Kosedax an jî Mîrê Çiyaya (Mîrê Çiyayan) çiyayekî Kurdistanê ye ku li navçeya Agirîyê, Zêdka ye. Bilindbûna Kosedaxê xwe digîhe 3.433 m yê.
Kosedax di nava gelê Zêdka da pir navdar e. Dengbêj Şeroyê Biro klama xwe ya bi navê Zeriyê da qala Çiyayê Kosedaxê dike. Berfa ser Kosedaxê heta havîna derengî nahele. Rojhilata wî gundê Seydoya (Qopiza Jor) û gundê Çaçana (Qopiza Jêr) hene. Rojavaya wê gundên Çatê, Gapira û Remedana hene. Her çar aliyê Kosedaxê çem û kanî dikişin. Kosedaxê de keriyên bizinkoviya hene.[1]