Nivîskar: Clémence Scalbert-Yücel
Wergêr ji fransî: Elî Paksirêşt [1]
Kurte:
Ev nivîsar, ku ji lêkolînek meydanî li Tirkiyê da pêkhatiye, peyva zimanê kurdî dibe jêr pirsê, ev
peyv bi tiştekî tenê îşare nake lê belê gûneyên cûr bi cûr nexş dike. Tirkiyeyê her dem, hetanî demeka
nêzîk jî, hebûna zimanê kurdî înkar kiriye û bi awayên taybet wê dike tirkî. Pol û dabeşên rojavayî
hebûna zimanê kurdî nîşan didin. Mirov zimanên gellekî nêzîk lê malbatên cuda dibîne ku axêverên
wan xwe kurd didin nasandin. Pes, pênasînên zimannasî û civakî ji tiştê ku wek zimanê kurdî ye,
her dem li hev du nakin. Têvelîtî û gûnegûniya zimanî girîng e: Derketina tevgerên neteweperwer û
hewldanên sa standardkirinê ew xurtir kiriye. Yekkirina zimanî şikest xwariye: Di nav welatê ku kurd
tê de jiyan dikin, çendîn pîvanên kurdî derketine. Ji ber ku yekîtiya zimanî pirr caran wek desteber û
garantiya hebûna gel tê dîtin, loma warên çekdarên kurd hin siyaset, ramiyarî û gotinan pêk tînin ku
mebesta wan berpekirin an nîşandana yekîtiyeka zimanî ye. Serencam, bi hilbijartina tirkî, zimanê
serdest li Tirkiyeyê, yê ku kurd zimanekî hevbeş pêk tînin.