Rênas Jiyan, helbestkarekî Kurd î nûjen e; di heman demê de weşanger e, edîtorê weşanxaneya Belkîyê û dîrektorê kovara Çirûskê ye. Di sala 1974'an de li Qosera Mêrdînê çêbûye.
Rênas Jiyan di helbesta Kurdî de xwediyê cihekî girîng e. Dîwana wî ya bi navê Janyayê di nava xwendevanan de pirr hate hezkirin ku hê di pirtûka yekem de ew wek pênûseke xurt da nasandin. Di dîwana Mexzena Xwînê de bi kolleksiyonên helbestan xwestiye balê bikişîne ser rewşa kurdan ya sosyopsikolojîk û bi hêmayên bîra helbestvên, dîmenên heyamekê saz bike ku ev jî bi mirovî dide gotin ku bandora wî dê li ser nifşên nû xurt be. Herî dawî bi navé -Ji Şevê Re- çend têgehen dera hanê berhemeke wî hat weşandin.
Ekola Çirûskîzmê ava kir.
BI TIRKÎ
Modern Kürt edebiyatının ve şiirinin güçlü isimlerinden biri olan şair ve yazar Rênas Jiyan, Belkî Yayınları ve Çirûsk dergisinin Editörlüğünü yapmaktadır. Çirûskîzm ekolünü kurdu.
BERHEM
1. Janya (helbest), 1999
2. Mexzena Xwînê (helbest), 2003
3. Di Tuwaletê de (şano), 2006
4. Ji Şevê Re -çend têgehên dera hanê (cerribîn-rexne), 2008
5. Çirûskîzm -li ser goşt û agir û hunerê lêkolîneke fenomenolojîk (teorî-felsefe), 2012
6. Diêşiya (helbest) 2013
7. Wêjeya Kurmancî-Pênûsên Çardehderb (Analîz) 2015
8. Spîtama (Roman) 2016
cirusko@hotmail.com