Keremê Seyad (z. 1938, gundê Heko, qeza Talîn, Ermenistan – m. 28ê adara 2021an Ermenistan), pêşkêşkar û xebatkarê Radyoya Êrîvanê bû.
$Jiyan û xebatên wî$
Malbata wî sala 1918a ji ber zilmê, ji Qersê koçberî Ermenistanê bûne. Xwendina xwe li dibistana gundê Hekoyê temam dike.
Di sala 1938an de li gundê Heko, qeza Talîn a Ermenistanê ji dayik bûye. Di rojnameya bi navê Bolşêvîkyan Droşov de nivîsên xwe belav dike. Bi wan nivîsên xwe bi nav û deng dibe. Gotarên wî di rojnameyên Ermenistanên ên bi navê Avangard, Sovêtakan Hayastan, Komûnîst de tên weşandin.
Di sala 1960an de Xelîl Mûradov wî dawetê Radyoya Êrîvanê dike. Ew di sala 1960an de di Radyoya Êrîvanê de wek spîker dest bi kar dike. Bi gotina xwe ya Yêrîvan xeber dide jî tê zanîn.
Piştî belavbûna Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst aboriya Ermenistanê kete haleke nebaş. Di vê demê de Keremê Seyad di radyoyê de tenê ma. Vladîk Zadayan wê çaxê ji ber tinebûna xebatkaran xwestiye ku beşa kurdî ya radyoyê bide girtin, lê Keremê Seyad wê demê kurê xwe Tîtal û keça xwe Leylê jî dixe nav kadroya xebatkaran. Herçiqas birayê wî, wî û malbata wî ji bo îmkanên baş dawetê Rûsyayê kiribe jî ew neçûye Rûsyayê û xebatên beşa kurdî ya radyoyê daye dewamkirin.
Keremê Seyad bi qasî 5 salan jî di rojnameya Riya Teze de korêktorî kiriye, xebitiye. Ji xeynî wê korêktoriya bi dehan pirtûkan kiriye. Herwisa tevî xebatên amadekirina fîlma kurdî a bi navê Zerê jî bûye.
Ew heya 2014an tevî kurê xwe Tîtalê Kerem di Radyoya Êrîvanê de xebitiye. Lê piştî sala 2014an ji ber sedemên tendiristiyê xwe ji karên radyoyê vedikişîne.
Di 28ê adara 2021an de çû ber dilovaniya Xwedê.
Kurê wî Tîtalê Kerem redaktoriya rojnameya Riya Teze kiriye. [1]