Inan Eroglu
Hêlange romana dawîn a Yaqob Tilermenî ye ku 2016an çap bûye. Yaqob Tilermenî di nivîseke xwe de wateya “hêlange”yê di nav kevanekê de wekî “gerîna li ser berateyan a teyrên goştxwir” dîyar kirîye û ev peyv ji bo nîşandanên wekî zilm, mêtinkarî û komkujîyên dewleta Tirkîyeyê bi kar anîye.1 Di romanê de jî tenê carekê ev nav derbas bûye wekî “hêlangeh”ê ku di van wateyên jorîn de hatîye bikaranîn “Zerîpoş li dora mirovên civîyayî weke hêlangeha teyrên li ser berateyan digerîyan û dixwestin mirovan di hewşan xin.”2 Jixwe di Hêlangeyê de, Komkujîya Eleqemşê, pevçûnên navbera kurdan û hêzên dewletê û asîmîlasyona li ser kurdan palpişt in ji bo van wateyan. Di vê nivîsarê de me Hêlangeya Yaqob Tilermenî di çarçoveya vegêrannasî û hin lîstikên edebî yên wekî kitêb û nivîskarên xeyalî, şêwazî û dîtinî, hebûna nivîskarê romanê wekî karakterekî di romanê de û yên wekî sembolî nîşan daye. Ji ber ku ev nivîsar wekî sparteka dersa edebîyata kurdî ya modern a lîsansê hatîye amadekirin, di destnîşankirinên hin taybetîyên vegêrannasîyê de me bi gelemperî pala xwe daye du kitêbên dersê yên Vegêrannasîyê: Anlatıbilim (Vegêrannasî) ya Manfred Jahn û Destpêkek ji bo Zanista Edebîyata Modern a Remezan Alan. Lê ji bo zelalkirina mijarê pêdivî pê heye ku em serê ewil naverok û rûdana romanê derpêş bikin.
[1]
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 584 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!