Qoçgîr an Koçgirî (bi tirkî: Zara) navçeyeke Sêwasê ye. Li navçeyê gelek gundên kurdî hene û xelk bi kurmancî dizane. Li Şerefiye, Bolîcan û navenda navçeyê mirovên him kurdîaxêv û tirkîaxêv dijîn. Zimanê wan ê zikmakî kurdî ye, bav û kalên wan jî hatine ji Anatoliya Rojhilatê. Di navçeyê de li gundên Bekparê û mezrayên dimiliyan zazakî jî diaxivin.