M. Zahir ERTEKİN
Yek ji cûreyên nezmê yên edebiyata klasîk, texmîs e. Texmîs, bi wateya xwe ya ferhengî pênclibî/pêncbendî ye (Develioglu, 1988: 1221; Sami, 1989: 389; Manzûr, 1999: 215). Di istilahê de sê rêzên
cuda li xezelek, qesîdeyek an jî cûreyeke nezmê a din ku bi malikan Di Edebiyata Klasîk a Kurdî de Texmîs û Texmîsên Mela ‘Eliyê Baqustanî hatiye nivîsîn tê zêdekirin ku jê re texmîs tê gotin. Qafiyeya texmîsê weha ye: aaa(aa), bbb(ba), ccc(ca)… Di ebediyatên klasîk de di nava cûreyên nezmê de cûreya herî nêzîkî texmîsê museddes e. Museddes jî pênclibî ye lê her pênc rêzik jî yên helbestvanekî ne. Texmîs di dabeşkirina cûreyên edebiyata klasîk de beşek ji musemmatê ye. Musemmat cûreyeke helbestê ye ku ji bendan pêk tê û di hundirê xwe de xwediyê gelek şaxan e. Musemmat li gorî hejmarên bendan dabeş dibe. Texmîs jî di nava pênclibiyan de ye. Ji xeynî texmîsê pênclibên din ên musemmatê ev in: Muxammes, teştîr û tardiyye. [1]
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,788 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!