Xelkê Kurdistanê,
Rêvebirîyên siyasî yên Kurdistanê:
Dagîrkerîya dewleta Tirkîyeyê ya li navçeyên başûrê Kurdistanê di dereceya alarma sor da ye.
Siyaseta qedîm ya dewleta Tirkîyeyê ya beramberî Kurd Kurdistanê hewce nîne ku bi firehî behs bikin. Niyet û kir û kiryarên vê dewleta hov yên dijî Kurd û Kurdistanê li nav tixûbên xwe yên fermî û li derveyî van tixûbên fermî tête zanîn. Lê dîsa ve heke li pratîka bi giranî ya îro ya hêzên Kurdistanê binêrin, mixabin ku di vî warî da serwextîyeke gelek baş jî nayê dîtin. Pozisyoneke bi vî rengî cidden cihê endîşe û nigeranîyê ye. Lewma em wekî KNK bi vekirî dixwazin bala neteweyî û niştimanî bikêşine ser vê mijara jîyanî.
Gotineke ku ji alîyê herkesê ve tête qebûl kirin em dubare bikineve: Di roja îro da dewletên Tirkîye û Îranê dijî destkevtên Kurd û Kurdistanîyan di nav bizaveke gelek dijminane da ne û hemû hewildanan dikin ku rê li ber Kurdan bibirin û heke ji wan bêt bêhnê li Kurdan çik bikin. Di halê hazir da jî di nav pratîkeke wisa da ne. Eve li bakur û rojhilatê Kurdistanê û herweha li başûr û rojavayê Kurdistanê tête dîtin.
Lê belê, em dixwazin destnîşan bikin ku eve demek e Tirkîye di nav êrişkarîyeke hind neyarane da ye ku encamên wê yên xirabker her roj têne dîtin. Dewleta Tirkîyeyê ji xwe bakurê Kurdistanê dagîr û ilhaq kirîye. Niha di nav kar da ye ku baskê dagîrkerîya xwe li ser başûr û rojavayê Kurdistanê jî fireh bike.
Ewil bi binkeyên cuda yên leşkerî li başûrê Kurdistanê nuqteyên kontrolê çêkirin. Paşê dest dirêjî li yêkparetîya rojavayê Kurdistanê kir. Bi armanca qetkirina cografyaya rojavayê Kurdistanê ji Deryaya Spî, ji Cerablus û Ezazê pê ve heta Efrînê parçeyekî mezin yê rojavayê Kurdistanê dagîr kir û bi hêzeke mezin ya leşkerî û sivîl xwe binecih dike.
Vê gavê jî bi stratejîyeke nû berê xwe daye başûra Kurdistanê û hem wan istasyonên xwe yên leşkerî û istixbarî pêkve girêdide hem jî meydanên nû yên başûrê Kurdistanê dagîr dike û dixwaze li van cihan xwe mayînde bike. Bi vê hemleya dagîrkerîya nû ya li ser başûr jî dixwaze cografyaya yêkpare ya qismekî rojhilat, bakur û başûrê Kurdistanê ji hev qet bike û xwe li Biradosta û Xakurkê mayînde bike. Ev êrişa wan ya li ser van navçeyan wekî xencerekê ye di dilê Kurdistanê da ku navçeyên rojhilat, başûr û bakurê Kurdistanê ji hev veqetînin. Êrîşên li ser herêma Xakurkê ne tinê dijê Hêzên Gerîlla ne, dijê hemî Kurda ye, dagirkerîya Kurdistanê ye. Divê ev rastî bête zanîn û herkes her hêz gorî vê rastîyê tevbigere.
Hêzên gerîlla û xelkê van navçeyan dijî vê dagîrkerîya bê perwa ya dewleta Tirkîyeyê berxwedaneke xurt nîşan didin û rê nadin ku pêşve biçin.
Li alîyê dî, dûrî ihtmalê nîne ku dewleta Tirkîyeyê ji Cizîrê jî ber bi Dêrika rojavayê Kurdistanê ve dest bi dagîrkerîyê bike û digel Efrînê ji sê alîyan ve temamê Kurdistanê hilgire binê zeptûreptê. Niyeta dewleta Tirkîyeyê hindî hûn bêjin xirab e û dagîrkerîyeke berfireh ya Kurdistanê daye ber xwe û gav bi gav pêktîne. Eve gelek aşkera ye ku ji bo temamê Kurdistanê tehlîkeyeke mezin e û bi manaya têkbirinê pêkve sotina Kurdistanê ye. Heke hat û dewleta Tirkîyeye di vê operasyona xwe da serkevtî bû, Kurd divêt bêyî dudilî qebûl bikin ku dewleta Tirkîyeyê dê bixwaze senaryoya xwe ya qiyameta Kurda bide tetbîq kirin. Ji van êrişên dewleta Tirkîyeyê, ev encame aşkera tête dîtin.
Hingê divêt çi bête kirin? Eve jî zelal e: Divêt her bi çi rengî be rê li ber van plan û projeyên dewleta Tirkîyeyê yên dagîrkerîya seranserî bête birîn. Eve jî tek û tinê bi hevgirtina neteweyî û niştimanî mumkun dibe. Beramberî van kiryarên dijminan, acîlîyeta îro ya Kurdistanê bilindkirina hişyardarîya yêkbûna neteweyî ye.
Bêdengîya hindir û derve me têxe nava fikaran û metirsîyê. Mixabin heta niha jî sêrîde Hukumeta Herêma Kurdistanê û hêzên başûrê Kurdistanê bi piranî bêdengin. Ev bê dengî cesaretê dide dagîrkeran, dilê dostan dişkîne û gelê me xemgîn dike.
KNK gelek bi giringî dixwaze bala hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî bikêşe ku dijî vê konsepta nû ya dewleta Tirkîyeyê di dereceya herî bilind da hazir û amade bin û bi pozisyoneke hevgirtî ya neteweyî van êrişên dagîrkerî yên dewleta Tirkîyeyê bidene rawestandin.
Eve erkekî bilind yê neteweyî û niştimanî ye û divêt îro bête kirin. Subehî direng e!
Konseya Rêvebir ya KNKê
#12-06-2019#