Dîsa li herêma Filîstînê alozîyên mezin despêkirin, dîsa xwîn dirijê. Xwpêşandanên duh de heta niha dehan kesan jiyana xwe ji destdaye ji 2000 kesan zêdetir birîndar hene. Hêzên ewlekarîyê yên Isaraîl dijê sivîlan çek karanîne û ev helwest nayê qebûlkirin. Em weke KNK êrîşên dijê sivîlan bi çi awayibe bila bibe qebûl nakin û şermezar dikin.
Rojhilatanavîn têra xwe bi arêşe, gir û giriftarî ye. Li vê cografyayê pirs û pirsgirêk mixabin bi diyalogê nayên çareser kirin. Yêk ji van pirsgirêkan jî rikeberîya Israîl û Filistînê ye ku eve bi dehan salan e hêj jî, li goreyî rastîya îro û hebûna xelkên navçeyê formekî maqûl wernegirtîye. Hal ew e ku di dinyaya îro da Israîl û Filistîn wekî du dewletên cîran û xwudan maf dikarin di nav aştîyeke berfireh û kamil da li rex hev bijîn.
Di serî da Qudis û li ser hemû pîrozîyên dînî gurkirina şer û zêdekirina pirsgirêkan hem ji bo dewletên Israîl û Filistînê û hem jî ji bo xelkên herdu dewletan feydeyê nayîne, tam bereks dijminahîyê kûrtir dike, ku eve rê li ber diyalog û çareserîyê digire û zerareke mezin digihîne xelkên Israîl û Filistînê û herweha navçe jî ji aramî û tenahîyê dûr dikeve.
KNK daxwazê ji rêvebirên Israîl û Filistînê dike ku beramberî hev pozisyoneke dijminane negirin, pirsgirêkên xwe bi diyalogê û metodên aştîyane çareser bikin û wekhevane rêzê li hebûn û pîrozîyên xwe bigirin.
KNK bi dilgermî ji dewleta Israîl daxwaz dike ku beramberî xelkê sivîl û nerazîbûnên demokratîk û aştîyane toleransdar be.
Konseya Rêvebir ya KNKê
5 Gulan 2018, Bruksel
#15-05-2018#