Navê pirtûkê: Feqiyê teyran 3
Navê nivîskar: #Abdusamet Yîgît#
Cihê çapkirina pirtûkê: Berlin/Almanya
Navê çapxaneyê: Weşanên Soran
Sala çapê: 2014
FAQIYÊ TEYRAN -2
Roj hêdî hêdî bi ber êverî ve diçû.Mirovên ku li derve bûn ji, êdî hêdî hêdî dikirin ku riya xwe bigirin û herine mala xwe.Lê hê roj bitememî ne çûbû ava.Berî ku ro herweha bitememî herê ava, roj li ber çavan gelekî û gelekî xweşîk dibe.Roj berî ku herê ava, hinekî sor dibê.Ku mirov lê dimeyîzenê ji, di dile mirov xwe de xweşîyeke ku xweş çê dikê.
Bi zêdeyî ji di wan deman de, li ber çemê Dicle yê, qalabalixek çedibe.Mirov, li hevdû digihijine hevdû û bi hev re diaxivin û didin û distenin.
Mirovên ku her weha li hevdû digihijinê hevdû ji, ji hemû tiştî bêxaber ji hevdû re diaxivin, li hevdû hanakan dikin û hwd. Jiyanaka wan ya asayî heya.Li ber çemê dicle, bi zêdeyî, li ber êverî, ne tenê mêr li hevdû dibûna kom. Her weha jin ji li hevdû dibûna kom.Lê jin, axlabe ji, ne di wê waxtî de li hevdû dibûna kom. Kêm carna her weha li wir di wê waxtê de li hevdû dibûna kom.Ew axlabe ji, demên nîvro an ji hinekî piştî nîvro, li ber çêm li hevdû digahana hevdû.Di wan deman de, çend ku dinye germ ji bena, dise, li ber ava Diclê, her weha hawa bi tememî ji hînik dibû.Ew hînikbûn ji, ku dibû, êdî mirovan xwe bi tememî lê digirt.Li wir bêhne xwe derdixist.Li wir dile xwe xweş dikir.Dema ku li hevdû di gahana hevdû ji, li hevdû hanak û menek ji dikirin.Dema ku li hevdû digahana hevdû, êdî dengên wan bilind û gurr derdiket.Herweha rewşek di wê demê de liber çemê Diclê di jiyana rojana de çedibû, hebû.[1]