Piştî ku sê têkoşer di meha tebaxa 2017 an de, bi nave Sebah Huseyn Penahî, Hamid Seyf û Behzad Nûrî di êrîşeka hêzên Komara Îslamîya Îranê hatin qetil kirin. Herweha Ramîn Huseyn Penahî jî bi birîndarî ket destê dewletê û demekî bê xeber û çarenivîs ma, diyar ket ku ew yê di bin zext û şikence û terorê de bû.
Di heyama (40) çil salên bihurî de, Komara Îslamî ya Îranê weku hikumeteke dîktatorî ya kevneperest xelkên Îranê duçarê tepeseriyên cuda yên neteweyî, çînayetî û hevweltîbûnê kirî ye. Bi taybetî li ser Kurdistanê wekudagîrkerekî, hemû corên tund û tûjîyê bi kar tine . ji wan eşkence û sizaya lidarvekirin – îdam ê û heta digehe wê asta herî nemirovatîyê ku termê wan giyanbextan jî teslîmî malbatên wan neke.
Di niha da hejmara piraniya zîndanîyên siyasî yên li Îranê xelkê Kurd in. raya giştî ya Îranê û Dunyayê jî vê dizan in ku here piraniya ew kesên çalakvan yên di biyava demokrasî û azadiya civakîn û tu tawan nekirine.
Di 25ê sibata 2018an de, fermana sêdardana Ramîn Huseyn Penahî hate dan û bi wê egerê malbata wî û xelkê Kurdistanê û hemû azadîxwazên Îranê bi temamî dilgiran û nîgeran in, ji ber ku ev hukm ne rewa, na qanonî û tekez li ser nadadî û zulm û zordarîya dewleta Îslamî ya Îranê dike.
Sererayê hewara mirovatî yê malbat û xelkê dilsozên din yên li Kurdistan û Îranê, rejîma Îranê bê xem û bê derbest tu core bersivek bi banga azadîxwazîyê û mirovperweriy û aşitîxwazîyê nade.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK, bi hemû şêweyekî piştgîrîyê li zindanîyên siyasîyên kurd û neteweyên din yên Îranê dike û daxwaz dike ku dewleta Îslamî ya Îranê dawî bi siyaseta xwe ya li dijî mirovayetîyê bîne. Dîroka tekoşîna azadîxwazîyê ew nîşan daye ku serkutkiirn û hovatî nemakare ber bi deng û banga tekoşîna jib o azadîyê û jiyar û serwerîya yasa û jib o jiyaneke azad bigre.
KNK, daxwaz ji Kurdistaniyan û gelên li Îranê dike ku li ser nerazî û xwenîşandan û çalakîyên siyasî berdewam bin û rûyê rastî yê kevneperestî û zulmxwazîyê Komara Îslamî ya Îranê şermezar bikin. Herweha daxwaz ji part û rêxistiyan, bi taybet yên li rojhelatê Kurdistanê dike ku herî kêm platformeke hevbeş jib o piştgîriyê ji zîndanî û ji peydakirina hevpiştî û hevçeperîê di gel xwe û malbatên wana saz bikin.
Em bawerin ku rêya xebata wan wî tije rêwî û rêving be. Em dizan in ku dawîya dagîrkeran bi şikestinên mezin wê biqede. Kurdistanî tev wê dizan in ku yekîtî ya Neteweyî, bi hêzkirin û xurtkirina şîrazeya xebata azadîxwazî û pêşkeftinxwazîya me, tenê misogerkirina gehiştina meye jib o armancê. Ji ber wê yekê pêwîste yekîtiya xwe ya neteweyê bi hêz bikin û dawîyê bi siyaseta navçegerêtî û partayetîya berteng û berjewendiyên kesokî binin dev jê berdîn.
Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK
#20-04-2018#