Seydayê Tîrêj (jdb. 1923 − m. 23ê adarê 2002an ) wêjevan û helbestvanekî Kurd bû.
Jînenîgarî
Mamoste û helbestvanê helbesta resen nemir Tîrêj di sala 1923an de li parêzgeha Hesîçê gundê Nicîmê hatiye dinê. Navê wî yê rastî Nayif e. Ew kurê Heso ye. Gava ew dibe şeş salî, bavê wî mala xwe koç dike û li gundê Sêmitikê bi cîwar dibin. Tîrêj li wê derê û li cem Mele Îbrahîmê Golî, Quranê û çend pertûkên olî dixwîne. Wek gelek helbestvanên kurdan, ew jî di dibistana olî de dest bi xwendin û nivîsandinê dike.
Ew, di sala 1937an de hatiye bajarê Amûdê û li wê derê dest bi dibistanê kiriye. Pênc salan li wê dibistanê xwendiye. Lê ji ber mercên aborî xwendina xwe nedomandiye. Li wê derê, têkiliyên wî bi helbestvanên mezin Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar û Nûredîn Zaza re xurt bûye. Bi akam û bandûra wan jî, evîna helbestnivîsandinê di dilê wî de şax daye. Bi wan re xebata niştimanperwerî kiriye û wek gelek welatperwer û ronakbîrên Kurda, seydayê Tîrêj jî, di nava civata xwebûn/xoybûnê de cihê xwe girtiye. Ligel nivîsandina helbest û çîrokên têkoşînek ramyarî jî meşandiye.[1]
Di sala 1952an de bi destê parastinê tê girtin û dîwanek ji helbestên wî yên ne belavbûyî jî tê talan kirin.
Mamostayê mezin û bi navûdeng Cegerxwîn di dîwana xwe ya (Kî me Ez) de, li ser seydayê Tîrêj, bi navê wî yê rastî (Nayifê Heso) helbestek nivîsandiye û hêviyên hêja ji wî kiriye. Seydayê Cegerxwîn di wê helbesta xwe de weha dibêje:[1]
Jînenîgarî
Mamoste û helbestvanê helbesta resen nemir Tîrêj di sala 1923an de li parêzgeha Hesîçê gundê Nicîmê hatiye dinê. Navê wî yê rastî Nayif e. Ew kurê Heso ye. Gava ew dibe şeş salî, bavê wî mala xwe koç dike û li gundê Sêmitikê bi cîwar dibin. Tîrêj li wê derê û li cem Mele Îbrahîmê Golî, Quranê û çend pertûkên olî dixwîne. Wek gelek helbestvanên kurdan, ew jî di dibistana olî de dest bi xwendin û nivîsandinê dike.
Ew, di sala 1937an de hatiye bajarê Amûdê û li wê derê dest bi dibistanê kiriye. Pênc salan li wê dibistanê xwendiye. Lê ji ber mercên aborî xwendina xwe nedomandiye. Li wê derê, têkiliyên wî bi helbestvanên mezin Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar û Nûredîn Zaza re xurt bûye. Bi akam û bandûra wan jî, evîna helbestnivîsandinê di dilê wî de şax daye. Bi wan re xebata niştimanperwerî kiriye û wek gelek welatperwer û ronakbîrên Kurda, seydayê Tîrêj jî, di nava civata xwebûn/xoybûnê de cihê xwe girtiye. Ligel nivîsandina helbest û çîrokên têkoşînek ramyarî jî meşandiye.
Di sala 1952an de bi destê parastinê tê girtin û dîwanek ji helbestên wî yên ne belavbûyî jî tê talan kirin.
Mamostayê mezin û bi navûdeng Cegerxwîn di dîwana xwe ya (Kî me Ez) de, li ser seydayê Tîrêj, bi navê wî yê rastî (Nayifê Heso) helbestek nivîsandiye û hêviyên hêja ji wî kiriye. Seydayê Cegerxwîn di wê helbesta xwe de weha dibêje:
Ev xwendin û bîzanebûn
Nêzîk dikin serxwebûn
Xortên wek te pir zana
Gerek bêjin; Nezana
Bira destên hev bigirîn
Di vê rê de em bimirîn...
Cegerxwîn
Ew, ji neçarî demekê dirêj xwe li nav Erebên Cibûran diparêze. Di sala 1973an de berî dide bajarê Hesîçe û li wir bi cîwar dibe, ta ko ji nav me koç dike. Seyda, di bîr û baweriyên xwe de Berzanî bû. Lê hevaltî bi tu rêxistin û partiyan rê nekir. Kurdekî serbixwe bû. Sed mehder li gora wî bibare.
Di roja şemiya 23ê adara 2002an de, demjimêr heştê hêvarî li nexwêşxaneya Dr. Îsam Bexdê li bajarê Hesîçe li Cizîrê, helbestvanê helbesta resen seydayê Tîrêj çû ber dilovaniya Xwedê.
Berhem
Berhemên wî yên çapkirî ev in:
Dîwana Xelat, pêşgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1985.
Dîwana Zozan, pêşgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1990.
Dîwana Cûdî, pêşgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1998.
Serpêhatiyên Kurdan (1): Çapa yekem di sala 1992an de li weşanên Zanîn (kovar)ê û li sala 2014an ji no ve, di gel wergera Farisî, li Îranê çap bû.[1]
Berhemê wî yên neçapkirî ev in:
Mewlûda Kurdmancî
Dîwanek ji helbestan
Serpêhatiyên Kurdan (2).
Seyda sê caran hatiye xelat kirin
Xelata Roja Helbesta Kurdî li Sûriyê 1995.
Xelata 100 Saliya Rojnamevaniya kurdî. 1998, Hewlêr.
Xelata Koma Helebçe ya Folklorê kurdî li Cizîrê- Hesîçe. 2001.
Seydayê Tîrêj û helbest
Rêjîmên şovenîst digel talankirina dewlemen-diya serxak û binxakiya welatê me, bi dijwariyek mezin êrîşî ser ziman, tore û folklora kurdî jî dikin. Lê, herwekî xuya ye, ev armanc û daxwaza wan heta niha neçûye serî û di dilê wan de bûye kulek mezin. Ji bo em ji bin destê van rêjîmên şovenîst derkevin, bi sedan serhildan û berxwedanên bi rûmet me daye; bê hejmar law û keçên xwe di vê riyê de gorî kiriye. Ev şer, di warê parastina ziman, tore, û zargotina kurdî de jî, bi dijwarî dom dike û roj bi roj gûrtir dibe. Ronakbîr, nivîskar, helbestvan û hozanên Kurd yên bi rûmet di nava vî şerê ha de, cihekî taybetî digrin. Xebat û têkoşînek giranbiha didin. Pêwîst e, ko em vê xebat û têkoşîna hêja û giranbiha kêm nebînin û di vî beşê şerê tevgêra rizgarîxwaziya gelê kurd de, wan tenê nehêlin û ne zindîkuj û mirîperest bin, di saxiyê de xwedî li wan derkevin.
Yek ji wan helbestvanên bi nav û deng jî, seydayê Tîrêj e.
Seydayê Tîrêj, li ser şop û riya helbestvanên helbesta Kilasîk ya resen helbesta xwe ristiye. Bi van çend gotinan nerîna xwe di helbestê de diyar kiriye:
“Ez li helbestê bi nezim, awaz, qafiye(serwe), û naveroka wê dinêrim. Ev her çar şert wê dikin helbest”.
Seyda, rûmet, ronahî û cewherê helbestê jî weha dibîne:
Ma rûmeta şi’rê çiye, ned’ karûbara netew debî
Ronahiya şi’rê çiye, pesnê welat kû têd’ nebî
Çi bikim ji wê şi’ra rijî, danegire dilketin û mejî
Derdê dil û jan nekûji, çaxê kû cewher têd’ nebî
Ew, li gorî dîtina xwe van mercan ji bona helbestê dibîne, û ji xwe rê dike mîna per û baskên balayekî baz ku bi yek firê baskê xwe li ezmanê helbesta resen dide û xwe di kûrahiya dilê xwendevanê helbesta kurdî de cîwar dike. Germahiya tîrêja helbestê, pencên xwe di dil û hestê xwendevan de rewa dike, û xwendevanê xwe di nav tevna pursir û pursiriyê de dîl dike. Bi vê raza ne penî, tezînokên xwêşiyê û akama xwe li dil, hest û derûnan dihingêve.
Li pişt evî bazê serbilind, bazekî şêt û bêhempa di gasîna helbesta kurdî de heye. Ew baz jî seydayê nemir Cegerxwîn e.
Tîrêj, di bin baskê helbesta Cegerxwîn de berz û mezin dibe. Hînî perwaze û firê dibe. Di behra Cezîrî û Xanî de hevotî melevaniyê dibe.
Linik wî, bejna helbestê pir bilind, bi xeml û xêz û bi kêş û serwe ye, bi zimanekî rewan, pesin û halan, haldan û salixdanên rojeve, gazin û hêviyên rewşa gel di jîna jîweriyê de, di yek hest û hizrî de, li ber tîrêja ronîkirina reya hişyariyê têne meyandin.
Wek me gotî, bi awayekî klasîk helbetên xwe dihûne: (pesin, şînî, evînî, xweşxwan, perwerî û li ser zimanê bale û teban), kêşa helbestan li ser movik û bi bare ne.
Çewa seyda di bin baskê helbestvanên me yên klasîk de mezin bû, weharenge gelek helbetvanên me yên kilasîknivîs jî di bin bandora seydayê Tîrêj de mane, û akameke xurt li nifşê pey xwe re kiriye.
Ew, ji dibistana helbesta jîwerî bû, bi rewş û bûyerên gelê xwe ve pir girêdayî bû. Heger merov li rêzkirina naveroka helbestan hûr-hûr meyzeke, merov xelekên dîroka gelê xwe, û bûyer û serpêhatiyên wan gav bi gav, roj bi roj û dem bi dem lêdivarqile. Ji wan bûyerên herî balkêş ya ku bû sedemê xwêştir, ciwantir û şêrîntirîn helbest bi seydayê Tîrêj rê bête der. Ew kuştiyarî, talankirin û malwêrankirina ko bi serê gelê Kurd hati bû. Têkçûna peymana yazdehê adarê bû. Seyda, hêtûna derûna wî, kelandin û lihevketina hundirê wî, sergêjî û pizotên hest û hinav û cergê wî bi hev re ew dane ber pêlan û peqiyan, li ezmanê toreya kurdî helbesta (Ey bilbilê dilşadî) hate vejandin. Ev helbest nûzayeke nû bû di dîroka helbesta kurdî ya resen de. Em dikarin bibêjin seyda bi vê helbesta xwe derbasî gerdûna xwêştirîn helbestên kurdî dibe.
Ew, di helbestên xwe de, zor û gazinkariya li ser neteweyê Kurd, hoy û sedemên bindestiya gel, û ji bo rizgariya Kurdistanê pêwîstiya têkoşînek bi yekdest û canbêzariyek bê sînor didît, bi hunermendiyek mezin û bi zimanekî şêrîn û zelal ev rewş aniye ziman.
Bêdiro, bi derd û kovan, xweşî û nexweşî, peşketin û pêşveçûna gelê xwe ve dijiya. Radestî li ber narvînê nedikir, û xwe dîlê hêvî û lavlavan nedidît. Lewra digot: jîn divê kotek û zor e . Ango ûştê azadî û xoybûnê zor e. Zor nebe setem netê hilavêtin. Bi lavlavan merov naghê armanca xwe. Têkoşîn şana hebûnê ye. Bi baweriyeke bêbend û sînor rizgariya Kurdistanê bi şerê çekdariyê dibîne, û dibêje:
Ez nerevim nerevim pêşmergim ez nerevim
Wek hîm û tehtê çihê tû car ji cîh nalivim
Bi zaroktî dayê min şîr daye min bi xwînê
Dinya li min bî yek bî ji ya xwe danakevim.
Bi rastî Seyda, heta bi roja dawîn ji jiyana xwe ji ya xwe nehat xwarê, û digel ko ew bixwe ji malbateke xizan û perîşan bû jî, lê ewê yekê tucarî nikarîbû çavkaniya helbestên wî ziwa û bimiçiqîne, yan berê pênûsa wî ji bîr û baweriyên wî biguhêrîne. Bi pênûseke bejinbilind û zimanekî rewan û zelal, her çavkaniyên wî diherikîn û dizan.
Dara evîna wî tim şîn e. Bi hezar berê rengereng xemilandî ye. Lê, heger berê darê tehl nebî şêrînî û sipehîbûnê jî nadin. Tenê şêrîniya gulê bi dîtin û şîravê xweş e. Lê ya xwêştir ew e, ko bilbilekî şeyda bi deh hawan bixwîne û pesnê xeml û xêza gulê bide . Wê gavê nuh gulê li naz û kubariya xwe hay dibe, li ber sura bayê sibê diserçime û bi qurnazî serî dihejîne. Durv girnijî, rûgeş û dilşa dibe. Gul! dezgîr e, bilbilê şêt dilketî ye. Heger tu axaftineke bê sûde, lavijeke bê awaz, sazike bê dûzan bî, tucarî tuwê nikaribî dilê gulê bidestxwekî; ji ber ku gulê dilkoçer e.
Wan nêrgizan girtî xunav
Bişkeftî xunca sorgul e
Nêrgiz û sorgul bişkivîn
Kulîlk û lal û yasemîn
Xwêş tên ji wan bex û bîn
Axafte janê bilbil e
Axafte wî can û kezeb
Sermaye axîn û keser
Hêstran dibarê cot û fer
Lewra ku çav herdem şil e
Seyda, li ser êmîşê welatê xwe mezin dibû, û pir ji xweristiya welatê xwe hezdikir. Girêdaneke xurt di navbera seyda û xweristiya welatê wî de hebû. Di helbestên xwe de pir li ser av û dar, gul û giya, deşt û çiya, mêrg û kanî, buhar û zivistan, dehl û zevî û bale û tebayên welatê xwe digot. Navên hersî dîwanên wî navên çiyayên Kurdistanê ne: (Xelat, Zozan, Cûdî). Binavkirina dîwanên wî pirtir ji me re diyar dibin bê seydayê Tîrêj çiqasî bi xweristiya welatê xwe ve girêdayî bû.
Rojek ji rojên bihara rengîn
Ez diçûme ser çiyayê Metîn
Çiyakî bilind hemî ber û dar
Li jêrê çiyê gelî û zinar
Li dev newalan hemî bax û rêz
Li binya çiyê hemî êl û pez
Ew, di temenê xwe de kalemêr bû. lê berê dara evîna wî naz e, ciwan e. xwêştir û ciwantirîn helbestên evîniyê hûnandiye, û li ser hezkirin û evîndariya keç û xortan û yar û dilberan lorandiye.
Li ser dûrî, gihandin û kavilên evîndariyê nivisandiye.
Ma gelo nayê te bîrê, ko te dildarek hebû
Her wekî rewşa û kola, tim li ber dergahê te bû
Her dema ko te nedîba roj dibû lê wek tenî
Xan û eywan tim li wî zindan û hebs û çale bû
Seyda ne tenê li ser heskirina keç û xortan nivisandiye, lê belê rola keç û xortên xwendevan di rêvebirina kar û xebatê de mîna serê rimê dibîne û bi dengekî bilind hawar û gaziya xwe digihîne xortên xwendevan û ji wan dixwaze ko bi rola xwe ya dîrokî rabin:
Xortê jîr û xwendevan çare û hêviya netew
Rabe ji xew tu carek serê roja me derket
Xwe rapêçe birader ji bo kar û xebatê
Kes nema ye di xew de cîhan pêkve li hev ket
Li çar kenar û hawêr şer û halan û ceng e
Karwanê riya jînê binêre va bi rê ket
Li şûnwara nemînî dem pir xwêş e birader
Divê wextê nemane tu kes bê al û şewket
Seyda, gelek stranên folklorî bi kêş û serwe hûnandiye. Ew stran ji mirinê reha kiriye û sipehîbûn û qeşengî bera rewanê wê daye û bi hunerek pir mezin û bilind hûnandiye. Mîna: Siyamend û Xecê 335 cotmalik in, Sîpan û Perwîn 400 cotmalik in û Ciwan û Kejê jî 421 cotmalik in.
Weharenge bi dîrok û mêjûwa gelê xwe ve jî girêdayî bû û leheng, mêrxas û navdarên dîrokê di helbestên xwe de aniye ziman. Pesnê dîroka gelê xwe dida û her û her digot:
Bihûştek Xwedê ye li xakî zemîn
Berê ew bi navê Meya Farqîn
Ne dûre ji havîngehên ber Fêrat
Bi nav û bi deng bûye bûka welat
Ji beriya hezar sal Meya Farqîn
Dibû dewletek serbixwe nazenîn
Dema bûye dewlet bi serxwe’v dihat