Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  583,173
Wêne
  123,501
Pirtûk PDF
  22,048
Faylên peywendîdar
  124,952
Video
  2,191
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,934
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,356
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,660
عربي - Arabic 
43,635
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,455
فارسی - Farsi 
15,586
English - English 
8,502
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,024
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,569
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,816
Kurtelêkolîn 
6,778
Şehîdan 
4,498
Enfalkirî 
4,774
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,269
PDF 
34,621
MP4 
3,821
IMG 
232,780
∑   Hemû bi hev re 
272,491
Lêgerîna naverokê
Qaçaxê Mirad
Pol, Kom: Jiyaname
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya ji bo kurdîaxêvên xwe agahiyên girîng arşîv dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger2
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish3
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi1
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Qaçaxê Mirad
Qaçaxê Mirad
Qaçaxê kurê Şebab di sala 1914an de li bajarê Qersê yê Kurdistana Osmanî hatîye dinê. Temenê wî çar sal bûye ku leşkerê Osmanî yê şikestê Şerê Cîhanê yê Yekê, di sala 1918an de êrîşên hovîtî birin ser kurdên navçeya Qersê. Mala bavê wî berê xwe da Ermenîstanê û li navçeya Elegezê bi cih bû. Qaçaxê zarok bextê wî jê re yar bû, gelek li wê navçeyê nema û bar kirin û çûn bajarê Tiflîsê yê paytextê Gurcistanê. Deh sal xwendina seretayî û amadeyî li Tiflîsê di xwendegeha rûsî ya hejmara 47an de temam kir. Vêca ji bo xwendegeha zanîngehê temam bike çû Êrîvanê, di destpêkî de li Êrîvanê sê salan bû xwendekarê Enstîtûya Ziman û Edeba Rûsî, piştre enstîtûya amadekirina mamosteyên zimanê kurdî di wî bajarî de temam kir. Piştî vê du salan li bajarê Lenînakanê yê Ermenîstanê mamosteyîya xwendegeha seretayî kirîye.
Di sala 1939an de Qaçax di Rêxistina Xortan a Lenîn de bû. Wê salê bû partîzan û dest bi perwerdeya şerê partîzanî kir. Di sala 1941an de ku Almanyayê êrîşê ser Rûsyayê kir, di şiyana wî de bû di enîya wan şeran de roleke mezin bileyze. Di beşekî zêde yê erdê Çekoslovakyayê de di nav rêzên leşker de bû. Di dagirkirina bajarê Berlînê de yek ji wan serbazan bû ku alaya Sivastîkaya Almanya Nazî ber bi jêr kir. Piştî şer Qaçax heta sala 1958an di rêzên Leşkerê Sor yê Rûsyayê de ma. Wê salê midetê sal û nîvekê di beşê kurdî yê Radyoya Êrîvanê de xebitî. Di sala 1959an de guhestin ji bo rojnameya Rya teze û bû endamê desteya nivîskaran. Nav navan re dibû sernivîskar, ji ber ku endamên desteya nivîskaran ên rojnameyê yek li pey yekê her yek jê ji bo midetekê dibûn sernivîskar, bi vî awayî Qaçax di vê rojnameyê de kar kir û heta dema xanenişînî û dawîya jiyana xwe.

Qaçax di şer de du caran birîndar bûye, şeş madalye wergirtine, bilindtirînê wan madalyaya “Stêrka Sor” e. Ji ber wê sebebê midetê zêde ya jiyana xwe bi rojnamegerîyê re mijûl bûye, peywendîya wî bi çap û weşanê ve bi hêz bûye. Di amadekirina kitêbên hevrêyên xwe de ji bo çapê, di warê nivîsandina pêşgotin û redakteyê de gelek alîkarîya wan kirîye. Hewl û xebata Qaçax di hinek nivîsên Semendê Siyabendov, Mikaêlê Reşîd, Hecîyê Cindî, Karlênê Çaçan û hwd de diyar e. Zanîna kurdî, rûsî, ermenkî, gurcî û azerî bi xwendin û nivîsandin, alîkarîya wî kirine ku di hemî kar û barên xwendewarîyê de bi serketî be.
Piştî jiyaneka tijî ji xizmeta rewşenbîrî û dahênana edebî, Qaçax dewlemendîyeke rengîn û bi feyde ji bo neteweyê xwe di cih de hişt ku di sala 1992an de li bajarê Êrîvanê koça dawîyê kir.

ŞIIRÊN WÎ
Qaçax ji zaroktîya xwe ve hogirê edeba millî ya devkî ya dewlemend a kurdî bûye. Xwendina nû û dîtina bajarên mezin û zanîna gelek zimanan, zemîn jê re xweş kirin ku ji bo pêşxistina edeba kurdî ya nû li welatê Qafqasya Rûsyayê ji dayîk bûbû roleke giring bileyze. Hemî şiirên wî li ser kêşa hêceyî ya xwemalî ya kêşa dirêj in, kêşe piranîya hêceyan kert dike. Di qafîyeyê de şareza ye. Bi giştî şiirên wî di warê qafîyeyê de li ser destûra “şiira nû” dimeşe, yanî qafîye gelek renga û reng in. Qaçax hewil daye ji bo rewanî, ritm û ahengê şiirê li ser bingehê yekîtîya qafîyeyê dane. Ev ji alîyê wî ve ji biyanîyan nehatîye wergirtin belko dahênana wî bi xwe ye.
Yek ji karekterê giring yê şiira Qaçax ew e ku hewil daye zimanê şiirê dewlemend bike, bi vê gelek bêjeyên ferhengê û termên peywendîya wan bi pîşesazîyê ve hene anîne nav şiirê. Bi vê hinek ew şiirên nivîsandî yên bi qîmet ji şiira millî ya devkî dûr xistine û bi vî awayî bêhna medenîyetê ji şiira wî tê. Ev ji bilî gelek termên nû bikar anîye, ku peywendîya wan bi jiyana sosyalîzma wê serdemê ve hebûye ku kurdên Qfqasyayê tê de jiyane.
Şiira Qaçax bi giştî ji mijara lîrîk û poyemê ne. Lîrîkên wî di warê hejmara rêzan de kurt û dirêj tê de hene. Herçî poyemên wî ne jî dirêj in. Bi naverok hinek jê ji edebîyata millî ya devkî hatine wergirtin, lê şair huner daye nîşan û berhemeke nû ava kirîye. Beşek din van poyeman ji dahênana şair bi xwe ne û piranîya wan ji jiyana kurdî hatine wergirtin. Ji poyemên sipehî û rengîn navê van dikevin ber çav: Çîrokên Mîrza Mihemed (1936); Leylê (1948); Qadirê Nêçîrvan (1960); Kilama Êgrîdaxê (Agri Daxi) (1962); Gelîyê Elî Beg (1965).
Li ser wê çîroka navê wê Gelîyê Elî Begê Kaçax dibêje: Di sala 1961an de ku Şoreşa Îlonê ya Kurdistana Iraqê dest pê kir pêşî wekî kurdekî, vêca wekî rojnamenivîsekî rojane ez evdalê wê bûm nûçe, agahî û bûyerên şoreşê seh bikim, piştre ew nûçe bûn îlham û ev şiir ji dayîk bû.
Di warê naverokê de şiira Kaçax hemî milekî jiyana kurdên wî welatî girtîye. Bi giştî hemî ji hêlm û nefeseke geşbînî zayîne û ji reşbînîyê dûr in. Parêzgarî bi ûrf û adet û exlaqê kurdî girtîye. Soza li hemberê îdeolojîya sosyalîzmê kûr e, rizgarîya kurdan di wê de dîtîye. Qaçax yek ji xwendewarê diyar ê kurd ê bi manaya entelektûelîya ewropî ye, lê li gel wê jî kurdîtîyê wenda nekirîye.

NIMÛNEYÊN ŞIIRA WÎ
Qaçax di lîrîkekê de wiha dibêje:
Wexta ez te dikim gazî
Hezar dengî û avazî
Ez sotim avirê nazî
Nizanim diha çi dexwezî?
Xewta ez bûm teyrê bazî
Tu ku votka gerden gazî
Pey te firîm bi perwazî
Bê feyde ye çi dexwezî
Ser te da têm bi dilsazî
Lê tu min ra nabî razî
Ev bû nolanî canbazî
Nizanim diha çi dexwezî

Şair bi van bêjeyên sade û gelek bi liv ji dilberê hîvê lava dike, ecêbmayî maye nizane ew nazenîn çi jê dixwaze, bi hemî awayî dixwaze razî bike, dixwaze bizane bi çi razî dibe. Ew nehînî ne, her ew nehênîye jî bûye sebebê sipehîtîya şiirê. Ji bilî vê yekîtîya qafîyeyê cure sipehîtîyekê di warê rewanbêjî, rîtm û mûsîqayê ve daye lîrîkê.
Li ser destûra berê lîrîkekê ji bo gul û insên hûnandîye:
Tûmê gulê ev sitirîne
Lê gulê ra dibêjin gul
Gul ku teze pişkivîne
Hemin wan re dibêjin gul
Hin ew sor in, hin spî ne
Dîsa wan ra dibêjin gul
Bîna xweş meriv hiltîne
Hema ji bînê dibêjin gul
Wexta belg lê xeyrî ne
Jê ra dîsa dibêjin gul
Çimkî şûret lê gulî ne
Lema jê ra dibêjin gul
Lê tu meriv bidûmîne
Ku te ra jî bêjin meriv
Hurmet, siyanetê dest bîne
Ku te ra tim bêjin meriv
Şûreta xwe neyêxîne
Ku te ra tim bêjin meriv
‘Emr boy weten nehêvjîne
Ku her dera bêjin meriv
Mervî, meriv bimîne
Ku bi ku bar bêjin meriv

Şair mijûlê miqayeseyê ye, di warê carîkirina “gul” û “meriv”ê vê şiirê de ji babetê awazê ve, di wê de yekîtîya qafîyeyê bikar tîne. Di manayê de sifetên sipehî yên gulê dibijêre, çi sifetê têke rexê wê her gul e, ji bo insên jî tenê sifeta başîyê hildibijêre, yanî çi kesê xwedîyê wê sifeta baş be mirov e, eger nebe ne mirov e.
Di lîrîkekê de şair behsa “bihayê şîrê/qelen” ya di nav civata kurdî de dike
Hey qelen, qelen urit te biqele
Çi miletê kurd bûyî teşqele
Çiqas qîzêd can çi xortê telîyan
Miraz çevda man tu bayisê wan
Çiqas dilê geş xort û qîzêd neder
Hevûdu hebandin bi hev sewdaser
Evîntî li wan nolê Mem û Zîn
Tu Bekoyê wan mexenetî kîn
Bes e, lo qelen, urit te biqele
Çi bûyî bela, bûyî teşqele

Şair di vê lîrîkê de li dijî pereyê şîrê (qelen) sekinîye, ev yek ji pirsgirêka herî giring a kurdewarî ya wî welatî bû. Nivîskar û şairan bi şiir, çîrok, roman û dramayên şanoyê dijîtîya vê ûrf û adetê paşvemayî ya civatê kirine. Ji ber ku wê rewşa maddî heta derecekê serûbin kirîye, niha qelen ewqas zêde nemaye, lê kesên wisan hebûn vê exlaqekî baş hesêb dikirin û wekî ûrf û adeteke neteweyî ya taybetî ya kurdan lê dinêriyan, ji ber wê bû xwendewaran hewil didan xelkê tê bigihînin ku qelen adeteke paşvemayî ye û pêwist e ji bingeh ve bê rakirin, ji ber ku keç insan e û insan jî nayê firotin.
Qaçax ji bo koça dawîyê ya nivîskar û şair Wezîrê Nadirî wiha dibêje:
Bin şûşê da danye şiklê wî ber min
Xudaneke sar daketye li ser min
Ew dikene ez mirûz im seba wî
Min dipirse ez nadimê caba wî
Berê da em bira bûn dil helal
Nolê şirkê avê ji kanya zelal
Ez sond dixwim vira li ser şiklê te
Ji hurîya çetr kenê heru ‘eqlî te
Bi evînt weten hiz kin ji vêna te
Mi be serkin em her cara nêta te
Kuştina şair û nivîskar Wezîrê Nadirî ya di sala 1946an de ji alîyê dijminê desthilata Sovyetê û neyarê kurdan ve di nav kurdên Qafqasya Rûsyayê de bûyereka giring bû. Tesîreke mezin kiribû li ser dil û hinava xelkê. Qaçax hevrêyê dilsoz ê Wezîr bû, di vê lîrîka xemînîyê de evîntîya biratîyê ji nav hinava wî diherike û ji Wezîr re neqil dike û naçar bûye li gel wêneyê gotûbêj bike û jê re bilorîne.

Di şiireka navê wê “Klama Îgrîdaxê” de Qaçax wiha dibêjê:
Delo, lo, lo , lo, lo, lo wayê, li min wayê
Îsal heft salê teşkîleta kurdan e
Li bereka Îgrîdaxê ne tê kuştin, ne tê rayê
Dinê, mêr dizanin nav, dengî Birahîmê çê
Ferzende Hesen Nûrî – Şêx Zahir
Bela bûye dozde qralê ecnebî li dinyayê
Gelo me nizanibû şert – şûretê
Dewleta Romê wê li me ha be
Em ê cabekê bidenê, bila êla kurda

Li Enadolîyê rabe
Heyfa min tê bereka Îgrîdaxê
Li teşkîleta kurda, nalîyêd ‘eşîra
Na wella dîsa bavê ‘Edo, kekê Memê
Ne li nav e
Dilê min tu dilî nehebîne
Dora koçka kekê ‘Edo Gulê bîne
Heyfa min tê bereka Îgrîdaxê
Li teşkîleta kurda, li alîyêd ‘eşîra
Na wella dîsa kekê ‘Edo
Ev tu nîn e

Klama Îgrîdaxê poyemek e ji zêdetirî dused rêz şiir pêk hatîye. Qaçax di sibata sala 1962an de li Êrîvanê hûnandîye. Çîroka şiirê behsa şoreşa kurd a di sala 1930an a di bin fermandeya Îhsan Nurî Paşa de dike. Tirkên Kemalîst bi agir û hesin gelek kes kuştin, zêde kes koçber bûn, serekê şoreşê pena bir ber Îranê û li wir bû penaberê siyasî.
Ev peçeşiir pêşgotina poyemê ye. Dahênana şiira Qaçax di wê de ye, ev pêşgotin li ser destûra “lawik”ên bakurê Kurdistanê û “heyran”ên başûrê Kurdistanê hatîye danîn. Di xwendinê de bi eşkere diyar e wekî tu bêjî gundîyekî millî yê nexwendawar vê lawikê hûnandîye, lê ji naveroka wê ev derdikeve ku xwedîyê wê rewşenbîrekî zana û xwedî şiyan e. Mebesta şair ji Hesen Nûrî, Ihsan Nûrî Paşa ye. Îbrahîm û Şêx Zahir dibê yaverên Îhsan Nûrî yan cengawerên şoreşê bin. Her wiha navê ‘Edo û Memo derbas bûne, bêguman ev jî cengawerên şoreşê ne. Enadol jî navê coxrafya beşê Asyayê yê Tirkîyê ye, bakurê Kurdistanê hemî di wî beşî de ye.

Qaçaxê Mirad, şairekî rind û rewşenbîrekî berçav û rojnamenivîsekî zîrek bûye. Midetekî zêde jiyana xwendewarîyê di rojnameya Rya teze de derbas kirîye. Yek ji wan şairan e di şiirê de beşdarî di avakirina şiira nav civata kurdî ya Qafqasya Rûsyayê de kirîye. Di pêş de xwedîyê meşqa şiira millî bûye, şiirê ji folklorê cihê nekirîye. Lê piştre şiira kurdî gihandîye wê sevîyeyê ku di pêşerojê de dibin klasîk, bi manaya şiirê sevîya bilind a çîna xwendewar. Qaçax di şiirê de hemî kêşên xwemalî bikar anîye, di qafîyeyê de dewlemend e û di rewanbêjîyê de xwedîyê rêbaza xwe ya taybetî ye. Îstîfade ji hemî ew neteweyên zimanê wan zanîye wergirtîye.[1]
Ev babet 7,454 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | krd.riataza.com
Gotarên Girêdayî: 9
Pol, Kom: Jiyaname
Zimanê babetî: Kurmancî
Rojbûn: 00-00-1914
Dîroka Mirinê: 00-00-1992 (78 Sal)
Cureyên Kes: Nivîskar
Netewe: Kurd
Zayend: Nêr
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 92%
92%
Ev babet ji aliyê: ( Hawrê Baxewan ) li: 16-09-2014 hatiye tomarkirin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Burhan Sönmez ) ve li ser 28-11-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 7,454 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.2194 KB 21-04-2023 Burhan SönmezB.S.
Dosya wêneyê 1.0.126 KB 16-09-2014 Hawrê BaxewanH.B.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.281 çirke!