Di dîroka xelk û neteweyan da hindek bûyer hene ku di encama xwe da dibine nîşaneya hebûnê. Newroz ew e. Newroz li ser bingehê têkoşîna dijî bindestîyê pêkhatîye. Dijî zulmê, koletîyê, dagîrkerîyê, kolonyalîzmê û her reng bindestîyê bûye stêrka rizgarî û azadîyê.
Di vê pêvajoya dirêj ya têkoşînê da xelkên bindest her destkevt ji bo xwe kirine qazancek û bi sembolekê kirine şahî. Newroz bi sembola agirî bûye ronahîya rêya rizgarî û azadîyê. Newroza ku xelkê Kurd bo xwe kirîye sembola têkoşîn û serkevtinê herwisa bi vê naveroka xwe ya şoreşgerî ve bûye cejna xelkên rojhilatanavîn jî.
Serdestan herdaîm cejnên ku bi naverok û sembolên xwe ve bûyîne hawara xelk û çînên bindest qedexe kirine, qeyd û bend li ser danîne û yên ku ev cejn pîroz kirî jî, dijmin û xaîn îlan kirine.
Dewleta Îranê digel ku Newrozê fermîyen pîroz dike, lê gava Kurd weke bîr û têgihiştina xwe pîroz dikir êriş dikir û qedexe dikir û îro jî ev polîtîka rejîma Îran ê berdewame. Rejima Beasa Seddam jî her bi eynî metodî reftar dikir û nedihêla ku xelkê Kurd bi dilê xwe vê cejna xwe pîroz bike. Rejima Beasa Esad jî her ev polîtîkaya dijminane didomand beramberî pîrozbahîyên Newrozê. Ji nav dewletên dagîrker ya herî zalim dewleta Tirkîyeyê bû beramberî Newrozê. Heta serê salên 2010ê jî prangaya li ser Newrozê bi israr didomand dewleta Tirkîyeyê. Dewleta Tirkîyeyê Newroz wekî cejna xelkê Tirk ya ji Asyayanavîn qebûl dikir, lê rê nedida ku Kurd pîroz bikin. Ji ber ku Kurdan, Kurdistanîyan Newroz li gorî naveroka wê ya bi armanca rizgarî û azadîyê pîroz dikirin.
Îro xelkê Kurd û hevçeperên wan Newroz bi keda xwe ya helal kirine şahîyeke mezin ya xelkî û li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê dîsa herwekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadîyê pîroz dikin. Xelkê Kurd bi têkoşîna xwe ya heq serî li dagîrkeran çemandin ku îro êdî nikarîn pîrozbahîyên Newrozê qedexe bikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî da, li gundan, li şehran, li zîndanan, li her cih û warê jîyanê Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadîyê.
Agirê Newrozê îro gurtir e li Kurdistanê. Li başûr û rojavaya Kurdistanê bi rengekî fermî û xelkî tête pîroz kirin. Li rojhilat û bakura Kurdistanê jî herwekî çeper û sengera têkoşînê tête pîroz kirin û agirê rizgarî û azadîyê gurtir tête hilkirin.
Em îsal cejna Newrozê bi serkevtina şerê Baxozê û bi têkbirina hêza hov DAIŞê, pêşwazî dikin. Newroz ji bo me li hember zalim û dagirkeran roja serkevtinê ye. Newroza îsal jî, bo roja serkevtinek dîrokî. Hêza ku Cihan dihejanda, hêza ku xof xistibû nava dilên xelkê de, hêza reş û wehş DAIŞ, îro bi destê hêzên Kurdistanî û hevkarên wan, ji holê tê rakirin. Ev serkevtinek mezine û dîrokîye. Em vê serkevtinê sêrîde li YPG-YPJ-QSD û Hêzên Hevpeyman, li gelê Kurdisnê û Cihanê pîroz dikin.
Yêk ji xala giring ya naveroka Newrozê jî neteweyîbûn e. Newroz cejneke xelkî û neteweyî ye. Hemû baskên civatê dide ber singê xwe Newroz. Di van rojên dijwar yên têkoşîna dijî dagîrkeran da ev rûyê başî û qencîyê yê Newrozê divêt neyê bêxem kirin û zêdetir divêt bête pêşxistin ku dagîrkerên Kurdistanê di nav rêzên dînamîkên neteweyî yên Kurdistanê da dubendîyê nebînin.
Di vê qonaxa giring ya pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadîya Kurdistanê da agirê Newrozê divêt bibe ronahîyeke geş ya tifaq û yêkîtîya xelk û neteweyê Kurdistanê.
KNK bi vê bîr û bawerîyê Newroza hemû Kurd û Kurdistanîyan bi dilgermîya neteweyî û niştimanî pîroz dike.
Bila Newroza vê salê ya 2019ê bibe çeperê yêkîtî û tifaqa navxweyî û serkevtinên mezintir.
Bi ruhê serkevtina şerê Baxozê, agirê Newrozê gur û geştir bikin!
Newroz pîroz be!
Konseya Rêvebir ya KNKê
20 Adar 2019, Bruksel