AWAZA XERÎBÎ TENÊTÎ HUZN Û KEDERÊ: #MERYEM XAN# .
#Kenan Subaşı#
DESTPÊK Efsûnbaz û sêhrbazên ku dikarin bi dengan meriv di nav melodiyeke huznê, şahiyê, şînê, bindestiyê, azadiyê, trajediyê de bihêlin û piştre nêrîneke wisa bidin meriv ku meriv di heman gavê de lixwe werqile û bikeve nav muhasebeyeke rabirdû û dahatûyê. Meriv kêliya ku tê de be ji bîr bike û heya ku bixwaze dûr bikeve jixwe, ji her tiştê heya ku
bigihêje tahma wê dengê, awazê, kilamê û kelamê. Em qala wan dikin, qala kesên ku wek xeyaleke şêrîn bûn hatin hatin hatin û çûn. Em qala hosteyên
dengan dikin, xwediyê kelamên qedîm dikin, xwediyê nefesên pak û pîroz dikin. Em behsa yê ku dengan dixin bêje û ji bêjeyan jî deng diafirînin dikin û qala xwe û xwediyê xwe, qala kesên ku di vê hevîrê de xwediyê qurtek av, di vê qêrînê de xwediyê awazek har e dikin. Em qala dengbêjan dikin....academia.edu [1]