Dr. Nureddin Zaza
Nûredîn Zaza (jdb. 15ê sibata 1919an li Madenê, Împeratoriya Osmanî – m. 7ê çiriya pêşîn 1988 li Lozanê, Swîsre), ramyar, nivîskar, rewşenbîr, damezrenêr û yekemîn serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê bû.
Nûredîn Zaza kar û xebat û jiyana xwe kiribû bin xizmeta miletê xwe yê kurd de. Ji xwe ew di nav maleke kurdperwer de rabûbû. Bavê wî Ûsiv Efendî û birayê wî yê mezin Ehmed Nafiz Beg, hevalbendên Şêx Seîd bûn di şoreşa kurdî sala 1925an de dijî dewleta tirk ya nijadperest. Pismamê wî Osman Efendî di wê şoreşê de jiyana xwe ji dest dabû.
Piştî têkçûna şoreşa Şêx Seîd û bûyerên xirab li Bakurê Kurdistanê, desthilata tirk, Dr. Nafiz kiribû bin çavan de û derfet lê teng kiribû û emrê sergûna Izmîrê jê re derxistibû. Vêce ew mecbûr bûbû ku çarekekê ji xwe re bibînê. Di sala 1930î de, ew û bira yê xwe yê piçûk Nûredîn binxet dibin Sûriyê ku di bin mandata Firansayê de bû. Dr Ehmed Nafiz, kesatiyeke hekîm, tekûz û mêrxas bû. Hatina wî ya Kurdistana Sûriyê bû hêzeke nû ji Xoybûnê re. Ew roleke girîng tê de dileyîze û di salên çilan de serokatiya wê dike. Di warê bijîşkiyê de Dr Nafiz bi kar û xebateke mezin li herêma Cizîra Sûrî dirabe. Wê çaxê, êş û nexweşîyên weke êşa zirav, melariya, tîfo, sorik û xûrî belav bûn û mezin û piçûk bi wan êşan diçûn. Dr Nafiz êşên cih nas kirin û li ser destên wî yên pîroz bi dihên hezran nexweş saxbûn. Ji lewra, baweriya xelkê bi bijîşkiya Dr Nafiz zêde bû û nav û dengên wî ne tenê li herêma Cizîrê, lê belê di Sûrî tevî de belav bûbû.[1]
Nûredîn vêce, li Kurdistana Sûrî di bin sih û perwedeya Dr Nafiz de mezin dibe. Ew ne tenê bira ye jê re, lê belê ew dibe bav û mamoste û rêber jî. Herwesa, Nûredînê piçûk, di nav civata welatparêz û girgirekên kurdan de mezin dibe. Di salên sihan de, gelek şoreşger û rewşenbîrên kurdan ji ber zilm û zora rêjîma Ataturk ya nijadperest binxet bûbûn Sûriyê. Ji wan Memdûh Selîm, Mîr Celadet û Kamîran Bedirxan, Qedrî Beg û Ekrem Cemîl Paşa, Hemze Begê Miqsî, Haco Axa, Evdirrehman Axayê Eliyê Ûnis, Dr Nûrî Dêrsimî, endeziyar Arif Ebas û hin dîtir. Wê teisîra wan camêran di warê netewe-perweriyê de li Nûredîn hebe. Bi wext re, wê Nûredînê dagirtî bi rihê şoreşvaniyê bide ser şopa wan û barê kurdîtiyê giran bigire xwe û doza mafên gelê xwe yê kurd bike.[1]