Feqiyê Teyran, li gor hin dîrokzanan, di 1590'an de hatiye dinê û di 1632-1660'an de çûya ser dilovaniya xwe. Li ser van dîrokan riwayetên muxtelif hene. Ya rastî ew e ku Feqiyê Teyran di 1590'an de hatiyê dinê û jiyaneke mezin û bi zanist berdewam kiriye. Di gelek vegotin û nivîsan de behsa wê yekê tê kirin ku Feqiyê Teyran weke filosofê oli û helbestvan bû. Ya rasti ew e ku ew ne tenê şaîr bû, lê di ber re fîlozofekî mezin jî bû. Di dema xwe de li ser hizir pir kûr bûye û pir nivîsandiye. Herçend zêde pirtûkên wî heta îro nehatibin jî, em dizanin ku wî ne yek an jî du, lê hinek pirtûk nivîsandine. Li ser felsefe, dîrokê, dema xwe de û pêşketinên dema xwe, hizre xwe aniye ser ziman. Feqiyê Teyran li gundê Miksê ji dayîk bûye, ku girêdayiyê Colemêrg (Hekarî) ye. Lê Mikis an jî Miks, niha girêdayiyê Wanê ye. Navê Feqiyê Teyran yê rastî jî, weka di çarînê de gotiye "Mihemed" (Mîr Mihemed) e. Feqî di helbestek xwe de jî navlêka xwe "Mîr Mihê" daniye. Ew bi xwe ji malbatek eşîriye. Di dîroka zanîn û wêjeya kurdî de cihekî bêhempa digire. Helbestvan, destannivîs û çîrok nivîsekî mezin e. Kurê mirekî kurd e. Berhemên nivîskar wek Şêxê Senan, Qiseya Bersiyayî û Qewla Hespê Reş e. Her wiha, di nav nivîskarên kurd de cara ewil pexşan nivîsiye[1]