Kop (di 1928'an de wekî Qop hatiye nivîsand[2], bi tirkî: Bulanık) yek ji navçeyên #Mûş#ê ye. Gorî hejmartinên herî dawî, hejmara navendê 41.000, bi giştî 139.000 e. Şik heye ku nifûs zêdetir be. Lewra li herêmê gelek kes di nifûsê de netomarkirî ne. Ev realîte li hemî Bakurên Kurdistanê heye. Şik heye ku dûgela Tirk dixwaze hejmara kurdan kêm nîşan bide. Bawerî bi statîstîkên dûgela Tirk nabe. Di sala 1927´î de bûye navçe. Aborî bi pirranî li ser çandiniyê ye. Genim, ceh, nîsk, silq, hwd. Dîsa xwedîkirina sewalan jî heye. Kop li ser riya Mûş - Agiriyê dikeve. 107 km li dûrî Mûşê ye. Firehiya erdê navçeyê 1.706 km û bilidahî ji rûyê avê 1.480 m ye. Li rojhilatê Milazgir, li rojava Gimgim, li bakur Erzerom û Xinûs û li başûr jî Xelat a Bedlîsê, Têlî hene. Di navbera Kop û Milazgirê de 25 km heye. Bi zivistanan berfî û sar, bi havînan germ û ziha ye.
Dîrok
Dîroka Kopê jî wekî ya herêmê pirr kevn e. Li herêmê Medan, Hûrriyan, Ûrartûyan, Bîzansiyan, Osmaniyan, Ûrisan hwd desthilatî kirine. Herêm jî wekî hemî deverên Kurdistanê heya Şerê Dinyayê ya Yekê herdem di bin hukmê mîrîtiyên Kurdan de bûye. Piştî parçekirina Kurdistanê û şikestina serhildanên kurdan rewş bo kurdan xirab bûye. Gorî hin îdîayan navê herêmê di dema Ûrartûyan de Horhorîkî bûye. Beriya Terteleya Filehan gelek fileh jî hebûne li herêmê. Gundên ku fileh lê jiyane ji navên wan tê derxistin. Kurd û fileh bi biratî bi hev re li herêmê jiyane. Di serhiladana Agiriyê, dagirkirina Ûrisan hwd de gelek car kurdên Qers, Erdêxan û Erzeromê koçber kirine rojava û başûrê Bakurê Kurdistanê. Herwekî hatina Kopê jî.