Şahînê Bekirê Soreklî nivîskar û rojnamevanek kurd e ku niha li Sydney, Awistralya dijî. Ew di sala 1946 an de li gundê Mezrê li devera Kobaniyê li welatê Sûrya (Kurdistana binxetê) hate dinê. Di sala 1968 ê li welatê Australya yê bi cih bû, û li Zanîngeha Maquireyê wane xwend. Ji sala 1978 vir de, li wezareta perwerdeya dewleta New South Wales (Walesa Başûrê Nû) dixebte. Di sala 1979 de, bû be serokê yekemîn rêkxistiya Kurd li Awistralya û ji bo şeş salan ew rêkxistiyê bi rêve bir. Di nav salên 1982-1983 an de, bernameyek radyoyî ya hefteyî bi zimanê kurdî li ser radyoya 2SER FM diweşand. Ji sala 1985 vir de, birêveberê pişka Kurdiya Radyo ya SBS (Servîsa Weşanên Taybet) ya Awistralya ye. Heta niha gelek Kurte çîrok, gotar û helbestên wî li rojname û govarên kurdî de hatine weşandin.
=KTML_Bold=Jiyana wî ya Nivîskarî:=KTML_End=
Nivîskariya Şahîn di salên 1970yan de li Sydney dest pê kir. Yekemîn nivîsar û gotarên wî bi zimanê înglizî bûn. Dû re çend berhemên bi E’rebî û Almanî jî nivîsandin. Dawiya salên 70yan rojname, kovar û pirtûkine bi zimanê kurdî ji Ewropayê gihîştin wî. Bi encama xwendina wan û bandora wêjeya almanî li wî, dil xwazt bi kurdî binivîsîne (wek ew dibêje), bi taybetî dema wî çîrokên ligor asta demê û zimanên din di nav yên Kurmancî de nedîtin, lê kêşeya li pêş ew bû ku wî bi zimanê makî perwerde nedîtibû wek her kurdekî; divabû xwe fêrî rêzimaniya Kurmancî bike. Şahîn çend berhemên gramera Kurmancî ji dostan bi dest xistin, yek ji wan ji hinek jimarên HAWARê pêk dihat, ji birêz Hemreş Reşo li Almanya. Şahîn xwe bi dirêjiya mehan, her ku fersend hebû, da ber xwefêrkirina rêzimaniya Kurmancî û xwendina berhemên di dest de hebûn. Zanibûna bi rêzimaniyên Înglizî, Almanî û E’rebî meraqa li rêzimaniya Kurmancî û rastnivîsê li nik wî zêdetir kir.
Berhemên wî yên destpêkê helbest, gotar û kurtechîrok bûn. Ji berhemên çîrokî wî di nav hefteyên dawîn yên sala 2018 de beşên ji naveroka 39an danîn ser malpera xwe ya Facebookê.
=KTML_Bold=Berhemên wî:=KTML_End=
Mirina Xezalekê: 1981
Rojek ji Jiyana Mistê kurê Salha Temo: 1982
Kombûna Pêxemberan: 1983
Kujtina Du Mirovên Belengaz: 1983
Azadbûna M. K: 1984
Hindiyên Sor: 1984
Vegera malê: 1986
Namûsa Êmo 1986 - Kurteroman
Hîn Hebû Hêvî: 1987
Henry Armstrong Chû Cengê: 1987
ÇIVÎK JI SER DARAN KETIN
Nedî û Danestan: 1988
Rêwiyê Mirî: 1988
Karl Federmann: 1990
Payîz: 1992
Kujtina Rojê: 1993
Kûto: 1993
John Hyde: 1994
Firrîn: 1996
Pisîk jî Xewnan Dibînin: 1996
Xwekujtina Nameyekê: 1996
Afrîkayê Ma Te Dît: 1997
Rojîn: 1999
Parsger: 1999
Xweziya Ne Mirov bûma: 1999
Shkeft: 2000
Stemkarî û Hestên Tawanê: 2000
Mebesta Chîrokê: 2002
Bi Navê Xwedê: 2006
Profesor û Rîhrengîn: 2007
Hosteyê Koshka Hilweshiyayî: 2008
Telefonkirineke Janafer: 2008
Pîvaz : 2008
Xizanî: 2008
Xewnekê Bifroshe Min: 200?
Zarok û Dar: 2013
Pira Hilweshiyaî: 2015
Ya Shamî û Rojên Demê: 2015
Kobanî û Kalê bi ber Leheya Tofanê Ketî: 2017
[1]