Ciwan Haco,
Ciwan Haco di sala 1957an de li bajarê Qamişlo yê Sûriyê ji dayîk bûye. Ew neviyê Haco Agayê Mêrdînê ye ku piştî sirgûnê li Sûriyê bi cîh bûye, tevî ku di Serhildana Şêx Seîd de alîgirê dewletê bû.
Hikûmeta Sûriyê erd dide wî û bi eşîra xwe ya mezin li vir bi cîh dibe. Lê kurd bûna wî, bû sedema tengasiyê, axa wan ji destê wan hat standin, paşê malbat neçar man koç bikin, endamên malbatê li seranserê cîhanê belav bûn. Kesên xwedî pîşeyên wekî nivîskar, helbestvan, wênesaz, muzîkjen û akademîsyen ji malbatê derdikevin. Ciwan Haco yek ji hunermendên vê malbatê ye.
Serpêhatiya Haco ya muzîkê di salên 1980yî de dest pê kiribû, dema kasetên korsanan bi qaçaxî derbasî Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê bûn. Li Elmanyayê li zanîngeha Bochumê muzîkê dixwîne. Şêweyekî wî bi xwe hebû; Heta wê demê wek dengekî neasayî kete nav muzîka kurdî. Wî li erdnîgariyeke mezin heyranokêk mezin ava dikir, di heman demê de celebên pop, rock û etno-cazz carek din, di muzîka kurdî de dianî. Wî ji gelek muzîkjenên ku piştî wî hatin û di klûbên cazê yên Ewropî yên girîng de derketin ser dikê û konsertên wî yên li deverên cihê yên cîhanê tijî bûn, bû mînak.
Bi bandora Helbestwan Mihemed Şêxo (1948 - 1989) bi tena serê xwe fêrî lêxistina enstruman bûye. Piştî qedandina lîseyê, çû Almanyayê û sê salan li zanîngeha Ruhr a Bochumê xwend. Niha li Swêdê dijî.
Haco yê ku di yekemîn albûmên xwe yên Emîna û Pêşmerge de stranên gelêrî yên Kurdî gotin, piştre di şêwaza jazz-rock de berhemên ku nayên jibîrkirin hiştin. Bi komên navdar ên cîhanê re ku pê re xebitî, asteke bilind a muzîkê û asoyeke nû ji muzîka kurdî re anî. Haco di her du albûmên xwe yên dawî de berê xwe da stranên popê û herî zêde bi van kasetan nav û dengê xwe bi dest xist û di sala 2003'an de li Êlihê 980 hezar temaşevan beşdar bûn. Li gorî hin çavkaniyan, beşdariya vê konserê 1,5 mîlyon e. Ev konsera 7emîn konsera herî mezin a cîhanê ye.
Albûmên Wî
Emîna Emîna (1970 - Qamişlo / Sûriye)
Pêşmerge (1979 - Qamîşlo / Sûriye)
Diyarbekir (1981 - Bochum / Almanya)
Gula Sor (1983 - Bochum / Almanya)
Leyla (1985 - Bochum / Almanya)
Girtiyên Azadiyê (1987 - Bochum / Almanya)
Nisêbîna Rêngîn/Çaw Bella (1989 - Bochum / Almanya)
Sî û Sê Gule (1991 - Stavangar / Norwêc)
Dûrî (1994 - Stavangar / Norwêc)
Bîlura Min (1997 - Oslo / Norwêc)
Destana Egîdeki (1998 - Oslo / Norwêc)
Derya (2003 - Oslo / Norwêc)
Na Na (2004 - Hamburg / Almanya)
Off (2006 - Hamburg / Almanya)
Veger (2012 - Hamburg / Almanya)[1]