...Di sala 1867yan de li Silêmaniyê tê dinê. Di panzdeh saliya xwe de dibe katibê nifûsê yê Silêmaniyê. Di sala 1898an de diçe Stenbolê. Salekê li mabeyna seraya Osmaniyan dimîne. Li Stenbolê di sala 1905an de perwerdehiya hiqûqê xilas dike. Di hin navçeyên de qeymeqamî dike. Di sala 1918an de dibe miteserifê Amasyayê. Heta sala 1923an li wir miteserifî dike. Di sala 1925an de vedigere Silêmaniyê. Di sala 1926an de dibe serperiştyarê rojnameya Jiyanê. Di gelek rojname û kovaran de bi sedan nivîsên wî derçûne, dema ku ew li jiyanê bûye berhemên wî yên li jêrê weke pirtûk hatine çapkirin. Di sala 1950î de li Silêmaniyê koça xwe ya dawî dike.
Berhemên wî:
Mem û Zîn (Şanoname, 1934)
Dîwanî Mewlewî (1935)
Diwanzde Sîwarey Merîvanî (Çîrok, 1935)
Mehmûd Axay Şîwekel (Şanoname, 1942)
Galte û Gep (1947)