Westan (bi tirkî: Gevaş) yek ji navçeyên #Wan#ê ye. 40 km ji Wanê dûr e. Rûber 272 km², bilindahî ji rûyê avê 1.750 m ye. Hejmara niştecihên navendê 10.788 û bi giştî jî 29.629 e. Di statîstîkên fermî de şik hene. 30 gund û 18 mezreyê wê hene. Aborî li ser karê mozhinguviyê û çandiniyê ye. Herwekî tûrîzm û bazirganî jî berbiçav e.[1]