YEKBÛN Û TÊKOŞÎNA OTONOMÎYÊ OTONOMIYE KURDISTANA SOR
Rew_enbоrкn kurd li qada Kremlк.Moskova. 1989 Rewşenbîrên kurd li qada Kremlê.Moskova, 1989.
Di salên 80 û 90î da, ku Yekîtîya Sovêtan di nav hejandinê da bû, ew salên herî bitevger bûn ji bo kêmneteweyên YKSS.
Bûyerên Qerebaxê dest pê kiribûn, li eyaleta Fêrganayê ya Ûzbekistanê tirkên Axiska ji ber zexta mezin ji welêt hatibûn qewitandin, li devera Oş a Kirgizistanê di bingehê êtnîkî da pevçûn dest pê kiribûn, Osetîya Başûr a Gûrcistanê, li herêmên otonom Abxazîya û Acaristanê gotûbêjên mîllî har bûbûn, gelên Qafqasa Bakûr di serî da, Çeçenistan ketibû nav tevgerê, li nîvgirava Qirîm a Ûkraînayê û li herêma Prîdneprovskê ya Moldova, di bingehê mîllî da nakokî dest pê kiribûn. Bi dehan gelên din ên li YKSS, ku ne xwedî mafê otonomîyê bûn, ji bo zêdetir mafên çandî û neteweyî mîtîng, mêş û grevên birçîbûnê dabûne destpêkirin.
Turîstên bîyanî li Qada Sor a Moskvayê û kolanên navendî timê mîtîngên azerî, ermenî, tirkên Axiska û gelên dîtir re rûbirû diman û nûçegihanên welatên der va nûçeyên nû bi kêfxweşî digihandin navendên xwe.
Ji wan gelên ku dixwestin daxwazên xwe yên neteweyî û mîllî bigihînin guhên Moskvayê, yek ji wan jî kurd bûn.
Bingehîn daxwazên kurdên ku di bin baskê “YEKBÛN”[1]ê da civîyabûn, ji ber gengeşîya li Sovêtê tê jîyandin, da ku pirsgirêkên kurdan ku tûşî zext û koçberîyê dihatin, bi bingehîn gihandina çareserîyê bû. Ji bo vê di navbera salên 1923 û 1929an da otonomîya Kurdistanê ku li Komara Azerbaycana SS pêk hatibû (Kurdistana Sor) ji nû va were sererastkirin û pêkanîna bicihkirina kurdan bû. Knyazê Îbrahîm weke endamê Desteya Rêveberîyê bi rengekî çalak beşdarî xebatên “YEKBÛN”ê dibû.
RÊXISTINA “YEKBÛN”Ê[2]
“Yekbûn” yekem civîna xwe ya berfireh di gulana 1989an da li Moskvayê pêk anî. Ji heşt komaran (Kirgizistan, Ûzbekistan, Qazaxistan, Tirkmenistan, Azerbaycan, Ermenîstan, Gûrcistan û Rûsya) kurdên ku hatibûn, xwe gihandibûn temsîleke girîng û jimara wan digihîşte hezar kesî, bi destpêkirina civînê re, ji 20ê gulanê pê va dest bi mîtîng û çalakîyên rûniştinê kirin û daxwazên xwe yên otonomîyê berpêş kirin.
Di dawîya sala 1989an da şanda “Komîteya jinûveavakirina otonomîya kurd” ku serekê wê Mehmed Babayêv bû, ji hêla G. Tarasevîç ku serekê komîsyona polîtîkayên neteweyî û têkilîyên navneteweyî yê parlementoya YKSS û dîsa Oleg Ryabov ku serekê para propaganda û ajîtasyonê ya KN a PK a YKSS cuda-cuda hate pejirandin û soza vekolîna rewşê dan.
Di 1990î da şanda kurd ji bo pirsgirêka koçberîya kurdan û mijara Kurdistana Sor bi E.M.Prîmakov ku serekê komîteya Ewlekarî ya YKSS bû û bi A.S. Dzasoxov re ku ew jî sekreterê KN ya PK a YKSS bû û bi gelek karbidestên dîtir re hevdîtin pêk anîn.
Bi taybetî paşê serekê rêxistina sîxurtîya derve ya Rûsyayê (SVR) E.M.Prîmakov[3]re hevdîtin pir nexweş derbas bûbû.
Gava hevdîtin dest pê kir serekê şandê Mehmedê Silo, Prîmakov bi dijminatîya gelê kurd tewanbar kir, ji ber ku wî Saddam Huseyînê ku kurdan bi çekên kimyawî îmha kiriye diparast. Bersiva Primakov serekê komîteya Ewlekarî ya Rûsya wiha bû “Ger ku ez dijminê gelê kurdim, hûn çima hatine ba min?” û rabû ber bi derî va çû. Bi vî awayî daxwaz piştî lihêvîmayîneke dirêj, bi lidijderketina mafdar, lê hinek bişid a Babayev, hevdîtin vala derket. Di vê navberê da Knyazê Îbrahîm ku di nav şanda kurd da bû, bi lez xwe gihand Prîmakov û bi milê wî girt. Jê re got, “Hevalê Prîmakov, ew gotin ên şexsî yên Mehmed Babayev in… Gel em bijartine ku bi rêya me daxwazên xwe bi we bigihîne. Ez hêvî dikim ku hûn daxwazên gelê me guhdarî bikin.” Ev helwesta nerm a mamoste Knyaz hişt ku cardin Prîmakov were û li cihê xwe rûne.
Prîmakov, piştî ku şandê guhdarî kir, di mijara Kurdistana Sor da çendî ku dîtinek dîyar nebe jî, di derheqê pêşveçûnên Kurdistanê da gelek agahî ragihand. Wî dîyar dikir ku ew pê dernaxîne ka pêşveçûnên li Kurdistana Bakûr ber bi kû va diçin, lê belê dê kurdên li Îraqê di demeke ne dirêj da bibin xwedî otonomî û ewê jî vê avabûnê destek bikin.
Piştî salên 90î ji bo kurdên ku têkoşîna Kurdistana Sor dikirin pêşveçûnên dilfireh dihatine jîyandin. Lê belê Yekîtîya Sovêtan jî dihejîya. Têkoşerên “Yekbûn”ê pê dihesîyan ku, dem zêde nemaye û divîya ku bi rêya destûrî encam werbigirin. Her wiha soza ku di gulana 1989an da hatibû dayîn ji bo “avakirina komîsyonekê ji bo jinûveavakirina otonomîya kurd” di payîza 1990an da pêk hat. Ji parlementerên YKSSan di serektîya Vîtalîy Sobolev da 8 parlementer 4 temsîlkarên kurd weke komîsyona taybet a “di derheqê pirsgirêkên kurd de” civîna xwe ya yekem di 20ê mijdara sala 1990an da li dar xist.
Peywîra komîsyonê vekolandina belgeyên arşîvan û rastîna di derheqê otonomîya kurd da derxistina holê bû. Ji bo vê dê li komarên ku kurd lê dijîn vekolîn pêk bîne û tespît bike ka “Pêdivîya kurdan bi otonomîyekê heye yan na”.
Ji bo komîsyonê ji kurdan bi hezaran name, nîşan dida ku destekê didin daxwaza otonomîya kurd. Komîsyona parlementoyê dokumentên arşîvan vekola û gihîşt wê encamê ku di salên 20î da li Qafqasê otonomîyeke kurdan peyda bûye, di qonaxa sîyaseta zextkar a Stalîn da weke derveyî zagonî ji holê hatîye rakirin û dikare ji nû va bê avakirin.[4] Li pey vê Wezareta Dadê ya YKSS di 27ê adara 1991ê da, di rêzikname û bernameya xwe da, raderbirîna “jinûveavakirina otonomîya kurd” cih girt, Yekîtîya Civakî “Yekbûn”ê dikişande balê û ronîya kesk pêdixist, ku bi rêya destûrî kurd dikarin têkoşîna Kurdistana Sor bidin.
Di dema 91ê da Moskva zêdetir nêzîkatîyên hêvîbar nîşan didan. Yekîtîya Sovêtan di demeke tengas da bû. Belkî jî belavbûna Yekîtîya Sovêtan ji rûsan bêtir kurdan nedixwest.
Di gulana 1991ê da, yanî dema ku ji bo kurdan soza otonomîyê hate dayîn, şerê ermenîyan û azerîyan sehneyên tije xwîn dijîya. Êdî ermenîyan raserîya xwe di şer da îzbat kiribûn. Ew binketinên ku ji bo azerîyan dest pê kiribûn, li Bakûyê qirêna desthilatîyê derxistibû ber qirikê.
Bi kurtasî, têkoşerên Yekbûnê di daxwaza xwe ya otonom da bi ser neketin. Pêşîya wan kurdên ku ji Ermenîstanê revîyan û li welatên Rûsya, Ûkraîna û Asya Navîn belav bûn, nehate girtin. Di salên pişt re da ji ber sedemên aborî û sîyasî bi hezaran kurd ji Gûrcistanê koçber bûn.
Di meha dawî ya sala 1991ê da, bi peymana navdar a Belovejsk re YKSS hilweşîya. Her wiha rewşa huqûqî û zagonî ya “Yekbûnê” ku wezareta dadê ya YKSS weke rêxistinekê kişandibû balê û dikaribû li seranseê YSan xebatê bimeşîne ji holê rakir. Bi hilweşîna Sovêtan re hêvîyên kurdan ên otonomîyê jî hilweşîyan…
Ji pirtûka Hejarê Şamîl bi navê “Jîyan di rêya welatparêzîyêda”. Almatı, 2007.
[1] “YEKBÛN”, di sala 1989an da bi pêşengîya Mehmedê Silo hatîye avakirin. Di 27ê Adara 1991an da di bername û rêziknameya wezareta Dadê ya YKSS da derbirîna “ji nû ve avakirina otonomîya kurd” cih digirt û Yekîtîya Civakî “Yekbûn”ê dikişandine balê û her wiha ronîya kesk pê xistibû, ku kurd bi rêya destûrî têkoşîna Kurdistana Sor bi rê ve bibin.
[2] Hejarê Şamîl “Kurdên Dîasporayê”. Di derheqa kurdên Sovêtê da lêkolîneke dîrokî-rojaneyî” Îstanbol, 2005. çapa 1. r., 70-72, bi Tirkî.
[3] Di pêvajoya A.Ocalan a li Moskovayê da E.M.Prîmakov ji bo derxistina serekê PKKê ji welêt roleke neyînî leyîst.
[4] V. Mustafayev “Dîroka Kurdistanê” Sofya, 2002, bi rûsî.
[1]