Navê pirtûkê: Stranêd Kurdaye Cimetyê
Navê nivîskar: Nûra Cewarî
Cihê çapkirina pirtûkê: Erevan
Navê çapxaneyê: A H
Sala çapê: 1983
‘Stranêd kurdaye cimetye’, weşana Akadêmya Zanyaryê ya Ermenistanê, Yêrêvan 1983
Berevok ya zanyaryêye bi pêşgotin, nivîsarnasî, bi belgeya navên janra, bi para wergerên têksta yan kurteserecemên wan li ser armenkî û kurteserecema berevokê bi zimanê russî.
Berevokêda 137 stranin, piranya kijana min ji sala 1967 heta 1980 li Ermenistane berevkirine. Di vê berevokêda usa ji ҫend notavivîsarên min ji dengnivîsarên mêxanîkyê kû pêşekzanên ermen, rûs û alman despêka sedsalya bîstîda ji kurda berevkiibûn cîwar bûne. Di karê berevkirina strana û nivîsara têkstada Tosinê Reşît arîkarî daye min.
Stranen berevokê bi xeyseta awazan hatine paravekirinê, weke stranên bi teherên awazên govendê, nimunên nêziki axaftinê/rêҫîtatîv, stranên lîrîkyê, stranên bi xeysetê şrovekirinan. Bi vî teherî tîpên awazan baş têne xanê.
Tevî stranên janrên başqe mira lev hatîye 12 stranên kevnar bi awazên yên nêzîkî axaftinê (rêҫîtatîv) bi reîşkên kûre-hezara salan, usa jî yên kevnare peyra ҫêbûyî bi awazên lîrîkyê û teherên stranên reqasê berewkim û ҫapkim.
Rojhilatzanê eyan Nikolay Marr li ser stranên kurdaye kevnarda ha nivîsîyeye li ku pûtperestî/efsenetî bi serhişkî tap dike, li wir rola strana he bilind bûya, “stranên kurdî bi norme û motîvên xweva hebûna dewlemende ku wanara ji ola pûtperestyê maye, ji wê pûtperestyê kîjan di nav xweda gele rehên/berekên kurdan xwey kirîye”. (N. Marr ‘Dîsa jî li ser xebera ‘Ҫêlêbîda’, Sankt Pitsburg, 1911, per129.)
Ew taqên kevnar saya şêx û pîr û alimên êzdyan yên kevneperest gihîştîye me u bi awazên Qewl u Beytan dihar divin. Qewl stranên ol û felsefya ezdyane bi awazên kevnar. Beyt parên strankîne ji lêcênden mîtologî yan bi motîvên mîtolocî.
Di nava ezdyada usa jî helbestên şaîrên kurdan yên sedsalyên navîn hatine nav kirinê Beyt. Di ve berevokêda beyteke Feqîyê Teyran “Herê dilo” cîwar bûye.
Di vê pirtûkeda tevî stranên janrên mayîn 14 qewi u 30 beyt cîwar bûne. Mira gele sêx, pîr û alimên ezdyên Ermenistanêye eyan strane weke şêx Dewrêşê şêx Keleş, Morofê Memûd, Beyaza Sefo, Babayê Keleş û yêd mayîn.
Li pirtûka minda 137 nimûnên folklora me yên bijare hatine parastinê, kijan paşwextyê miva hatine lêkolîne,analîze kirinê. Ew xezna mûzîka meye zarkî hê jî dikare bibe bingeha lêkolinên nû.
[1]