Di 1964an de li gundek Farqînê bi navê Boşatê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya destpêk û navendiyê li Farqînê û ji bo demek kurt jî li zanîngeha Dîclê, fakulteya perwerdê ji bo mamostetiyê xwendiye. Deng û awazên hûnermendên mîna M. Arifê Cizîrî, Meryem Xan, Kawîs Axa, Huseynê Faro, Hesenê Cizîrî, Nesrîn Şerwan, Karapêtê Xaço û hwd bandorek mezin lê kiriye. Bihara sala 1984an Cewad di pêşbirkekê ya ji bo dengxweşên herêmê ku ji aliyê Radyoya Diyarbekrê ve hatibû lidarxistin bi yekemîn pile hat xelat kirin û demekê jî di radyoyê de xebitî. Pişt re bi hevkariya karbidestên radyoyê, di konservatuwara Îzmîrê de mijulî xwendinê dibe. Li ji ber ku ew hertim dixwaze bi zimanê xwe bistirê, vê siyasetê wek bişaftina hunera gelê xwe dibîne û dev ji konservatuwar û xebata radyoyê berdide. Bi vî awayî ji bo ku ji gel û çalakiyên xwe yên hunerî bi dûr nekeve bi pêkanîna komeke mûzîkê (Koma Zembîlfiroş) dest bi xebata xwe ya hunerî dike. Di wan salan de ji ber ku şerê azadiyê li Kurdistanê sal bi sal gurtir dibû û zimanê kurdî jî qedexe bû, Cewad bi cesareteke mezin bi kurdî distirî. Ji bo vê di sala 1987an sê mehan hate girtin. Di sala 1989an ji aliyê gel ve wek endamê yekemîn yê encûmena Şaredariya Farqînê hat hilbijartin. Cewad careke din sala 1990an bi qasî salekê ji ber çalakiyên siyasî li girtîgeha Diyarbekrê ma. Piştî ku ji girtîgehê derket, du caran ji aliyê kontrgerîlla ve rastî êrişên çekdarî hat, lê her du caran jî ji wan êrişan rizgar bû, birînên wî zêde xedar nebûn. Di havîna sala 1992an de ji ber ku ji aliyê dewletê zêdetirê heşt salan cezayê zindanê jê re hatibû diyarkirin, neçar ma ku ji Kurdistanê derkeve. Piştî ku demekê li Sûriyê ma, di dawiya sala 1992an de çû Ewrûpa û ji wê demê heya îro di Akademiya Çand û Hunera Kurdî de xebatên xwe yê çandî û siyasî didomîne. Cewad Merwanî heya niha du albûmên bi navê Penaber û Dem ku ji kilamên siyasî û gelêrî pêk tên çêkirine. Herwiha di Orkêstra Senfonî ya Kurdî de jî bi xwendina strana Dewrêşê Evdî beşdarî kiriye.