Cîhan Roj, di sala 1965 an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala du hezar û şeşan de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993 yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala du hezar û yekî de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002 an de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî têne weşandin. Demeke dirêj di malpera Diyarnameyê de qunciknivîskarî kiriye. Heya niha 4 jê helbest, 3 jê çîrok, 9 jê roman, 1 jê pexşanivîs 17 berhemên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derçû. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Berhem
Ratîka (Helbest) - weşanên Sî sibat 2002
Meyman (Çîrok) - Weşanên Lis 2006
Aqil diçe sewda dimine (Helbest) - Weşanên Do 2008
Deriyê çirokê (Çîrok) - Weşanên Do 2008
Meşa Moriyan (Roman) - Weşanen Evrensel 2011
Perde (Roman) - Weşanên Na 2012
Sehne (Çîrok) - Weşanên YNKD 2013
Serkêş (Roman) - Weşanên J&J 2014
Ji nû ve, Gîtara Bê Têl (Çapa duyem a Gîtara Bê Têl-2009) - Weşanên J&J 2014
Hurcahil (Roman) - Weşanên J&J 2015
REŞ (Roman) - Weşanên J&J 2015
AV Û BERF(helbestên bijare)-Weşanên J&J 2018
MALA BAZ(Roman)-Weşanên J&J 2018
ŞEŞAQIL (Roman)-Weşanên Lîs 2021
WEŞANÊN DÎJÎTAL:
EDEBİYATA MODERN A KURDÎ (PEXŞANIVÎS)-WEŞANA DÎJÎTAL,MALPERA DIYARNAME, adar 2019
ARMONÎKAYA HÊŞÎN(ROMAN)-Weşana dîjîtal, Malpera Diyarname, kanûna paşîn 2020
ŞAYÎR Û DEFTER(HELBEST)-Weşana dîjîtal, epirtukenkurdi, sibat,2020
BERHEMÊN HATINE WERGERANDIN:
MAHRUM(bi tirkî; wergera romana Perde ye)-Weşanên J&J, adar 2017
[1]