-39816686-9-5
[1]