Mehmed Emîn Bozarslan
Uppsala
Weşanên: Çira Yayınları
1983
Sîdar, dıgel hevalên xwe lı êxur dılîst. Zarûkên gund hemî lı wır bûn. Dema kelekel lı hawırdor rûnıştıbû, ketıbûn êxur û dest bı lîstına veşartokê kırıbûn. Jı wê demê ve bêhn nedabûn xwe, her dılîstın. Nîvro şıkestıbû êdî. Lê hê jî dev jı lîstıkê ber nedabûn.
Sîdar, jı nîşka ve çızekî dı nava xwe da hıs kır. Dılê wî buhurî. Hat bîr’ê ku bırçî ye. Fıravîn nexwarıbû. Sıbê kerîkî nan bı tasekî dew xwarıbû. Jı wê deme vır da tu tışt bı devê vî nebûbû. Zewq û şêrînîya lîstıkê bırçîbûn jî, fıravîn jî jı bîra wî bırıbû.
Deng lı hevalên xwe kır.